پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
هیچ بڵندێک بە ئەو ناگات
09-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
ساتی کوژرانی کارزان کەریم مەغدید لە ڕۆژی 07-05-2024
09-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید
09-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
چەمکی ئەنفال لەفەرهەنگ و مێژووی ئیسلامدا
09-05-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
ئەشکەوتی شانەدەر نیشتمانی نهێنیی و ڕاستەقینەی ژیانی مرۆڤایەتیی
09-05-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
قەرەخەرمان خواردنێکی دێرینی کوردەواریی
09-05-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
جووتیاران پلە و هەڵوێستیان لە شۆڕشی دیموکراسی نیشتمانیدا
08-05-2024
ئاراس ئیلنجاغی
ڤیدیۆ
فیستیڤاڵی ساڵانەی پەیمانگای ماد
08-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
فیستیڤاڵی ساڵانەی قوتابخانەی فاخیر مێرگەسۆری نێودەوڵەتی ساڵی 2024
08-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
گوندی گردی ماوان
08-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 518,985
وێنە 106,396
پەرتووک PDF 19,240
فایلی پەیوەندیدار 96,836
ڤیدیۆ 1,376
ژیاننامە
ناشاد
ژیاننامە
عەلی حەسەنیانی
ژیاننامە
سەڵاح محەمەد کەریم
ژیاننامە
کەیوان کەوسەری
ژیاننامە
نیشتمان سەعید
Silo Koro
کوردیپێدیا، (مافی گەییشتن بە زانیاریی گشتی) بۆ هەموو تاکێکی کورد دەستەبەردەکات!
پۆل: ژیاننامە | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Silo Koro

Silo Koro
Nav:Silo
Nasnav: Silo Koro
Navê Bav: Remwê Feqe
Sala jidayîkbûnê: 1924
Sala koçkirinê: 02-06-1998
Cihê jidayîkbûnê: gundê Hinêwiyê، Dêrika Hemko
Cihê koçkirinê: Dêrika Hemko
$Jîname:$
Zinar Mistefa
Belê, ez mikur têm ku dereng ketiye. Gereke min ev nivîsa ha ser rehmetiyê Silo Koro ji mêj ve danîbane, nexasim ku em û Silo Koro gundiyên hev û dû bûn. Hê ji wilo kûrtir jî, di sihan de ji sed salên bistan, têklayiyeke dostanî di navbera bavê min Mistefa Mehemed - Raşad Zaza” û bavê Silo Koro Remwê Feqe de hebû. Lewra jî, dema ku çend malên kurdan li gundê “Erûl” di sala 1962 an de, ji ber zext û zora Ereban neçar mabûn. Bavê min, Silo Koro û du malên din anîne nike me- li Xanaserê- bi cih kirin. Silo Koro û zar zêçên xwe, 3 salan li cem me li hewşê man. Lê ji dîtin û naskirina pêşî ve,
keyfa min ji sitranên wî re hat. Sitrana yekem ku min ji devê Silo Koro bihîstî, Firmana
Aleqemşê bû.
Silo bi hêrs û dilekî şewtî digot:
Firmana Aleqemşê
Mêr û jin kirne hewşê
Hemû bi hev re kuştin
Heta yek ji wa ne hiştin
Qîrîna bûkê salê
Xûn herikî newalê
Wa wehşê kurê wehşa
Agir berdana laşa
Bêgoman ta demekê jî, min wate ya gotinên stirana Silo Koro fêhim ne dikir. Lê Silo, bi hostayiya xwe ya bêhempa di gotina stiranê de, û herwesa bi wî awazê herbî ku ji stiranê
re danîbû, bi timamî ez xistibûm bin bandora stirana xwe de. Vêce, çi cara ku firsendekeke nû çêbûbane, min ji Silo Koro stirana Aleqmeşê dixwest. Paşê, piştî ku ez bîrewer û mezin bûm, Min jî pirs û lêkolînin xwe ser Firmana Aleqemşê” çêkirin, û di sala 1993 an de, min çîrokeke kurt bi navê Alqemşê ser wê tawana hovane ku Tirkan di sala 1926 an
de li gundê Aleqemşê dijê gundiyên kurd pêkanînbûn,nivîst.
Malbata Silo Koro û destpêkên wî:
Bavê Silo Koro (Remwê Feqe), serokê eşîra Bêdaryan bû. Cih û warê Remo Hinêwî bû. weke ku Xêredîn ê Silo koro ji min re gotî; Bavê wî destpêkê Qur'an xwên bû. Lê
hinermendê mezin Bihemedê Yexmûr ku dostê Remwê Feqe bû, û di mêhvandariya wî de bi heftiyan dima û stranên xwe digotin, hişt kû Silo Koro ji xwendina Qur'anê were ser gotina stiranê. Gava Remwê Feqe nasdike ku kurê wî stiranbêjekî jêhatiye, ew jê re dibêje: Koro ji xwe re stiranan bibêje, ji xwe re stiranan bibêje, belkî tu karibî paşê xwe pê xwedîbikî?. Ez bawernakim ku di pey min re kes guh bide te! Şewata Qezercebê û Hinêwiyê û kuştina Remwê Feqe Havîna 1941î bi kuştin û şewat û xirabûnê bi ser gundên navçeya Dêrika Hemko de hatibû. Behrek ji filhên Dêrikê, ku peyatî ji dagirkerên Ingilîz re dikirin (yên ku ji sînorê Eraqê ve derbasî Dêrikê bûbûn) dest danîbûn ser(û pê zirt li (مخزن الاسلحة – depoya çekan kurdan dikirin. Birînen kevin, nemaze firmana
1915 an ku Tirkên Osmanî anîbûn serê filehan ji nû ve hatibûn vejandin û rewş bi timamî ne xweş bûbû li bajarokê Dêrikê. Ofîsere kurd yê birûmet Hemîd axa bi bêbextî ji aliyê fillehan ve hatibû kuştin, kû dagirkerên Firansawî û Inglîzan pişta wan digirtin û hevalbendiya wan dikirin. Kurdan vêce, hebûn û mana wan dagirkeran li ser axa welatê xwe qebûl ne dikirin û bêhtir serxwebûna Sûrî dixwestin. Dagirkerên Inglîz (bi hêrskirina heval-bendên xwe yê filleh) bi çavên şer û dijminatiyê berê xwe dabûn kurdan. Qurban û rawesteka pêşî di êrîşên Inglîzan de ser gundên Kurdan bû
Qezberceb. Di sisyê temmûzê de, sala 1941î, wan berê temetîk û topên xwe dabûn gund. Wê rojê, xelk bi gêrekirina bênderên xwe ve mijûl bûn. Bi teqîna fîşek û topan re, gundî
ji tirsa bela-wela bûbûn. Hinek ji wan ber bi sînorê Tirkiyê ve revîbûn. Hin dîtir berê xwe dabûn wan gundên hawîr dor. Mirovekî Qezercebî ku hingê (12) salî bû, ji min re got: Bi reva xwe re, tu nemabû ku ez pêl roviyên du zilamên kuştî bikim. Ne bes wilo ji, Inglîzan gund şewitandin û xortekî bi navê Bihemed di mizgevtê de kuştibûn. Dibêjin ku ji derbên
fîşekan, kezeba wî Bihemedî bi dîwarê mizgevetê ve mabû.
Hê sê roj ser şewata Qezercêbê re derbas ne bûbûn,serê sibihê zû di şeşe temmûzê de, û hê Remwê Feqe di xew de, topên Ingilîzan bi ser Hinêwiyê de hilewşabûn. Di wî Şerî de, Remwê Feqe û xortekî mitirb hatibûn kuştin. Weke ku li Qezercebê kiribûn, Ingilîzan Hinêwî jî şewitandin. Mirovên Remo, termê birin li serê Girê Reş veşartin. Xaçek li ser kêla Remo hatibû kolan, ango fillehan ew kuştiye. Li gor gotinên Silo Koro, yekî filleh bi navê Xemîs ku di nav leşkerên Ingilîz de xizmet dikir, bavê wî kuştibû. Paşê wî Xemîsî ji tirsa revîbû çûbû Eraqê. Silo Koro bi xwe nizanîbû çawa ew û birayê xwe yê (7) salî Elo ji mirinê sax filitîbûn. Hema hema fîşek ji her alî li wan dibarîn. Elo destê Silo girtibû, û herdukan bazdidan. Silo ji Elo re digot: kuro Elo dev ji min biqere. Kuro tu xwe xilaske, tu xwe Xilaske! Lê Elo yê bi dil û ceger digote Silo: Koro, ku ez sax bimînim, ez dev ji te nagerim! Demeke zor zehmet di jîyana Silo Koro de destpêdike. Silwê bitir û delaliyê bavê xwe, perîşan û tangezar dikeve. Tiştekî wî korê hafiz namîne ji bilî deng û hinera wî pêve, ku jê re dibin kar û sineet. Weke ku Silo Koro digot: Di dawiya çilan de ji sedsalê bîstan, ew di nav civatê de weke stiranbêj hatibû naskirin. Di sala 1948 an de, Silo koro dizewice piştî ku Fatima Silê ya torî direvîne. Ji Silo û Fatimê re, sê zarok çêdibin (Sicûra, Ekrem û Xêredîn). Ji hingî û pê de, qonaxa herî giring di hinera Cile kore do dostnâ dike. Cilo hi homû hêz û hemeta xwe ve peyabûbû
nav xelkê û stiranên xwe ji gundî û bajaryan re digotin. Ode li
gundan dihatin dagertin gava xelkê gundekî ji gundan dibihîstin ku Silo wê rojê hatiye wir. Şevbêrka ku Silo koro tê de digot dom dikir heta seeteke dereng ji şevê. Li Dêrikê û
Qamişlo, nav û dengê Silo koro belav bûbû, û civatê ew dixweste wan bajaran. Ji devê Silo koro, xelkê şer û lawikên herî heja bihîsitbûn. Herwsa, wî ji azadî û serxwebûna kurdan re helbest û stiranên xwe digotin. Silo koro bi
stiranên xwe yên kilasîkî û folklorî gelek zengîn bû. Silo bi xwe digot: Tişta ku di enbara min de heyî ji lawik û şeran li cem kesekî nîne, û kesek di vî warî de nikarê xwe li ber min bigrê.
Ji lawikên Silo koro:
Lê Gewrê
Lê Gewrê
Ji kiçik û ji mezina
Kes nîne ku kulek di dil de nebê
Ezê kulê dilê xwe kime nav
dismaleke sor û zer de
Ezê wê dismalê kime sebeteke hesin de
Ezê wê sebetê berdime ava mezin de
Gewrê, wayê wayê
-Seyranê
Ez seyrana mala Mistê me
Ez baranek ji baranê hûrî tevlî bême
Ez kevokek ji va kevokê sorî li pencerê me
Ez ezîza li ber dilê ti me
Û ez şêrîna li ber dilê bavê me
Û mehbet û melhema dilê kurkê xelkê me
-Dêrsim
Lê lê Dêrsimê
Hinge dinga eskî sewdan
Kerê, kerbavê
Tu ne Tirkî, ne Ecemî
Çima tu bi zimanê xwey bajarî
bi min re xeber didê?
Yewel Dêrsim
Dêrsim Dêrsim
Ezê kalim, kalekî va sala
Hinga ez canbûm
Ez şahiya dilê xorta bûm
Lawo !
Ez digeram li serê cebel û zinara
Ez îro rûniştime li perê dîwanê
Kesek bi destê min nagirê nabêjê
Em herne malê
-Nayifa Hecî
Eman eman
Nayifa Hecî
Ez çûme civatê
Pişta mala, min kes ne dî
Ez qeherîm, Xûn li ser dilê min tewirî
-Delêl û delal
-Besna Xelîl
-Gula mîrî
-Xizala Teyfûr begê
-Heswê xulam
-lê canê
Ji Şerên ku Silo Koro digotin:
-Mîrzo û İzêr
-Mîr Mendelî
-Şerê Hemê Mûsê
-Şêxmûs axa (şer)
-Şerê Heswê Birahîm
-Şerê Îskanê Qêsim
-Şerê Ehmedê Îskan
-Şerê Silêmanê Mistê
-Şerê Emê Gozê û Bişarê çeto
Stirana netewî li cem Silo Koro :
Hê ji xortaniya xwe ve, Silo Koro aşiqê Kurdîtiyê bû. Heke wê çaxê (di salên sihan de), civata gundî ne hişiyar û paşmayî bû, û bi kar û barên eşîrê va girêdayî bû. Hebûn jî mirovên zane û welat-parêz ku dihatin Hinewiyê û ji gundiyan behsa şoreşên kurdî û dîroka kurdan dikirin. Di henteşa bavê xwe de, Silo Koro di civata wan camêran de dirûnişt û guhdariya peyva wan dikir. Weke ku Silo digot: Wan behsa Şêx se'îd Efendî û şorşa wî dikirin. Herwesa wan digotin ku li Eraqê Mela Mistefa rabiwe doza mafên gelê kurd dike. Ji boyî serkêş û serfirmandarê pêşmergên kurd Mela Mistefa Barzanî ku di 11 yê eylûna sala 1961 î de, dest bi şoreşa kurdî li Kurdistana Eraqê kiribû, Silo Koro wesa digot:
Rabû rabû
Mela Mistefa rabû
Ew qayidê çêşê kurda bû
û li heqê kurda gerabû
Bi derketina beyan-nema 11 yê adarê sala 1970 yî de, û Iqrarkirina otonomiyê ji kurdên Eraqê re, Silo Koro gotibû:
Hat 11 yê adarê
Xêr û bêra biharê
Biwe cejina kurdê şemalê
Ji boyî serxwebûn û xilasiya kurdistanê ji bin
destên dagirkeran, Silo Koro xweşdikir û
digot:
Menal Menal dilo Menal
Kengî wê herin ew Şipqe û İqal
Sed pîrozbin li te ew Şap û Şal
Çi kilasîk û çi netewî, Silo Koro Di pênciyan û şestan de ji sed salê bîstan xweştirîn stiran ji Cemaweran re gotibû. Wê demê, hemberî wî stiranbêj li Cizîra Sûrî ne bûn, weke Silo Koro digot:
Wî û hinermendê navdar Evdilewo li Enteriyê dabûne ber hev. Paşiyê jî, Evdilewo mikur hatibû ku ew di gotina stiranê de nikare berberiyê bi Silo Koro re bike. Lê mixabin, nav û dengên Silo Koro li derveyî kurdistana sûrî wilqasî belav ne bûbû. Di baweriya min de, Sedema wê ne deng danê,
ne bûna çavên Silo bû, û di encamê de kêmherketa wî bû ku bûne asteng û zehmetî li ber gihiştin û tomarkirina dengê wî di Radyo wa Bexdayê de -beşê kurdi- ya ku stiranên kurdî diweşandin. Vê dawiyê piştî ku kasêt û masêt û teknolociya nû derket, dengê Silo gihabû gelek deveran lê îde ew ne dengê wî yê berê yê xort bû, ku weke zengilkî li ber guhê
haziran diket. Min gelek pirs ji Silo Koro dikirin û nexasim ew pirsên ser hinermendan. Li gor dîtina Silo Koro, hinermendên heri hêja di nav kurdan de Se' îdê Hemo (Se' îdê axa) û Meyrem Xan bûn. Li ser hinermendên dema nûjen weke: Mihemed Şêxo, Şivan-perwer, Se'îd Gabarî Silo Koro digot: Welleh dengên wan xweşe, Welleh dengên wan xweşe! Min rojekê ji rojan ne bihîst ku Silo Koro bi awakî neyinî behsa hinermendekî ji hinermendan kiribe. Berûvajî, nêrîna di wî warî de her û her xweşik û rehet û rengekî erênî distand. Eve Silo Koro bi kesati û hinera xwe ku me niha ji hewe re behsê kir. Raste jiyana wî hemû û bi taybeti bercewendiya wî piştî wê bêtara mezin ku li Hinêwiyê hatibû sere malbata wî ne hesanî û rehet derbas bûbû, lê
Silo bi semaxa xwe ya xurt xwe li ber wan tomet û zehmetiyan girtibû, û ji dil û can xwe dabû karê xwe yê hinerî, û bi dengê xwe yêgundiyî xweş (bêyî ku tu saz û mûzikê bi karbîne), wî renga renga stiranên kilasîk û netewî di civatan de gotibûn. Belê, Silo Koro gelek got û gelek ji hinera kurdî re kir, lewra jî rûmeta wî di nav xelkê de gelek
mezin bû. Dimîne ku em bibêjin: Di sala 1998an de, di 77
saliyê xwe de, piştî (3-4) rojan ji nexweşiyeke qaşo ne giran, Silo Koro can dabû. Wê navê vî hinermendê mezin her û her di bîra me de bimîne.
[1][2]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 538 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] تۆڕی کۆمەڵایەتی | Kurmancî - Kurdîy Serû | Medyaya civakî; Facebook; Rûpel (Dîrok û bandorên Kurdan); Dîrok 16-08-2023
[2] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https:// bernamegeh.org/ - 16-08-2023
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 5
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی لەدایکبوون: 00-00-1924
ڕۆژی کۆچی دوایی: 02-06-1998 (74 ساڵ)
جۆری کەس: بەندبێژ
زمان - شێوەزار: عەرەبی
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
شار و شارۆچکەکان (لەدایکبوون): دێرک
شار و شارۆچکەکان (کۆچی دوایی): دێرک
شوێنی نیشتەنی: کوردستان
لەژیاندا ماوە؟: نەخێر
نەتەوە: کورد
هۆکاری گیان لەدەستدان: مەرگی سروشتی و نەخۆشی
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): ڕۆژاوای کوردستان
وڵات - هەرێم (کۆچی دوایی): ڕۆژاوای کوردستان
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 16-08-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 17-08-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 17-08-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 538 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.142 KB 16-08-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
کورتەباس
جینۆسایدی گەلی کورد لە ڕۆژئاوای کوردستان و پڕۆژەکەی (محەمەد تەڵەب هیلال)
کورتەباس
سیناتۆر ڤان هۆڵن: داوا لە سەرکردەکانی کوردستان دەکەم رێگەی پێکەوە کارکردن بدۆزنەوە
پەرتووکخانە
جووتیاران پلە و هەڵوێستیان لە شۆڕشی دیموکراسی نیشتمانیدا
ژیاننامە
ڕێکان بێستون ئەسعەد
ژیاننامە
نەسرین کوردە
کورتەباس
زاراوەسازی لە زمانی کوردیدا
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
کورتەباس
75 هەزار ساڵ لەمەوبەر لە ئەشکەوتی شانەدەر ژیاوە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
لاوکی موسۆ
وێنە و پێناس
سنە لە ساڵی 1874
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید
ژیاننامە
داستان محەمەد قادر
وێنە و پێناس
قوتابییانی پۆلی شەشەمی سەرەتایی قوتابخانەی خالیدیە، ساڵی 1963
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
ژیاننامە
نیشتمان سەعید
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
چەمکی ئەنفال لەفەرهەنگ و مێژووی ئیسلامدا
وێنە و پێناس
گۆڕستانی چراغ لە هەولێر ساڵی 1920
وێنە و پێناس
ئاهەنگێکی هاوسەرگیری شاری سلێمانی، ساڵی 1972
وێنە و پێناس
میرزا محەمەد مەجید قازی مامی پێشەوا قازی محەمەد
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
شانەدەر Z
ژیاننامە
بڕوا عەبدوڵڵا عەلی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
ڕەحیم مەعروف محەمەدئەمین کافرۆشی
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
هیچ بڵندێک بە ئەو ناگات
پەرتووکخانە
گۆران لە نێوان زێی بادینان و ڕووباری خازر
پەرتووکخانە
نەخۆشی شێرپەنجە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
ناشاد
19-11-2008
هاوڕێ باخەوان
ناشاد
ژیاننامە
عەلی حەسەنیانی
21-12-2010
هاوڕێ باخەوان
عەلی حەسەنیانی
ژیاننامە
سەڵاح محەمەد کەریم
02-03-2022
سروشت بەکر
سەڵاح محەمەد کەریم
ژیاننامە
کەیوان کەوسەری
07-12-2023
شادی ئاکۆیی
کەیوان کەوسەری
ژیاننامە
نیشتمان سەعید
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
نیشتمان سەعید
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
هیچ بڵندێک بە ئەو ناگات
09-05-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ڤیدیۆ
ساتی کوژرانی کارزان کەریم مەغدید لە ڕۆژی 07-05-2024
09-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید
09-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
چەمکی ئەنفال لەفەرهەنگ و مێژووی ئیسلامدا
09-05-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
ئەشکەوتی شانەدەر نیشتمانی نهێنیی و ڕاستەقینەی ژیانی مرۆڤایەتیی
09-05-2024
شادی ئاکۆیی
ڤیدیۆ
قەرەخەرمان خواردنێکی دێرینی کوردەواریی
09-05-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
جووتیاران پلە و هەڵوێستیان لە شۆڕشی دیموکراسی نیشتمانیدا
08-05-2024
ئاراس ئیلنجاغی
ڤیدیۆ
فیستیڤاڵی ساڵانەی پەیمانگای ماد
08-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
فیستیڤاڵی ساڵانەی قوتابخانەی فاخیر مێرگەسۆری نێودەوڵەتی ساڵی 2024
08-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
گوندی گردی ماوان
08-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 518,985
وێنە 106,396
پەرتووک PDF 19,240
فایلی پەیوەندیدار 96,836
ڤیدیۆ 1,376
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
کورتەباس
جینۆسایدی گەلی کورد لە ڕۆژئاوای کوردستان و پڕۆژەکەی (محەمەد تەڵەب هیلال)
کورتەباس
سیناتۆر ڤان هۆڵن: داوا لە سەرکردەکانی کوردستان دەکەم رێگەی پێکەوە کارکردن بدۆزنەوە
پەرتووکخانە
جووتیاران پلە و هەڵوێستیان لە شۆڕشی دیموکراسی نیشتمانیدا
ژیاننامە
ڕێکان بێستون ئەسعەد
ژیاننامە
نەسرین کوردە
کورتەباس
زاراوەسازی لە زمانی کوردیدا
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
کورتەباس
75 هەزار ساڵ لەمەوبەر لە ئەشکەوتی شانەدەر ژیاوە
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
لاوکی موسۆ
وێنە و پێناس
سنە لە ساڵی 1874
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید
ژیاننامە
داستان محەمەد قادر
وێنە و پێناس
قوتابییانی پۆلی شەشەمی سەرەتایی قوتابخانەی خالیدیە، ساڵی 1963
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
ژیاننامە
نیشتمان سەعید
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
پەرتووکخانە
چەمکی ئەنفال لەفەرهەنگ و مێژووی ئیسلامدا
وێنە و پێناس
گۆڕستانی چراغ لە هەولێر ساڵی 1920
وێنە و پێناس
ئاهەنگێکی هاوسەرگیری شاری سلێمانی، ساڵی 1972
وێنە و پێناس
میرزا محەمەد مەجید قازی مامی پێشەوا قازی محەمەد
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
شانەدەر Z
ژیاننامە
بڕوا عەبدوڵڵا عەلی
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
ژیاننامە
ڕەحیم مەعروف محەمەدئەمین کافرۆشی
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
هیچ بڵندێک بە ئەو ناگات
پەرتووکخانە
گۆران لە نێوان زێی بادینان و ڕووباری خازر
پەرتووکخانە
نەخۆشی شێرپەنجە

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.234 چرکە!