Berbang kovarek bi kurdî û swêdî ye. Berbang organa #Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê# ye. Berbang ji du mehan carek derdikeve. Hejmara yekem ya Berbangê di tîrmeha 1981'ê de derket. Berbang ji bo endamên komeleyên Federasyonê bê pere bû. Berbang di rûpelên xwe de cih dide anons û îlanên rojbûnê, mizginê, wefatê, sersaxiyê. Ev îlan û anons bê pere ne. Di destpêkê de berpirsiyarê giştî yê kovarê Eşref Okumuş Pistre bi dorê hat guhertin.Demeke dûr û dirêj redaktor û berpirsiyarê Berbangê #Amed Tîgrîs# bû. Amed Tîgrîs sê dewrên cuda redaktoriya kovara Berbangê kiriye. Ji hejmara 130an ve berpirsiyarê gistî Aycan Şermîn Bozarslan, redaktor û berpirsiyar kovarê Kovan Amedî ye.[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 3,547 times