Şêwekar Rûken Ekîncî, ligel alavên bermayî, bi karbonat, qehwe û qaçilên lîmonan û porteqalan berhemên xwe çêdike û dîroka Kurdan derdixe holê. [1]
Şêwekar Rûken Ekîncî, ligel alavên bermayî, bi karbonat, qehwe û qaçilên lîmonan û porteqalan berhemên xwe çêdike û dîroka Kurdan derdixe holê. Rûkenê nivîskarê Kurd Musa Anter, Dayikên Aştiyê, Tahîr Elçî û kesên girîng ên têkoşîna azadiya Kurd jî di tabloyên xwe de dineqişîne. Rûken Ekîncî bi pêşangeha “rengên jiyanê dihewîne” ya li Amed û Êlihê vekir, wêneyên kesên navdar ên dîroka Kurdan xêz dike û dîrokê dibe siberojê.
Rûkenê got, pêşangeha wê li saziyên fermî bêyî hincet hatiye astengkirin. Her wiha ÎHA û ajasanên din pê re roportaj kirine, lê bi qest navê ‘Rûkiye Ekîncî’ bi kar anîne. Yanî navê Kurdî sansur kirine. Tevî ku wê gotiye rast bikin jî di encama xweranegirtina li Kurdî de navê wê yê bi Kurdî Rûken, hatiye sansurkirin.
Derfetên xwe afirand
Rûkenê da xuyakirin ku ji zarokatiyê ve têkiliya wê bi wênexêziyê re hebûye û got, “Ji ber tiştên ku bi serê min de hatin, ez neçar mam demekê dev ji vî karî berdim. Ji ber ku tê xwestin, jin dûrî civakê be. Ligel vê, dema mirov Kurd be jî rewşeke cuda dertê holê. Mirov dibin hedef. Ji ber vê, neçar mam demeke dirêj taloq bikim. Beriya bi 7 salan ketim nava lêgerînê. Ji bo xeyalên xwe min ji bêderfetiyê derfet afirandin. Min got, divê ez nasname, dîrok, nirx û têkoşîna xwe xêz bikim. Min dest pê kir, ti tişt di destê min de tinebû. Min xebatên bi pênûsê çêkirin. Lê vê têra min nekir.”
Bi qehweyê navdarên Kurd
Rûkenê got, ji ber ku alavên wê tinebûne, ji metbexa xwe alternatîf afirandiye: “Min di berhemên ewil de karbonat bi kar anî. Piştre min ji qaşûlên lîmon, porteqal û xweliya çixarê tablo çêkirin. Piştre min ji qehweyê tablo çêkirin. Min wêneyên jinên di dîrokê de hatine tinekirin, xêz kirin. Piştre min portreyên kesên navdar ên dîroka Kurdan çêkirin. Yek ji van Mûsa Anter bû. Min portreyê wî bi telveya qehweyê boyax kir.”
‘Jiyana gelê Kurd dîroka min e’
Rûkenê got, pêşangeha ‘rengên jiyanê dihewînin’ du caran li Êlihê vekiriye û xwestiye li saziyên fermî jî pêşangehê bidomîne lê rayedaran destûr nedaye: “Xebatên min li ser Kurdbûnê bûn. Ji ber vê destûr nehat dayîn. Min jî bi derfetên xwe pêşangeha xwe vekir. Herî dawî min pêşangeha ‘rengên jiyanê dihewînin’ li Amedê bi Turkan Elçî re vekir. Jiyana gelê Kurd dîroka min e jî. Ji ber vê, min jiyana xwe jî xêz kiriye.
Min xwest ez pêşengên Kurd nemir bikim.”
Rûkenê di dewamê de got, “Gelek weşanên çapemeniyê xwestin nûçeya min çêkin. Ligel ajansên herêmê, ajansên li Tirkiyeyê hatin. ÎHA û çend ajansên din hatin. Roportaj kirin. Roportajên min bi vîdeo bûn. Lê dema nûçe weşandin navê min ne wek ‘Rûken Ekîncî’ wek Rukiye Ekîncî dan. Ev êrişeke li hember nasnemeya min e. Çi dibe bila bibe ez dixwazim bi nasnameya xwe bêm nasîn. Ji ber ku navê min bi Kurdî bû tiştekî wisa kirin. Tevî ku min xwest navê min rast bikin jî nekirin.”