Sîrwan Hecî Berko rojnamevanekî kurd e.
Berko di 14-05-1977ê de li bajarê Amûdê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Ew ji sala 1990î de li Elmanyayê dijî.
Li wê derê, wî lîse kuta kir û dest bi xwendina Medecine Informatik li Zanîngeha Dortmund kiriye. Di ber xwendina xwe re, ew birêvebirî û xebata di Malpera Amûdê de dike. Herweha ew hekemê fotbolê ye û endamê Yekîtiya Rojnamevanên Elmanyayê ye. Ew endamê Partiya Sosyaldemoqrat a Elmanyayê (SPD) ye û dora 6 salan berpirsyariya rêxistina ciwanan a partiyê ya li herêma xwe kiriye.