Babetên nû
|
 | Dadelî =KTML_Bold=Danasînek li ser gundê Dadeliyê=KTML_End= =KTML_Bold=Dîroka wê:=KTML_End= Gundê Dadeliyê bi qasî 30 Kîlometran Başûrê Rojavayê bajarê Kobaniyê dikeve. Mirov dikare bêje gundê Dadelî gundekî ne ewqas kevnar e, li gorî ku kal û extiyarên gund dibêjin dîroka vî gundî vedigere heft bavan ango bi texmînî vedigere 250\'î sal berê. Du kesan ev gund ava kirine, navên wan jî Hemê Silojik û Elî Silojik e. Gund ji êla Elî dînî ne ji atî silojikan ne, xelkê gund bi gişî k xizmên hev in. =KTML_Bold=Wekî peyv:=KTML_End= Wek peyv Dadelî kes neghêjiye weteya wê, lê hin kes dibêjin peyva Dadelî ji kalekî navê wî Dadî bûye, hatiye wergirtin, ew kesekî ji aliyê bakurê kurdistanê yeye, lê hin dibêjin li gund bi pir bûna baranê lehî çêbûye, bi kolandinê erdê jê re digotin avê lê da . =KTML_Bold=Di warê çandiniyê de:=KTML_End= Gundê Dadelî di warê çandiniyê de piranî xwe dide li ser çandina genim, ceh, kemûn, zeytûn û her wiha bi xwedîkirina pez. Xelkê gund di zû de li ser xwendina ziman, piranî ji wan Diktor, Muhendis, Mamoste û karmend in derketine. Derdora 100 heta 140 malî hene û serjimariya gund di navbera 1000 heta 1300 kesî ye . Erdîngariya gundê Dadelî erdên wê bejî ne ji ber kêm bûna avê, lê xelikî gund avê ji gundên Şemî, Qinê û ji Qurdîn avê dînin, dûrê gund nêzî 4,5 Km û erdên xwe av didin erdên ku nêzî 100 hiktarî ne . Taybetmendiyên gund piranî ji xwendina ziman û çandê kurdî de rabûne, her wiha lê kesine di warê siyasî de roleke pir girîng lîstine tê hebûne wek şehîd mamoste Osman Dadelî ku di partîya PYD\'ê de xwedî roleke mezin lîstiye . Yekem car Dibistan di sala 1976 an de hat vekrin . Çavkanî: Hevpeyvîna bi xelkên gund re.[1] | | Dadelî |  | Kovan Sindî Kovan Sindî nivîskarekî kurd e ku li sala 1965ê li devera Zaxo hatiye dinyayê û xwendina amadeyî li wê derê qetandiye. $Jiyan$ Kovan Sindî Li salaLi sala 1984 ê dibe endamê rêxistinên nihênî yên PDK. Li çiriya pêşîn, li 1987\'ê rêxistina wan keşf bû û gelek ji hevalên wî ji aliyê rijêma Bees ve hatin sêdare dan. Kovan qurtal dibe, derdikeve nav rêzên şoreşê û li komîteya devera Zaxo dibe pêşmerge. Pişikdarî di gelek şerên mezin de kiriye, wek dastana Dêrelok, Şeraniş, Dêmka û gelek cihên din. Piştî enfalên 1988ê koçberî Bakurê Kurdistanê dibe, li kampa penaberan li Amedê, di bin barûdoxên dijwar de jiyana xwe derbaz dike. Li sala 1991 ê diçe Asîna, piştî salekê ji wê derê derbazî Elmaniya dibe û li bajêrokê Ahrensburg li eyaleta Schleswig Holstein akincî dibe. Salekê li zanîngeha Hamburg (Welt Universitet) zimanê elmanî dixwîne, lê ji ber barûdoxên jiyana wî ya bi zehmet neçar dimîne ku destan ji xwendinê berde. Li 1998ê li welatê Denmarkê akincî dibe. Li 2001 ê, li zanîngeha Aarhus, beşa derûnnasiyê tê wergirtin. $Hinek ji gotin û pendên wî$ Ga di nav golikan de pispore, di nav pisporan de golike. Keştîvanî bi deryan re nehengên sînggoşad divên, karê her kêvjalekê nîne bijenîtin bi çengalan. Mirov pir diêşe dema winda dike, lê êşa ji hemiyan girantir dema bi xwe winda dibe. Ji wî bawer neke yê bi gotinan barê te helgire, lê ji wî bawer bike yê tu barê xwe li piştê dibînê. Pir asane aferînişan bibînî, welê pir sexte ku mirovan ji nêv peyda bikî. Tawanên reş li bin tîrêjên xorê jî spî nabin. Yê serê wî li ser kevirên wî rehet nebe, li ser pembûyê xelkê jî rehet nabe. Mejiyê nikane rêyekê ji bînahiyên xwe re rûşen bike, dê serê wî li ber dîwarên xelkî be. Bimire kafirek azad, ne bijî bawermendek kole. $Berhem$ Çirayê Şev, helbest, Duhok (2006) Rojên Êtûn, roman, 252 rûpel, Duhok (2007) Nalînên Peravan, roman, bergê 1, Weşanên Han, Berlîn, çile 2010 Nalînên Peravan, roman, bergê 2, Weşanên Han, Berlîn, sibat 2011 Feryadên Burcan, roman, Weşanên J&J, Amed, 2014 Bagerên Reş, roman, Weşanên J&J, Amed, 2016 Cengel, roman, Weşanên J&J, Amed, adar 2017 Asingerê Kor, roman, Weşanên Peywend, Wan, Çiriya Duwê 2021 Goşeyên Tarî, roman, Weşanên Ronya, Wan, Kanûna Duwê, 2023. [1] | | Kovan Sindî |  | JI Qehra Guliyên Te Navê pirtûkê: JI Qehra Guliyên Te Navê nivîskar: #Aras Hiso# Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo Navê çapxaneyê: Şilêr Sala çapê: 2019
Ji ber ku helbest tu yî hestên min ên lerizî ji payîza bejna helbesta te yeko yeko bi ser vî bajarî de diweşin evîneke tazî ku bi qasî dêmên te spî ye ji çavên te yên helbestî diwelidin Serma dilê xwe yê zivistanan li ber alawiya hestên te germ dikim ji ber ku helbest tu yî erê, ji ber ku helbest tu yî hîna jî dilika şîn li wê hîverona gerdena te daçikandî ye hîna jî kesera peyvên dilmayî li ser neqşên lêvên te sêwî mane hîna jî sêfûniya têlên kemana derizî ji dengvenda rehjena dilê te diteyîse hîna jî destên min bangî destên te dikin hîna jî artêşa tiliyên min dixwazin mîna siwarên Derwêşê Evdî ber bi lûtkeya miştenûra evîna te ve bibezin Û hîna jî dimdima dilê min ê bi kul bi teşqele ye ji ber ku helbest tu yî erê, ji ber ku helbest tu yî bejna xortaniya min mîna şaxekî tewiya yî bi ser dilê te de hêjîrên bêrîkirinê jixwe diweşîne sanciyên gotinên min mîna dayîkeke xew lê herimî her şev di qeraxa dilê min de werimî ne hevoka min a devbişîr mîna zarokekî şekir ji destrevandî her sibeh li wê şabûnka lêvên te digere ji ber ku helbest tu yî erê, ji ber ku helbest yî li wê xerîbiya çola te min her tişt jixwe weşand êdî rût mam were bi kirasê helbesta xwe yê kesk xwe li tazîbûna evîna min bigerîne.. êdî tu û helbesta xwe man û hevoka min a nîvzerî ma êdî ez ê dest bavêjim wê qirika xwe ez ê te ji xwe biweşînim biqîrim... bigrîm... bikenim... û bêjim... ji ber ku helbest tu yî Ez ji te hez dikim [1] | | JI Qehra Guliyên Te |  | Osman Mihemed Osman Dadger Osman Mihemed Osman 1923-1983. Bavê wî “Şawîş Mihemed” xelkê gundê Dêrswanê ye û li gundê “Qert Qulaq” niştecih bûye. Osman di zarokatiya xwe de, li Xocê gundê “Qart Qelaqê” ya mezin bi zimanê tirkî xwendiye. Paşê dibistana seretayî li dibistana seretayî ya Efrînê heta pola çaran xwend û bawernameya dibistana seretayî li Ezazê di sala 1936 an de stend. , wî wek wergêrê zimanê tirkî li cem parêzgarê Helebê kar kir, û bi karê xwe li zanîngeha Şamê yasa xwendiye, û di sala 1946 an de destûrnameyek jê standiye, lewra du salan di pîşeya qanûnî de kar kiriye. Dûre dev jê berda, pê bawer bû ku ew ne pîşe ye ku li gorî rastbûna wî bi xwe re ye. Serlêdana dadweriyê kir û di sala 1949 an de li Efrînê bû dadwerê lihevanînê, piştî wê di navbera parêzgehên Heleb, Hemayê û Hesekê de bi cih bû, ta ku di destpêka salên heftêyî de bû dadwerê dadgeha qezayê û piştre bû serokê dadgehê. Dadgeha Cezayê li Şamê. Di dawiya salên heftêyî yên sedsala borî de, Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî gazî wî kirin ku beşdarî pêşdebirina qanûnên wê bibe, û wî heta mirina xwe di sala 1983 de li wir xebata xwe domand. Rehmetî li hember hemû gelan, bi taybetî jî li hember xelkê gund û herêma xwe mînaka durustî û nefsbiçûkiyê bû. Rewşenbîrekî hêja bû ku ji bilî zimanê xwe yê kurdî, axaftin, xwendin û nivîsandina xwe bi erebî, tirkî, ”kevn û nûjen”, fransî, farisî û îngilîzî baş dizanibû. Bi pirsgirêkên gelê xwe re eleqedar bû. Di sala 1954an de beşdarî hilbijartinên parlemanî yên Sûriyê bû û di gera yekem de dengên bilind bidest xist û piştre ji gera duyem vekişiya. Her wiha di destpêka salên pêncî de beşdarî damezrandina Komela Çanda Kurdî li J. El-Kurd bûye. Cenazeyê rehmetî li goristana Ziyarat Henan a li nêzî gundê Maşala hate definkirin. Dr.. Mihemed Ebdo Elî[1] Çavkanî: Wergera ji zimanê Erebî - Kurdîpêdiya - Aras Hiso | | Osman Mihemed Osman |  | Cemal Reşîd Ehmed Dîroknasê Kurd Cemal Reşîd Ehmed Profêsor û dîroknasê kurd Cema Reşîd Ehmed ku bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê ye, ji malbateke welatparêz û berxwedêr e. Bavê wî jî di zemanê xwe de kesayetekî welatparêz bû, her wiha yek ji endamên şandeya kurdî bû ku di dîroka 07_11_1959\'an de serdana Ebdilkerîm Qasim dema ku di nexweşxaneyê de ji encama hewldana kuştina wî ji aliyê Sedam Husên ve birîndar bûbû. Her wiha bi bi Dk.Cemal jî bi wî re bû ku hingê ew zarokekî ku hîn çar saliya xwe derbas nekiribû. Ji aliyekî din ve jî têkêliya wî bi gelek aliyên netewî re hebû, jê re rûmetek bû ku kongreyeke pêncemîn ya yekîtiya Netewî ya Demokratîk û Kurdistanî vebike. Yek projeyên wî yên neteweyî ku pêşkêşî hukmeta kurdistanê kiriye ku peymangeha stratejîk ya ewlekariya netewa kurd ava bike, lê mixabin koça xwe ya dawî kir beriya ku ev projeya wî were avakirin. Asta xwendina wî zanistî: Wî dîrok û siyaset di zanîngehên ewropî de xwend, her wiha di sala 1973\'an de nameya diktorayê di bin serenava Dîroka Kurd a kevnar\' di zanîngeha Bulxariya de bi dest xist. Her wiha wî dîroka kurdî ya kevnar di zanîngehên Hewlêr, Silêmaniyê, Bexdayê û Selahedînê de ders daye. Beriya ku biçe Holendayê rastî celtaya mejî hat û di encamê de di dîroka 19-12-2016\'an de koça xwe ya dawî kir Berhemdariya wî: - Dîroja Kurd a kevnar. - Derketina kurdan di dîrokê de, her sê berg - Kerkûk di serdemên kevnar de - xwendinên kurdî di welatê Subarto de. Her wiha gelek pirtûk û lêkolînên dîtir jî weşandine. Çavkanî: wergera ji zimanê erebî [1] | | Cemal Reşîd Ehmed |  | Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî Nav: Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî Dîroka jidayîkbûnê: 1915 Dîroka mirinê: 19-08-1979 Cihê jidayîkbûnê: El-Tufeyliye – Urdin Cihê mirinê: London Danasînek li ser nivîskarê kurd Sa\'id Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî ku bi eslê xwe li welatê udrinê ya bajarê El-Tufeyliye ji dayîk bûye. Di sedsala nozdehan de bapîrê wî Şêxo Cuma ji bajarê Diyarbekirê koçî Şamê dike û li taxa Salihiyê bi cih dibe. Se\'d bi xwe yek ji nivîskarên wiha ye ku ji der ber xebatên nivîsanind, nivîskar, siyasî û civakî de gelek ked daye û serê xwe di ber de êşandiye. - Di sala 1890\'î de, bavê wî Mihemed Cum\'a, dibistana Enbarê li Şamê qedand û bû karmendê şaredariya Urdunê ya Tufayîla. - Sa\'ad Mihemed di sala 1915an de li bajarê Urdunê yaTufayîla hatiye dinê - Di sala 1945\'an de li zanîngeha Şamê bawernameya yasayê wergirtiye. - Li Îran, Sûriye, Amerîka û Brîtanyayê wek balyozê Qraliyeta Urdinê kar kiriye. Di sala 1948an de li mîrnişîna Urdunê bû Midûrê çapkirin û Weşangeriyê - Di sala 1950\'î de li serokwezîrtiyê dibe sekreter - Di sala 1954\'an de dibe wekîlè Wezareta Karên Hundirîn - Weke waliyê paytext ya Ummanê kar kiriye. - Di sala 1965an de bû Wezîrê Dîwana Qraliyetê - Di sala 1967an de bû serokwezîr - Ew endamê meclîsê bû. - Serokê fexrî yê Komela Kurdî ya Selahedîn Eyûbî bû. Gelek pirtûkên wî hene, di nav de: Kurên Maran - Xwedê an Wêran - Civaka Nirx - Civaka Nefret - Komplo û Şerê Qederê / - Di 19ê Tebaxa 1979an de li paytexta Brîtanya Londonê koça dawî kir Çavkanî: Kurdîpêdya – wergera ji zimanê erebî.[1] | | Sa\'d Mihemed Cuma\'a El-Eyûbî |  | KOLONIYA TAWANÊ Navê pirtûkê: KOLONIYA TAWANÊ Navê nivîskar: FRANZ KAFKA Navê wergêr: Fatih Aydin Wergera ji ziman: Almanî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2016
Franz Kafkayê jîyanê (bûnewerîyê) weke şerekî têkçûyî dihesibîne û di nava seqayeke resen a aydî xwe de mirov(ekî) vediguherîne kêzikekê û mohra xwe li binyata wêjeya cîhanê dixe, di çîrokên xwe yên çeşn kurteçîrok de çeqelan diaxivîne û kuştina çeqelan a ji teref mirovên Ereb bi vegotina çîroka Çeqel û Ereb weke sîleyekê li ser çavên mirov dixe. Meymûnekî ku bi destê mirovan hatiye birîndarkirin û li ser lasayîkirina tevgerên mirovan çawa veguherîye mirovan, bi nivîsandina Ji Akademîyê Re Raporek weke bangewazîyekê guhan kerr dike. Meymûn di raporê de derseke baş dide mirovên Ewropî: “Min jî ev kir. Min da avê. Tu rêya din li ber min tunebû, helbet bi qebûla ku azadî ne vebijarkek e.” Û meymûn rastîyeke dîtir bi mirovan dide fêhmkirin: “Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne lomedar im, ne jî pê kêfxweş im. Destên min di bêrîkên şalê min de, şûşeya şerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî, di pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye, xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine, gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêşandan hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji zîyafetan, ji sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, şempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin, kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtîya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî, hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.”
Kafka bi çîrokên Kolonîya Tawanê di nava cîhaneke bi hêmayan xemilandî de xwîner vedixwîne bizaveke xwendinê ya di nava gêjgerînekan de ku ji bo têgihîştina wê cîhanê, kedxwendineke zehmet pêwîst e.[1] | | KOLONIYA TAWANÊ |  | VEGUHERÎN Navê pirtûkê: VEGUHERÎN Navê nivîskar: FRANZ KAFKA Navê wergêr: Fatih Aydin Wergera ji ziman: Almanî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2010
Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.”
Ev hevoka pêşîn a Veguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e giyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di nava civaka xebatê de ye, hêmaya derasayî ya ku deriyê honakeke hem tîr, hem jî rohn vedike û bi havîbûn û bendetiya takekes a ku bi her şêweyî dinimîne, xwendevanê xwe digire dixe pey wê cotpirsa ku bersiva wê zehmet e bê dayîn: Gelo mirov ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi kêzikbûna xwe ji dest daye? An jî gelo kêzik ew zindî ye, yê ku zerengiya xwe ya hestkirina bi mirovbûna xwe bi dest ve aniye?
Veguherîn. Yek ji sertacên çîroka nûjen a mirovahiyê û di nava ‘hemû berhem\'an de, karîbara Franz Kafka. Êdî bi Kurdî. Bi wergera Fatih Aydınê ku yek ji wergêrên me yên xort e. Bi Kurdiyeke ku serfiraziya Kurdî ye.[1] | | VEGUHERÎN |  | DINYA DELAL Navê pirtûkê: DINYA DELAL Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV# Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Şairê gewre ê Kurmancîyê Fêrîkê Ûsiv, wekî dîwanên xwe ên berî niha, di vê dîwanê de jî bi zimanê xwe yî herikbar, bi lîrîzma xwe a nebûye qismetê gelek kesan, di derheqa xweza, cimaet, zanîn, adet û toreya Kurdî de şi\'rên hêja lê kirine. Fêrîkê Ûsiv, deng, reng û bêhna peyva Kurmancîyê wekî bayê sihara sibeyê xas, hênik û arambexş raberî dile xwendevanan dike. Bi her şi\'reke wî hêz û şîyana me qewîtir, girêdana me a xak û jîyanê xurttir dibe. Dinya Delal, elbûmeke ji pêjnkarî, raman, hestyarî û hez û huba Fêrîk a derheqa şairên berî wî, a xwezayê, a heywanat û a hesreta dinyayeke aş û bi bereket e. Wekî çawa behsa vê dinyaya derewîn û ruh dike; Dinya, tu çi qas delal î, Êvar û berbangê safî va, Bi erş û ezmanê xik-xalî, Bi mêrg û çîmanê avî va… … … Texmîna min, mîna kilamê, Ruh dijî, ji can der dimîne… Texmîna min Rebê alemê Haqa jî bê îsaf nîn e…[1] | | DINYA DELAL |  | ÛSIVÊ NEVÎYA Navê pirtûkê: ÛSIVÊ NEVÎYA Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV# Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Ûsivê Nevîya de bi zimanê xwe ê herikbar, pêşkarwanek, neh karwanên din û paşkarwanek li pê hev şandiye. Ûsivê Nevîya jî destanek e ku şair dixwaze rastîya jîyanê bi wê, bi me bide zanîn û kesên wê bixwînin bibin xwedan tecrube. Gava meriv vê destanê dixwîne, meriv dibîne ku şairekî ne Misilman jî kare çi qasî ji dil û bi zimanekî edebî behsa serpêhatîyeke Misilmanan bike. Fêrîkê Ûsiv di vê destanê de me dibe welatê Ken\'anê û ji serî de kêlî bi kêlî serpêhatîya Ûsiv û Zuleyxayê tîne ber çavê me. Bîne wî sêwîyê heram î reda Dayne ser serê min û ewleda… Bende jî, belê, mînanî bax e Bedewî şemsê şewq û şepax e, Xweş dike berê dara hinarê, Lê tev radike jara ançarê… Ew bende bêje: Ûsiv bedew e, Ew ber xanimê dîn û derew e. Ew bende bêje: Ûsiv aqil e, Benî Bedîlê ew miqabil e. Lê aqil xwe ne siteyra rojê ye? Na, hucet îcar dora padşê ye:[1] | | ÛSIVÊ NEVÎYA |  | HESRETDEFTER Navê pirtûkê: HESRETDEFTER Navê nivîskar: FÊRÎKÊ ÛSIV Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji Kurdên Êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gişî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê: Hezkirî tê bi lewzê xweş, Tûmê sêfîl karrêz dike, Û dihele bengiyê serxweş, Tê, mirina xwe hembêz dike. Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye. Weşanxaneya Lîsê, ji bo ku hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv çap bike û diyarî hemû welêt bike, Cilda I., Hesretdefter, Hemû Berhem weşand. Ji Weşanxaneya Lîsê, bi edîtoriya Kawa Nemir, pêngaveke mezin di warê vejandina berhemên helbestkar û wergêrekî wek Fêrîkê Ûsiv.[1] | | HESRETDEFTER |  | LÎRÎKA Navê pirtûkê: LÎRÎKA Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV# Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Li kenarê wî çemî, ku ji Çavkanîya enzel dest pê bû, Gula Elegezê şîn bû. Şayîr di vê berevokê de hîmlî li ser xezna zargotina cimeta me yî dewlemend hîm bûye. Destana Xewna Mîrmih afirandineke wisa ye, li ku şayîr tomerîkirina fîlosof îyê yî teze kiriye, ew bi nexş û nîgarêd nuh ve daye dewlemendkirin. Sala 1967\'an berevoka şayîr a sisêyan bi sernivîsara Lîrîka cap bû. Ev berevok dereceya teze bû di nava afirandinêd wî de. Di berevoka Lîrîkayê de talanta Fêrîkê Ûsiv diha ‘tîr\' bûbû, fikra wî hê gihîştî bû û ese gotî bifirîya. Û firî… Ew firîn, bû xuliqandina destana Ûsivê Nevîya, kîjan sertaceke afirandinêd Fêrîkê Ûsiv e. Ev destan li ser hîmê beyt û serhatîya zargotina cimetê yî bi wî navî hatiye nivîsar.[1] | | LÎRÎKA |  | GULA ELEGEZÊ Navê pirtûkê: GULA ELEGEZÊ Navê nivîskar: #FÊRÎKÊ ÛSIV# Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Gula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi\'ra wî dida. Ji ber wê şi\'ra Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire: Xwezil, xwezil, ya min biyayî, Xwezila bûka dîya min biyayî, Te çok veda ber pîngê wê, Serî bida ser sîngê wê, Por û gulîyê xwe reş berda, Dîya min porê te vegirta, Û min destê wê yî çira Li ser porê te paç kira…[1] | | GULA ELEGEZÊ |  | ÇAVKANÎ Navê pirtûkê: ÇAVKANÎ Navê nivîskar#: FÊRÎKÊ ÛSIV# Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Çavkanî pirtûka yekem a Fêrîkê Ûsiv e ku ev pirtûk bi zarekî herikbar, kubar û mişt ji rabûn û rûniştin û toreya Kurdî av vexwarî pêk tê. Deng û reng û bîna xwezaya wetenê xwe wekî şekirê di nava çayê de têkel kiriye û wekî karxezalekê raberî me dike. Em di vê dîwanê de li gelek taybetîyên Fêrîk rast tên ku di pirtûkên din de wê bibe palpişta hostayîya wî a li şi\'rê. Gotin û vegotina ji deryaya dengbêjîya Kurmancî av vexwarî û lîrîzma ji kana siruşta welatê wî derbûyî hê di serî de pireke zexm di navbera xwe û xwendevanan de ava dike: Gundê Pampê dawet gendî, Ez lê teglîf, ez lê xwendî. Di nav koma qewm û biran, Min wergirtiye xemla giran. Li bejna min çuxê Kurda, Kembera zîv qayîş ser da. Li ser pişta kihêl Pêgas, Xweş hêl dibim ber bi Parnas.[1] | | ÇAVKANÎ |  | ÊVARA ZIVISTANÊ Navê pirtûkê: ÊVARA ZIVISTANÊ Navê nivîskar: FÊRÎKÊ ÛSIV Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2015
Ha nolanî zar digirî, Ha li qesela li ser ban dixe, Dike dewî û dengî, Ha li pencereya tam dixe Mîna rêwîyê derengî. Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î Kurd, helbestên wî (1985 – 1997) û beşek ji hemû wergerên wî yên navdar (1963 – 1997) bi xwe digire. Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2\'yê Sermaweza 1934\'an de li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bûye. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşîyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wek malbateke Kurd-Êzdî li gel Kurdên Êzdî yên din û Ermenîyên wê deverê derbasî alîyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, li Sîpanê, di sala 1951\'ê de kuta kirîye. Zarokatîya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çîyayên Kurdan ên li alîyê Ermenistanê de derbas bûye, vê yekê jî hiştîye ku ew bibe tebîyetbêjekî yekta. Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955\'an de li Enstîtuya Pedagojîyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kirîye. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kirîye, dest pê bûye helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar û temendirêj de weşîyane. Wî di sala 1960\'î de enstîtu kuta kirîye. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kirîye. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961\'ê de hatîye çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotîya xwe ya di jîyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bûye, rojekê girtîye hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandine.[1] | | ÊVARA ZIVISTANÊ |  | Azad Bedran Azad Bedran li navçeya Siwêrek a Şanliurfayê ji dayik bû, dibistana seretayî li Amedê Nazime Tatlıcı, lîse li Lîseya Kayapinar qedand, di 10 saliya xwe de li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê dest bi perwerdeya baglamayê kir û beşdarî koroya zarokan a bi navê Koma bû. Kulilken me.Piştî salan beşdarî koma Bedran Koma Nûjiyan bû.Di gelek konser û konseran de derket.Ev koma ku beşdarî festîvalan dibû ji ber sedemên cuda hate hilweşandin.Ji ber vê yekê Azad Bedran yekem albuma xwe ya solo Réwiyén Şad derxist 2016 bi etîketa muzîka Kom. Paşê wî gelek single çêkir. Amedsporê ji bo klûbên werzişê yên wekî cizresporê xebat çêkir, Hevserokê HDP\'ê yê Edîrneyê Selahattin Demirtaş strana bi navê Em birçîna azadiyê ne çêkir û ji Azad Bedran re şand û Bedran jî stran got. Azad Bedran jî li gelek amûrên muzîkê dixe. Di sala 2019an de bi strana Zindan û Ez nisêbin Tu qamislo ku wî got, di Youtube de debuteke mezin çêkir. Bi mîlyonan nêrîn. Di dawiyê de albûma “Evîna Azad” derket pêşberî temaşevanan.[1] Kurdipedia ji wergerê zimanê Tirkî - Sara Kamela | | Azad Bedran |  | ŞÎNA ŞENGALÊ Navê pirtûkê: ŞÎNA ŞENGALÊ Navê nivîskar: ÎHSAN COLEMÊRGÎ Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul Navê çapxaneyê: Lis Sala çapê: 2021
Îhsan Colemêrgî bi Şîna Şengalê dîroka ol û gelên li herêmê bi kurtayî tîne bîra me û piştî wê jî derbasî bahskirina Êzdîtî û Êzdîyan dibe. Nivîskar ji bilî dîroka olan û gelan bahsa serdema avakirin, dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê jî dike. Di mijarên dagirkirin û belavbûna DAÎŞ’ê de hûn ê hûrgilîyên kuştin, revandin, olguharandina bi zorê û firotina jinan bibînin. Nivîskar di vegotina dagirkirina gund û bajarok û navçeya Şengalê û qirkirin û jinrevandinan de bi piranî ji serî heta dawîyê bahsa serpêhatîyên jineke ku hatiye revandin û gelek caran hatiye firotin dike. Gava meriv van serpêhatîyan dixwîne, meriv şerm dike ku bibêje ez meriv im. Meriv dixwaze ku ev ‘tişt’ û serpêhatî di demeke gelekî berê de bûbin lê mixabin ev ‘tişt’ di vê roja me de bûne; ev roja ku em bi şaristanîya wê a pêşketî(!) serê xwe heta bi esmanan bilind dike. [1] | | ŞÎNA ŞENGALÊ |  | FATİH AYDIN Di sala 1981\'ê de, li Întabê hate dinyayê. Mekteba ewil li gundê xwe û ya navîn li Entabê qedand. Xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê, di beşê Endazeyarîya Elektronîk û Ragihandinê de, di sala 2005\'an de, xelas kir. Piştî temamkirina perwerdahîya xwe, dest bi endazeyarîyê kir û heta niha jî vî karî didomîne. Di ber re, di wara Kurdî de, li ser werger û nivîs û bernamesazîya komputurê kar dike. Ji xeynî Kurdî, bi Tirkî, Îngilîzî, Almanî û Farisî jî dizane. Berhemên wî: Sefernameya Hezar û Yek Fersengî, roman, Lîs, 2014 Wergera wî: Veguherîn, Franz Kafka, Novel, Lîs, 2010[1] | | FATİH AYDIN |  | SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ Navê pirtûkê: SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ Navê nivîskar:#FATİH AYDIN# Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2014
Mîr hebûn, Zana bûn Ûsif hebûn, Mîrzan bûn Belê, Xwedîyên sebirê bûn Û pê bûne Mîrên Misirê... Ji bo xatirê Gul\'an û Mîrzan\'an Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn de jî, li ser rûyê esmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn, dîsa mîna Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê esmên dida dû şopa hev, dîsa li ser rûyê esmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşana yên li ser rûyê erdê dida. Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîtîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn, dîsa ava wê mîna ku li pey aşiqê xwe be, bêsekin û bêqerar û bêvêsîn bû. Dîsa li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Dîsa tofanên ku li ser rûyê erdê radibin û ava xwe digihînin ser rûyê esmên, ava xwe digihînin erş û elayê radibûn, bajar û şaristanîtî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Dîsa Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê. Sedsala 12\'an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê esmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin, Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin.[1] | | SEFERNAMEYA HEZAR Û YEK FERSENGÎ |  | DEFTER Navê pirtûkê: DEFTER Navê nivîskar: ELÎXAN LORAN Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2012
Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90\'î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine. Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e. Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe. Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe: Xerabo Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên - Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim – Ligel ku cînavk jî hene[1] | | DEFTER |  | MIN ÇI DÎTIN Navê pirtûkê: MIN ÇI DÎTIN Navê nivîskar: EHMED XWACE Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2020
Ehmed Xwace yek ji wan rewşenbîrên Kurd e ku gelekî nêzîkî Şêx Mehmûd bûye. Xezînedarîya Şêx Mehmûd kiriye. Şahidê rasterast ê hemî bûyerên Tevgera Şêx Mehmûd e. Bi xwe beşdarî hereketa çekdarî ya tevgerê bûye. Di vê berhema “Min Çi Dîtin” de bi awayekî kronolojîk bûyerên tevgerê ên ji sala 1919’an heta 1927’an ji me re neqil dike. Bê guman nivîsandina van awa bîranîn û şahidîya bûyeran, ji bo dîrokzan û dîroknasên Kurd qîmeta wan nayê pîvan û hêjayî hemî awa pesin û şanazîyê ne. Bi saya van awa nivîsan rûpelên têkoşînê ên dîroka netewa Kurd ronî dibin. Ew kil û kêmasî an şaşîyên hene ji me re dibin rêber ku carî nebin.[1] | | MIN ÇI DÎTIN |  | NEBAN Navê pirtûkê: NEBAN Navê nivîskar: EVDIREHMAN ELÇEK Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
“Neban” pirtûka Evdirehman Elçek a ewil e. Pirtûk ji donzdeh çîrokan pêk tê. Çîrokên wî li perê jîyanê nasekinin. Em xeyal, demên borî, dilşikestinên xedar û jêrzemînên bêavmayî di van çîrokan de dibînin. Çîroka “Neban” navê xwe dide pirtûkê. Em ê di jîyana margîskekê de bîyanîbûneke trajîk bibînin. Bi vê çîrokê re jîyana rasteqîn tê ber serê me û em bêhizûr dibin. Di çîrokên din de jî ev rewş didomin. Em ê car caran di dinyayeke biçûk de bijîn û car caran jî di nava bajarekî mezin de xwe bigevizînin. Ew rewşên ku mirovan bêhizûr dikin ji nişka ve dertên li pêşîya me. “Divê tu jî mîna wan bûyayî.” Lê ev ne mimkûn e. Qehremanên me naşibin tu kesan û ew bi zimanekî laloteyî dikin vixevix. Wê demê em fêm dikin ku ev laloteyî ji wan hêman û epîzotên Kafkaesk pêk tên. Wext dibe mirov bi qehremanên çîrokên wî re hevaltîyê dike, wext dibe em dikevin devê kêrxencerekê û rexne li me tên kirin. Dema em piçekî ji jîyanê dûr dikevin, qerepereya şopan didin pêşîya me. “Bi şiqînîya wê mifteyê re ez diçim li nava meydanekê çik disekinim.” Em ê xwe bi qeretîyan ve bigirin û nivîskar dê ji me re bibêje; “Şivan û gavanan ew her tim li ser rêyekî dîtin û ew ber bi welatekî xerîb dimeşîya û xwe bi xwe digot: ‘Ezê bi êvarê re vegerim holika xwe.\' Lê mixabin ew qet tu carî venegerîya ser qula xwe. Ew çiqas meşîya, ewqas ji[1] | | NEBAN |  | EHMED RONÎAR Di sala 1987’an de, li Batmanê ji dayîk bûye. Lê wî her dem xwe Mêrdînî hesibandiye, ji ber ku gundê wan, Huseyniyê, berê bi ser Mêrdînê ve bûye. Ronîar demeke dirêj di kargeha hunerên ciwan, Soresorê ya Fewzî Bîlge de perwerdehiya hunerên şêwekariyê dîtiye û bi endamên vê kargehê re beşdarî pêşangehên hevbeş bûye û wî heya niha sê pêşangehên takekesî jî vekirine. Dîwana wî ya pêşîn a bi navê baran ji acizî dibariya, di sala 2006’an de, ji Weşanxaneya Belkîyê derketiye. Ev dîwana bi navê pevşabûnên şîn dîwana wî ya duyemîn e.[1] | | EHMED RONÎAR |  | LE HEKARÎ DEMSALEK Navê pirtûkê: LE HEKARÎ DEMSALEK Navê nivîskar: FERİT EDGÜ Navê wergêr: Nejdet Kaya Wergera ji ziman: Tirkî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2020
Mirov “O”ya (Li Hekarî Demsalek) tenê weke romanek rastbîn bihesibîne dê têrê neke, ev çîrokek metelhişt e ku rastî vediguhere xewneke têrbaş. Ez bûm heyran ji destbikêrîya Ferit Edgü re ya ku jiyaneke rastîn wergerandiye jiyaneke romanê. Çimkî ‘O\' hêza xwe ya çavdêriyê ji hostatiya vegotinê distîne. Melih Cevdet Anday “Li Hekarî Demsalek” ku fîlmê wê di Mîhrîcana Fîlman a Berlînê ya 1984\'an de bi yekcarê çar xelat wergirt, zimanê Çînî û Japonî di nav de li zimanên cur bi cur ên cîhanê hatiye wergerandin.[1] | | LE HEKARÎ DEMSALEK |  | DEMSALEK LÎ HEKARÎYE Navê pirtûkê: DEMSALEK LÎ HEKARÎYE Navê nivîskar: FERİT EDGÜ Navê wergêr: Birahîm Ronîzêr Wergera ji ziman: Tirkî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2020
Ferit Edgü, nivîsandinê wekî armanceke heyînîyê dibîne. Vê heyînê bi afirandina hişê takekesî, bi afirandina şêwazekî nû, sade û zelalkirina zimanekî nû yê giyanî pêk tîne. Di dema ku civakparêzî serdest bû wî takekesîtî bijart, ew stewand. Bi ya wî tenê takekes dikarîbû azad bifikire, xwe biafirîne, dijber be, ji kerî veqete, û bike ku yên din jî dijberîyê bikin, li dijî nehaqîyan, fikirîna giştî, dogmayan. Qonaxên nivîskarîya wî bi çûyîna Parîsê û mayîna wî ya li Hekarîyê distewin. Bi gotina wî azmûna wî ya nivîskarîyê dibe du beş; berî Hekarîyê û piştî Hekarîyê. Li Hekarîyê çi hebû, çi bû ku ew qasî guherîn têde çêkir? Li wir çi dît, çilo dît, bi çavê kê dît? Di Demsalek Li Hekarîyê de, di navbera mirovekî avî û yekî bejî de li zimanekî hevpar gerîya. Ne zimanekî ku ji peyvan pêk tê, yekî ku ji hevparîya ruhekî pêk te: Ji ber ku zimanekî hevpar divê ji fêmkirinê re. Zimanê hevpar jî, Jîyana hevpar / zanîna hevpar / serbûrîya hevpar / carinan xeyalên hevpar, rabûn û ketinên hevpar e. Ne hevpar jî be, dişibe hev / nêzî hev / fenanî hev. Lê heye tu bêjî, Ez li tiştên ji min re nenas digerim. De naxwe rêya te vekirî be. Li wir, li Hekarîyê, di romana Hekarîyê de ne rastîyeke teqez(mutleq), rastîyeke rastî –her çi qas ji rastîyên wir xwaribe û vexwaribe jî- darîçav dike. Rastîyeke hunerî ya hûnandî şanî me dide. Li wir têdigihe(bi me jî dide gihandin) ku mantiqekî dîtir dişixule. Li wê devera dûrî her deverê, li serê wî çiyayê bilind û xalî, li Pîrkanîsa çardehmalî, wê devera sar û sermayî, bê derfet, bê rê, tenêhiştî, tenêmayî, li ber rehma Xwedê û dewletê. Li wir gava li xwe digerîya bi ser yên din ve bû, û di dawîyê de xwe nasî, wekî nivîskarekî ji nû ve za. Terkeserekî ji ber behrê pekîyayî serê çiyayekî, bajarokekî kevîya dinyayê, hew dibîne li dinyayeke dîtir e, tenê ye, di nav bîyanîyan de bîyanîyek e. Li wê derê bi xwe re, bi xwezayeke cihê û dijwar re, bi mirovên cihêwaz re rû bi rû dimîne. Terkeserê rewşenbîr hino hino dibe şahidê zor û zehmetî, pûçîtî, cihêtî, û neçarîya jîyana wir, dibe şahidê zordarîya adet û yasayên wir. Jê tê xwestin ji zarokaê wan re bibe mamoste, ji nexweşên wan re bibe nojdar. Ew, ji neçarî dipejirîne, dikeve nav hewldaneke kêmhêz. Ji xwe re, ji wan re, ji zarokên wan re li çareya neçarîyê, li çareya tenêmana xwe, tenêtîya wan digere. Bi ponijîn, bi xewn û xeyalan, bi hewldana nivîsandinê, bi lêgerîna maneya hebûn û nebûnê tenêtîya xwe piçekê sivik dike, lê ya wan… ew hînî neçarîyê bûne, olana dengê wan li gundikê wan diqutife. Axir, bi zimanekî kurt, xweş, lihevhatî, kemilî, tîr, ji me re helbestekê, ceribandinekê, çîrokekê û herweha romanekê dibêje û dibilîne ku dengvedana wî ji kengî ve ye berdewam e.[1] | | DEMSALEK LÎ HEKARÎYE |  | DI KEŞTİYÊ DÊ Navê pirtûkê: DI KEŞTİYÊ DÊ Navê nivîskar: FERİT EDGÜ Navê wergêr: Birahîm Ronîzêr Wergera ji ziman: Tirkî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2020
Di Keştîyekê De, ji heşt çîrokên ne-kurt pêk tê, di navbera 1962-1976\'an de hatine nivîsandin. Xelata çîrokan a Sait Faik (1979) standiye. Ferit Edgüyê ku gelek berhemdar e û di gelek çeşnên edebîyatê de berhem dane û bi çîrokên kurtik(mînîmal) tê zanîn, di vê berhema xwe de heman vegotina pirmane, sergirtî û tîr bijartibe jî ev çîrok ji gelek çîrokên wî dirêjtir in. Nîvî bêhtir ji van çîrokan alegorîya vê civakê, vî welatî û heme bêje vê dinyayê ne; çîrokên sembolîst in. Rastîya di nava xeyalê de, xeyala di nava rastîyê de bingeha van çîrokan e. Rastîya jiyanê û ya huner di “bîr”a mirov de dimeye û pêk tê. Rastîyên di van çîrokan de di ser rastîyên jîyana rojane re ne. F. Edgü, bi gotinên ku bi zanabêjî li pey hev rêz dike, di heman demê de gotinên ku nabêje, an xef dike jî çîrokan dihûne. Bi vegotina remzî, kurtebêj diyalogên xurt û bijartî çîrokên xwe dihûne, lewra xwendevan raz, valahî û nedîyarîyên çîrokan bi xwe temam dike. Gelek caran jî xwendevan di demên cihê de tiştekî cihê ji wan fêm dike, her xwendevan jî maneyek dîtir-cihê ji çîrokan derdixe, tameke dîtir. Jixwe ma kakilê edebîyata heqîqî ne ev e? Bi vegotina sergirtî têkilîya takekes bi hokerên giştî-civakî re saz dike. Li gorî derbirîna wî, veguheztina dinyayê bi veguheztina takekes pêkan e, takekes ku vê neke tenê dibe temaşevanekî gera dinyayê. Bîyanîbûn, genîbûn, gengeşî, xemsarîya civakê, pirçiqîna takekes, kêferata takekes, bêhntengî, kêlîkên jidestçûyî, kêlîkên xweş, xeyal, bîrhatin û bîranîn bi amûrekê, bêhnekê, bi xîjkekê derbiriye. Di çîrokan de vebêjer her rêwî ye, rêwîyekî rêwinda ye. Hebûn û tunebûn, rêwîtîya seyr a mirovan li vê dinyayê di keştîyekê de nimandiye. Rastî, rastîya takekesî û rastîya hatî sazkirin di rêwîtîyên lenhengan de darîçav kiriye. “Ew çend dûr in kêlîk gava bîr dixitime ew çend nêzîk in wê sermaya wê şevê dijîm aniha ew velerzîn di bedena min a pîr de ye aniha lê dîsa jî ne heman serma, heman velerizîn e. Tişkek kêm e. Wê şevê jî tiştek kêm bû. Bi tevahîya emrê min tiştek ji min kêm bû. Tu caran ez bi ser ve nebûm.”[1] | | DI KEŞTİYÊ DÊ |  | CIHÛYÊ XWEŞKOK Navê pirtûkê: CIHÛYÊ XWEŞKOK Navê nivîskar: ELÎ ELMUQRÎ Navê wergêr: Ebdela Şêxo Wergera ji ziman: Erebî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2014
Li gundê Rîdeyê yê Yemenî û di keftelefta dijberî û nakokîyên di navbera Misilman û Cihûyan de, di sedsala hevdehan de, Fatimaya Misilman ji Salimê Cihû yê sîpe hez dike. Quranê jê re dixwîne û wî fêrî zimanê Erebî dike, ew jî wê fêrî zimanê Îbrî dike. Têne givaştin di evîna hev û din de, lê ka reva ji dîwarên vederbûn, redkirin û nepejirandina yê din! Di vê romana cihêwaz de, nivîskarê Yemenî Elî Elmuqrî me dikişkişîne ber bi qorzîya teng a jibîrbûyî ya pirrengîyê ve. Romana ku mijara cihêrengîya olî û arêşeya wê ya kêşedar hildigire destan, hewl dide ku pirsa nefret û nehezîya olî bi amyara Evînê bide çareserkirin.
Sernivîseke balkêş ji romaneke serincrakêş re ku meriv li ber çîroka wê radiweste... Pêrgîneke bedew di navbera evîn û olê de, di navbera dil û aqilê merivan de; pêrgîneke ku bingeha rizgarîya merivanîyê ji tundûtûjî, kuştin û herifînê datîne. Meriv dibêje qey ev romana han gava ku dîrokê şirove dike, dixwaze pê re berê xwe bide dema niha di gelek welatên Ereban de… Romana ku hatiye wergerandin bo zimanên Fransizî, Îtalî, Îngilîzî...hwd, niha bi wergera Ebdelah Şêxo li ber destên xwînerên Kurd.[1] | | CIHÛYÊ XWEŞKOK |  | EMÎRXANÊ LEPZÊRÎN Û KELA DIMDIM Navê pirtûkê: EMÎRXANÊ LEPZÊRÎN Û KELA DIMDIM Navê nivîskar: Elî Teter Nêrweyî Navê wergêr: Ferdî Sak Wergera ji ziman: Farsî Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul Navê çapxaneyê: Avesta Sala çapê: 2019
Kela Dimdim û serhildana Emirxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê tarîxa kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweyê kurd e, heta çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin, Kela Dimdimê bêhtir di çarçoveya folklor û edebiyata devkî de maye. Bereksê kurdî, hê wî çaxî (1609) çavkaniyên girîng ên farisî hene. Yek ji van “‘Alem Araya ‘Ebasî” ya Eskender Begê Turkmen Munşiyê Şah Ebas ku nivîskar bixwe di yekem dorpêçkirina Kela Dimdimê de pişikdar bûye. A duyem “Ruznameya Mela Celal” e ku nivîskar munecimê Şah Ebas e, pir nêzîkî wî ye û pê re pişikdarî gelek şeran bûye. Herdu jî wek romanên tarîxî dorpêçkirin û şerê kelê, xweragirtin û berxwedana Emîrxanê Biradostî pir xweş radixin ser rûpelan.
Elî Teter Nêrweyî ligel wergera beşên li ser şerê Kela Dimdim ên van herdu kiteban, pêdaçûyinek di mêjûya Sefewiyan de dike, berê me dide pêwendiya kurd û sefewiyan a berî şer, bi tafsîlat li ser hersê serhildanên Dimdim, komkujiyên piştî şer, guhertina demografya Kurdistanê û qirkirina Mukriyan disekine. Di beşa dawî a kitebê de kevintirîn beyta Dimdim a Feqiyê Teyran ku bi serhildanê re hevçerx e, beytek ji devera Dihokê û du stranên li ser Dimdim jî hene. [1] | | EMÎRXANÊ LEPZÊRÎN Û KELA DIMDIM |  | Bajarê piştî tifebaranê (kurteçîrok, 2019-2023) Navê pirtûkê: Bajarê piştî tifebaranê (kurteçîrok, 2019-2023) Navê nivîskar:#Umîd Demîrhan# (Omitê Mistefê) Cihê çapkirina pirtûkê: Bazid Navê çapxaneyê: Digital Sala çapê: 2023
(Dehf dane merivekî bi rihdaneke çîlspî û ew avêtine hundir, pê re tu kel-mel tunebû, cil û bergên wî nû bûn û şaşika wî ya kurdî hê li sêrî bû, paşê bi şingeşinga zirze û kilîdan derî hatibû dadan. Paceyeke bêşûşe ya wekî kulekekê jûra girtiyan ji aliyê jorê ve ronî dikir, her kesî li erdekî bê raxistin xwe dirêj kiribû, hinek di xewê de bûn, hinekan jî xwe li ser kêlekekê avêtibû û milekî xwe ji serê xwe re kiribû piştek.Hema hema kesekî rûniştî tunebû, merivê tezehatî bi dengekî nizim silav da û çavên xwe li cihekî rûniştinê gerand, hêdîka li ber serê kalekî rihspî yê veleziyayî rûnişt.). [1] | | Bajarê piştî tifebaranê (kurteçîrok, 2019-2023) |  | Korpîngar Danasîna gundê Korpîngarê: Korpîngar nave xwe yê resen : ( gol + pînar ) navê xwe ji golên avê hatiye, tê zanîn ku çavkaniya avê lê dihatin dîtin, û teqandin tê gotin ku mezintirîn çavkanî lê hatiye dîtin li rojhilatî gund bû, ku ava wê ji gund ta Şêranê û Tilicbê diçû, û hatiye dîtin ku keriyê xezalan dihatin av jê vedixwarin. Ev gund Başûr Rojilatî kobanê dikeve, nêzî ( 8 ) KM ji kobanê dûre. =KTML_Bold=Dîroka wê:=KTML_End= Dîroka wê ya nû vedigerê di dawiya sedsala 19 de, derdora sala 1890 de ku ji êşîra Dedan kirîne, ji ber ku ew eşîr (xwînî ) bûn gund firotin. Şîniyên gund ên niha berê li gundê Şêranê diman Piştî ku kanî bê av man niştecîhen gund li şûna avê çandinî dikirin, li girekî bi çûk rast hatin tê texmîn kirin ku ew gir 300 M çargoşebû, ev gir vedigere serdema romaniyan û di bin gir da kelhake bi çûk hebû, ku kevirê we rengîn bûn. Gelek tişten dîrokî û ( eserî ) têda hatinê dîtin wek ( Entîke ). Yek ji kevneşopiyên berê ku niha li gund heye, kevirekî qul yan jî ( kevirê hêqo ) mirov tên zarokên xwe têra derbas dikin ji bo nexweşiyan. =KTML_Bold=Erdingariya wê:=KTML_End= Sînorên wê ji bakur bi gundê Haling, ji rojhilat bi gundê sê telp, Xerab Kurt û Cim Heran, ji başûr bi Nordan, Til xezal û ji rojava bi gundê Kulîlîk û çiyayekî bi navê (qûça Elî). Rêyek gîştî di nav gund re derbas dibe, ji aliyê bakur ve ji gundê Helincê tê û ber bi başûr ve diçe gundê Qere Mezrê, paşê Qişlê, Îtwêran û paşê jî Rodko. Her wiha geliyek mezin ji başûrê gund derbas dibe ku ji aliyê rojava ve (Çiyayê Qere Berkal) tê û ber bi rojhilat ve diçe gundê Şêranê. Ev gund ji aliyê çandiniyê va dewlemende, piranî pir li ser çandiniya ( genim – ce – nîsk ) û çandiniya daran wek ( Fistiq – Zeytûn ) û kedîkirina lawiran =KTML_Bold=Niştecîhen gund:=KTML_End= Di gunda nêzî 70 malî heye, û derdora 200 kesî di gunda heye. Di gunda 2 Ate hene hecîyan û ilêdînî, hecîyan di kevinda li gundbûn piştra ilêdînan hatin gund. Taybetmendiyên gund: niştecihên gund piranî xwe rola siyastê dilîzin kar û barên civakî dikin. Û ji fotbolê hez dikin.û ji karê hunermendî dikin. Tê texmîn kirin ku Dibistana gund beriya 40 – 50 salî berê hatiyê vekirin. Ji vê dibistanê gelek mamoste, bijîşk, hiqûq nas, û hwd. çavkanî: Rapirsîna bi xelkên gund re wênegirtin: Aras Hiso [1] | | Korpîngar |  | Xerabî Bêrgîr Xerabî Bêrgîr Gundê Xerabî Bêrgîr girêdayî bajarê #Kobanî# ye û bi 30 kîlometran dûrî bajêr e. =KTML_Bold=Dîrok û Navlêkirina gund:=KTML_End= Li gorî ku ji xelk û milet û kesên temen mezin tê pirsîn, dîroka gund rasterast ne xûya ye, lê dîroka wê ne ewqas dûr e, çiku nû hatiye avakirin. Destpêlê ev cih bi ser gundê Gikik de dihat hesibandin. Ji ber ku berê ti kes di gund tune bûn û xirabe bû, mirovan bergîr li wir diçêrandin, lewma navê gund Xerabî Bêrgîr lê hate kirin. Rêya wê di nava malan re derbas dibe qulbeyê wê rêya Rodko ye. Niha jî dûrî 3000\'kes tê deda dijîn û derdora 30-40 mal tê de hene. Beriya 40 salî berê xelkê gund bi çandiniya weke genim ceh, nîsk, kîmyon, nok û her wiha bi xwedîkirina ajalên weke pez û dewaran re mijûl bûne û ajalên xwe li gir û çiyayên nêzî gund gerandine û çêrandine. Ji nav miletê gund ji gelek zane, xwende, mamoste, karmend, diktor û endazyar e derketine. =KTML_Bold=Perwerdeya wê :=KTML_End= Dibistanê yekem li gundê di sala 1980 an de heta damezrandin, ji bo hemû polên yekem heta şeşan odeyek ji heriyê yekta bû. Di sala 2003 an de dibistanek nûjen ku ji şeş odeyan pêk dihat hate avakirin. Ew dibistan jî (2500) km çargoşe. Bi dehan şagirt ji vê dibistanê di warên cur bi cur de mezin bûne û derketin. Hêdî hêdî bi demê re ew dibistan berfirehtir bû û pê re xwendekar û mamosteyên wê jî pirtir bû. Ev gund jî mîna gelek gundên devera kobaniyê bi çand, adat û toreya xwe ve girêdayî ne. Çavkanî: rapirsîna bi xelkên gund re.[1] wênegirtin: Aras Hiso | | Xerabî Bêrgîr |  | Cefa û Hêvî Navê pirtûkê: Cefa û Hêvî Navê nivîskar: Mihemed Welîd Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo Navê çapxaneyê: Şilêr Sala çapê: 2021 Navê çîrokê Cefa û Hêvî ye nivîskar Mihemed Welîd e ji du çîrokan pêk tê ev Pirtûkeke çîrokê ye çapa yekem:2021 li Qamişlo, weşanxana: Şilêr, pirtûk ji 124 rûpelan pêk tê.[1] | | Cefa û Hêvî |  | Perwîn Salih Nav û Paşnav: Perwîn Salih Cihê jidaykbûnê: Kobaniyê li bajarê TilûTemirê Dîroka jidayîkbûnê: 25-07-2002
Hunermenda Kurd ya ciwan ku bi eslê xwe ji bajarê Kobaniyê re di sala 200\'an de li bajarê TilûTemirê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî heta pola şeşemîn li bajarê Kobanî xwendiye. Ji ber şerê di sala 2014\'an de ku li bajarê kobaniyê rûdaye, wê bi malbata xwe re koçî Bakurê Kurdistanê dike. Ji ber hezkirin û daxwaza wê ya ji muzîkê re ji zaroktiya wê de hebûye, her gava ku li kobanî bûye serî li navenda Baqî Baqî Xido ya Çand Hunerê dida û li wir xwe fêrî govend, stran, rîtim û mûzîkê dikir. Wê her tim dixwest xwe di warê mûzîkê de bêhtir pêş bixîne. Hingê wê di sala 2017\'an li bajarê Amedê dest bi xwendin û dibistana mûzîkê kir û li konservetwara Aram Tigran konservetwarê amûra sentûrê ku wê bi xwe jê hez dikir biryar da û dest bi jenandina wê kir û xwe her pêş dixsit. Her wiha wê dixwast ku jenyarê sentûrê kobanî hebin. Û taybet yekem kes ji Kobanî û ji Rojava yê Kurdistanê jenyarê sentûrê be. Heta sê sal wê li li bajarê Amedê xwand. Di sala 2019\'an de xwandina wê ya li konservetwarê qediya. Hingê di sala 2019\'an bi malbata xwe re vegeriyam Rojavayê kurdistanê bajarê Kobanî. Li Qamişlo û li Kobanî mamostetiya muzîkê kir û karên muzîkê berdewam dikir. Di ala 2022\'an di meha 12\'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li wê derê karê xwe yê hunerş û mûzîkî berdewam dikir û her xeyala wê ew e ku li her parçeyê Kurdistanê karê muzîk bikim. Çavkanî: Hevpeyvîna bi hunermed Perwîn Salih re [1] | | Perwîn Salih |  | Birad =KTML_Bold=Gundê Birad:=KTML_End= Ew li ser Çiyayê Lilonê ye, 15 km li başûrê rojhilatê bajarê Efrînê ye, ew yek ji mezintirîn gundên arkeolojîk tê hesibandin, temenê wê vedigere serdema Romayê û sedsalên duyem û sêyem piştî zayînê. serdema Bîzansê. =KTML_Bold=Peyva Birad:=KTML_End= Brad - Kafr Brad û Kafr bi Siryanî tê wateya gund û Brad jî tê wateya postevan, lê di aramî de peyva Brad tê wateya sar û navên çemên li Sûriyê û Lubnanê ji wir hatine wergirtin wek Barada, El-Beradouni, El-Bared, û Çemê Efrînê bi Yewnanî, Al-Ain Al-Barda ye. =KTML_Bold=Dêra Julyanus:=KTML_End= Ew dêra herî mezin e piştî Dêra Sem\'ana Stûnî li herêma Efrînê, û ev dêr yek ji girîngtirîn û kevintirîn dêra gundê Brad e, û sêyemîn dêra herî mezin li Sûriyê, bi dirêjahiya 42 m. û firehiya wê jî 22 m ye. Ew ji endezyar Julyanus ve tê girêdan, ku avakirina wê di sala 402\'ê zayînê de qedandiye. =KTML_Bold=Perestgeha piçûk:=KTML_End= Bi tevayî bi katedralê ve girêdayî ye, ew dêra çargoşeyî û biçûk e û wê demê bi stûnên avahiyeke pûtperestî hatiye avakirin û qata wê bi mozaîkan hatiye xemilandin. Zanyarê Butler dibêje ku perestgeh di sedsala pêncan de hatiye zêdekirin û piştî demeke kin hatiye avakirin. Dêra ku cesedê kahînekî bi navê Marmaron tê de bimîne. Brad dergûşa mîrata Maronî ye, ku Marmaron kî ye? Ew li dora sala 350 h.z. li Kefr Nebo hatiye dinê, ew xwedî nijad û zimanê suryanî ye, peyva “mar” peyveke suryanî-aramî ye û bi maneya “mamoste” ye. Roj û şevên xwe bi rojî, nimêj û hişkiyê li der û dora xwe derbas dikir, ji gund û bajarokên cîran xelk dihatin cem wî, ji bo ku jê re şîfaya laşî û giyanî jê bistînin û di sala 410-ê mîladî de mir, bi vî awayî şerekî dijwar qewimî. Di navbera rûniştvanên bajarên cîran de ji bo desteserkirina laşê wî derket û bajarokê Brad bi ser ket. =KTML_Bold=Brad of edsalên 5-6-an PZ de:=KTML_End= Ev sedsalên 5 û 6 ê zayînê de taxên Rojavayê gund hatine avakirin û du dêr here ku yek ji wan digihê dua 540 piştî zayînê û ya biçûk jî digihê sedsala 7an. du keşîşxane û bircek heye, ji bilî stûnek ji bo îbadetê, ku dirêjahiya wê 8 metre ye. =KTML_Bold=Brad di sedsala 7-an de PZ:=KTML_End= Brad navendeke hecê ya rastîn bû, û nifûsa wê di sedsala heftemîn a zayînê de berfireh û zêde bû, û taxên wê bi toreke riyên navxweyî ve hatin girêdan ta ku ew bû navendek îdarî, çandinî û pîşesazî li tevahiya herêma Çiyayê Simeon, û genim û Bazirganiya zeytûnan tê de geş bû, ji bilî pêşveçûna pîşesaziyên çandiniyê yên wekî derxistina rûnê zeytûnê, ku heya roja me ya îro bi wê tê zanîn. =KTML_Bold=Brad di sedsala 10-an de PZ:=KTML_End= Di sedsala 10\'an a zayînê de Brad veguherî navendeke parastinê ya Bîzansiyan û avahiyên wê yên olî veguherî kelehên şer ku tê de hêzên leşkerî bi cih bûne. goristan, yên herî bi nav û deng goristan, hemam û niştecihên Romayê ne, ku hemû jî ji serdema Romayê vedigerin. Bi veguhestina cesedê Marmaron, parêzvanê Maronîtan li Lubnan, Rojhilat û cîhanê, ji bo Brad, mirovan dest pê kir ku berê xwe bidin Brad da ku pîroz bikin ew pîrozbahiya ku comerdiya wî li herêmê belav bûbû. Civaka Maronî û nûnerên mezhebên Xiristiyan ji bo bîranîna damezrînerê civaka Maronî li gundê Brad şahiyek mezin li dar xistin, ku ew roj bû bûyerek olî ya fermî ku ji bo wê merasîmên taybetî li gund têne lidarxistin. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê, kavilên Bradê bûn hedefa balafirên Tirk. Evîn Îbiş çavkanî: Kurdîpêdiya - wergera ji zimanê Erebî [1] | | Birad |  | Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê Navê pirtûkê: Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê Navê nivîskar: Yusuf Kaynak Cihê çapkirina pirtûkê: Wan Navê çapxaneyê: Sîtav Sala çapê: 2022
Guldesteyek Jı Edebiyata Cihane Berhema li ber desten we, wek ji nave we ji diyar e, guldesteyek e. Ango serdemeke diyar, heremek an ji welatek ji bo xwe nekiriye armanc. Di ve guldesteye de niviskaren ji serdemen cuda ü ji gelek welaten cih girtine. Di berheme de ji 33 niviskaren klasik u nujen en ku wejehez wan ji nez ve nas dikin hene, ku her yek ji wan hejayi naskirin u nirxandine ye. Lewre her yeki e ji wan mora xwe li serdema xwe daye. U em dikarin bibejin ku iro edi ew ne tene nirxen welaten ku le jiyane yan ji zimane ku pe nivisine ne, ew bune nirxen hevpar en wejeya cihane. Jixwe berhemen piraniya wan ji li gelek zimanen cihane hatine wergerandin u li her dera cihane bi kefxweşi ten xwendin.[1] | | Guldesteyek Ji Edebîyata Cîhanê |  | JIYANA MIN Navê pirtûkê: JIYANA MIN Navê nivîskar: Golda Meir Navê wergêr: Fahriye Adsay Wergera ji ziman: Îngilîzî Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul Navê çapxaneyê: Avesta Sala çapê: 2022
(Tenê tiştek heye ku hêvî dikim berî mirina xwe bibînim ku divê êdî gelê min muhtacî merhametê nebe.) Golda Meir. [1] | | JIYANA MIN |  | JÎYANÊ LI ÎSTASYONÊ DEST PÊ KIR Navê pirtûkê: JÎYANÊ LI ÎSTASYONÊ DEST PÊ KIR Navê nivîskar: #JAKLİN ÇELİK# Navê wergêr: DILAWER ZERAQ Wergera ji ziman: Tirkî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2007
Roja nû, ku amadekarîya teslîmgirtina hemû bajêr dike, li îstasyona ser xeta ‘Halkalı-Kumkapı\'yê, leqînên ewilî yên hişyarbûna veşartî pê tîne. Tîrêjên wê yên ku ji bo germkirinê hê nû şiyar bûne, bi pêlan re dibin yek, piçekî din jî bi xwe ve tên û bi wî awayî digihîjin îstasyonê.. [1] | | JÎYANÊ LI ÎSTASYONÊ DEST PÊ KIR |  | ŞAHÎYA HÊRSÊ Navê pirtûkê: ŞAHÎYA HÊRSÊ Navê nivîskar: #JAKLİN ÇELİK# Navê wergêr: DILAWER ZERAQ Wergera ji ziman: Tirkî Cihê çapkirina pirtûkê: Amed Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2012
Romana Jaklin Çelik ya çîroka sê jinan xwediyê mijareke balkêş e. Bo ku cendexewneke kevn binax bike, vegeriyabû Stenbolê; li kuçeya xwe, li mala xwe a ku bi salan bû neçûbûyê, vegeriyabû. Di berîka wê de gulazeke porê zarokekê hebû; zarokek ku li Xarpêtê ji dê û xwişkên xwe hatibû kirin û a niha dixwest li xwediyên xwe, li axa xwe vegere… Xanîberfiroşekî ecêb û delaliya wî a jê jî ecêbtir; heter lê dikirin, bo ku vê mala ku ji pêşeroja wê, ji dîroka wê mabû û a niha mişkan ew der kiribûn qulistana xwe û hey textên wê ên riziyayî dikeritandin, bikirin. Gelo wê dê karibûya vê mala ku Ramelayê di navbera jûrên wê de çûbû û hatibû, dengê xwe li dîwarên wê pistandibû û di her Paskalyayê de ji bo kesên ku navên nedihatin bîrê, şîv û xwarin çêkiribû, bifirota? Sê jin… Li ser şopa demê û di nava awêneya îro de… Jaklin Çelik, di roman bi navê Şahiya Hêrsê de, ku tewq bi tewq berpêyî pêşerojê tê werpêçandin, çîroka Ramela û Şakeyê, wekî zêmareke ku di hundirê xwe de didome û wekî qîrîneke her ku diçe zêdetir dibe, vedibêje.. [1] | | ŞAHÎYA HÊRSÊ |  | JAKLİN ÇELİK JAKLİN ÇELİK Di sala 1968an di le Diyarbekirê hate dinyayê. Di zarokatiya xwe de, ligel malbata xwe li Stenbol3e texma Kumkapıyê bi cih bûn. Di Dibistana Seretayî ya Surp Mesropyan Ermenî ya kul i Gedikpaşayê ye û di beşa navîn a Lîseya Keçan a Çemberlitaşê de xwend. Piştre dest bi karûbarên aboriyê kir.
Di kovarên wekî Öküz, Fesat, Uç, Varlık, Haliç Edebiyat, Adam Sanat de çîrok û hevpeyvînên wê, di kovar û rojnameyên wekî Cumhuriyet Dergi, Sky Life, Liderler ve Finans Dünyası jî heypeyvînên wê hatin weşandin. Bi qasî salekê di rojnameya Agosê de kul i Stenbolê bi Ermenîkî û Tirkî tê weşandin, edîtoriya rûpela weşan û çapemeniyê kir: Di quncika wê ya bi navê ‘Keman Çalan Balıklar’ (Masiyên ku Kemanê Dijenin)’ de nivîsên wê hatin weşandin. Di sala 1999an de, di Pêşbaziya Çîrokan a Yaşar Nabi Nayır de ku ji aliyê Weşanên Varlıkê ve tê lidarxistin, wekî ‘hêjayî baldayînê’ hat nirxandin di sala 2000’î de pirtûka wê ya yekem Kum Saatinde Kumkapı (Kumkapıya di Seata Qumê de) ji aliyê Weşanên Aras ve hat weşandin; ev pirtûk piştre li Îngilîzî hat wergerandin. Di sala 2003an ye de pirtûka wê ya çîrokan Yılanın Yolu (Riya Mar), ji alî Weşanên aras û di sala 2006an de î pirtûka wê ya ger û lêkolînê Kaçak Yolcu (Rêwiyê/a Qaçak) ji aliyê Weşanên Çitlenbikê ve hat weşandin. [1] | | JAKLİN ÇELİK |  | Celîlê Celîl, Çerkez Bakaev, Şamîl Askerov Salên 1960î Celîlê Celîl, Çerkez Bakaev, Şamîl Askerov Salên 1960î Ji aliyê çepê: kurdolog, folklorzan #Celîlê Celîl# (1936), kurdolog, zimanzan Çerkez Bakaev (1912-1998) û kurdolog, helbestvan #Şamîl Askerov# (1928-2005).
Wêne ji arşîva prof. Celîlê Celîl hatiye girtin. Salên 1960î. [1] | | Celîlê Celîl, Çerkez Bakaev, Şamîl Askerov Salên 1960î |  | LÎKOLÎNÊN KURDÎ, Fasîkol -II- Navê pirtûkê: LÎKOLÎNÊN KURDÎ, Fasîkol -II- Navê nivîskar: Dilazad A.R.T. Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn Navê çapxaneyê: Zanîngeh Mêrdîn Sala çapê: 2013
Em zanin ku li ser zimane kurdî li ser axa kurdistane xebat kemîn le eşkereye ku ji niha peve li ser kurdî di axa Kurda de jî we lekolîn werin kirin û berhemên zanistî werin weşandin. Koma Zanîngeh wek xebatkarekî di xizmeta zimane xwe de, em jî bahra xwe dixina nav ve kahnîya xere ku ev kahnî tu carî newe çikandin û her roj behtir ave bi herikenê. ji bo ku zaroye kurdistane tu carî tî nemenin. [1] | | LÎKOLÎNÊN KURDÎ, Fasîkol -II- |  | XÊLÎYA SPÎ Navê pirtûkê: XÊLÎYA SPÎ Navê nivîskar: #Xaylaza Reşîd# Cihê çapkirina pirtûkê: Amad Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Xaylaza Reşîd bi hinek helbestên xwe ve wê zincîrê diqetîne, ku erf û edetê miletîyê bi wê evîna paqij qefs kirine, di hinek helbestan da ew qeyd û çîdarên astengîyê ên li ser evînê hûrxweş dike, di hinek helbestan de jî ew bi evîna xwe a paqij û zelal, helal û delal kelemçeya neheq ku kirine dilê evîndaran, bi nermî û nazikayî ji hev dike. Van helbestên nazik û dilsoj dixwînî û demekê difikirî: “Qederê bona çi ev huner neda me jî?” Bê hemdî min be jî, cara pêşin di jîyana min de çarxetek ji ber serê min derket, ew jî, xuya ye tesîra helbestên Xaylazê ne û ji bo Xaylazê dîyarî ye: Tu keça Kurda şîrhelal, Helbestên te kûr û delal, Weke ava kanîyan zelal, Paqij mîna cewahir û lal. [1] | | XÊLÎYA SPÎ |  | HÊLÎNA XEYALAN Navê pirtûkê: HÊLÎNA XEYALAN Navê nivîskar: #Xaylaza Reşîd# Cihê çapkirina pirtûkê: Amad Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018
Ez bi weşana kitêbeke helbestên jinêke Kurd çawa dilşad û behtewar dibim, bi qasî wê dilşad û bextewar dibim ku Rûbar Agirî jî wê bi wan helbestan mezin bibe. Zarokên me ji welatê xwe dûr bi zimanê xwe wê li wan helbestan guhdarî bikin. Bê guman mezinbûna zarokan a hestên di wan helbestan de hatiye afirandin pir girîng e. Dûrketina ji welatê xwe û derfetên zarokên ku nikarin bi zimanê zikmakî biaxivin, li ber her malbateke Kurd astengîyeke mezin e. Ez bawer im weşandina vê pirtûka helbestan wê bibe keys ku zarok bi malbatên xwe re bi Kurdî biaxive. Jîyana malbatan wê rengîn bibe, dewlemend û ronayî bibe. [1] | | HÊLÎNA XEYALAN |  | KANÎYA DILÊ MIN 2 Navê pirtûkê: KANÎYA DILÊ MIN Navê nivîskar: #Xaylaza Reşîd# Cihê çapkirina pirtûkê: Amad Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2018 Hejmara Çapkirinê: Duyem
Ez wê yekê baş zanim, wekî bi sêwirandina helbestan, min borcekî giran hildaye ser xwe, li ber miletê xwe, rêyeke bedeweyîyê yî giran e. Lê gumana hêza Xwedê û karkerên wêjeya Kurdî, ez bawer im ku em ê serkeftî bimînin. Bi ferset û kirameta ku Xwedê daye min, ez ê zêde bi zimanê dayîkê yî şîrin re şa bibim, nola morîyêd kulîlkêd bînxweş î li çîyê, li ser şirîtê top bikim û bi dengê nazik bistrêm, pesnê miletê xwe bidim, ji welatê kal û bavan Kurdistanê hez bikim û biparêzim. [1] | | KANÎYA DILÊ MIN 2 |  | REXNEYA CIVAKÎ DI HELBESTÊN ABDULLAH PAŞÊW DE Navê pirtûkê: REXNEYA CIVAKÎ DI HELBESTÊN #Ebdulla Peşêw# DE Navê nivîskar: Nali Abdullah Khudhur Cihê çapkirina pirtûkê: Wan Navê çapxaneyê: ZANÎNGEHA YÜZÜNCÜ YIL Sala çapê: 2016 [1] | | REXNEYA CIVAKÎ DI HELBESTÊN ABDULLAH PAŞÊW DE |  | EVDO ŞÊXO Nivîskar û wergêr. Di sala 1987’an de, li bajarê #Qamişlo# kê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendekarê sala dawî ya Beşê Mafnasîyê yê Zanîngeha Şamê ye lê hîn xwendina xwe ji ber rewşa şer a Sûrîyeyê temam nekiriye. Di sala 2010’an de dest bi karê wergerê kiriye û heta niha şeş berhem ji Erebîyê wergerandine ser Kurdîyê. Xebatkarê Weşanxaneya Lîsê ye, wergêrê Radyoya ARTAyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û her weha sernivîskarê beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê ya çandî ye. Niha li Qamişloyê dijî û bi karûbarên çandî mijûl dibe. Berhemên Wî: Boxeyê Birîvayê, nivîsên pexşanî, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016. Wergerên Wî: Şikeftên Haydrahodahosê, roman, Selîm Berekat, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2013. Mirîyên Sade, roman, Selîm Berekat, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2014. Her Du Jîyanname, jîyanname, Selîm Berekat, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2014. Cihûyê Xweşkok, roman, Elî Elmuqrî, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2014. Jineke Laşqot, kurteçîrok, Ebas Mûsa, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016. Hin Pirsyar Der Barê Demokrasîyê De, lêkolîn, Şiyar Îsa, Weşanxaneya Lîsê, Amed, 2016.[1] | | EVDO ŞÊXO |  | BOXEYÊ BIRÎVAYÊ Navê pirtûkê: BOXEYÊ BIRÎVAYÊ Navê nivîskar: EVDO ŞÊXO Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed# Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2016
Di berhevoka nivîsên pexşanî ya li jêr navê “Boxeyê Birîvayê” de, nivîskarê ciwan Evdo Şêxo hewl dide ku êş û hestên xwe bi zimanekî biwêjî û dilrevîn di pîyaleya wêjeya Kurdî ya nûjen de ro bike. Nivîsên ku giranîyê didin vegotina bîsteka dilsoj a janê; meşka rabihurî, îroroj û siberoja gelekî xêrjixwenedîtî kil dide. “Havîn e, havîna Deşta Tozê ye. Qiçîna nîvroyê ez wekî ava tirîyekî Midyadî givaştime. Havîn e û ez nû ji devê tava nûhişyar derketime. Zeraqa tavê avêtiye ser xaka me ya dûz lê Binxet hîn dergûşa Birîvayê kil dide. Rojê kirasê şevê çirandiye û êdî dinya wekî dilê dayîk min ron e.” Nivîsên “Boxeyê Birîvayê” xwe heta radeyekê ji bendên qalibên hiphişk ên polandina wêjeyê rizgar kiriye, îcar geh wekî nivîseke pexşanî ya çîrokî û geh wekî terzeke helbestî ya nazik şopa pênûsê vekiriye.[1] | | BOXEYÊ BIRÎVAYÊ |  | FINCANA FERFÛRÎ Navê pirtûkê: FINCANA FERFÛRÎ Navê nivîskar: EZÎZÊ GERDENZERÎ Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed# Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2021
Ev roman derheqa evîndarî û emrjîyana xwendekarên kurd yên li Yekîtiya Sovyet de ye. Li vir avtor dide xuyakirin, ku derece û aspektên sosyalî û civakî, bi çi awayî tesîr û hikumê xwe, li ser psîkolojî û ruhê netewî dihêlin. Meyr û Têmûr hevdu hez dikin, lê ewan ji qebîlên kurdewariyê yên cuda ne. Li welêt de zewacên bi vî awayî, li tev van herdu malbetan, ji “adet der” tê dîtin... Rast e li welêt de tê gotin: reva jinê adeta dinê, lê li welêt de, reva jinê dibe sedema kuştinê, dijminatiyê... Kevneşopî û adetên ziyankêş, li Yekîtiya Sovyet de jî dibin astengî li ser riya evînê, lê kuştin û dijminatiyê dernaxin holê... Nexweşiyên nû, li ser riya evînê, derdikevin holê. Nexweşiyên nû, bi ziyankêşiya xwe ve ji kevneşopî û adetên kevm ne kêmtir in...[1] | | FINCANA FERFÛRÎ |  | BINGEH Navê pirtûkê: BINGEH Navê nivîskar: EZÎZÊ GERDENZERÎ Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed# Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2021
Bingeh ji serpêhatîyên Esmerê, lawê wê Sertîf û mêrê wê Ahmed pêk tê. Ahmed dihere şerê li dijî faşîstên Alman. Piştî demekê gundîyekî wan bi birîndarî ji şer vedigere û dibêje ku Ahmed di şer de miriye. Piştî xezûr û xwesîya Esmerê dimire êdî jiyana li gund a di kolxozê ji wê re dibe dojeh… Sertîf dibe doktorê dil û di konferanseke li Parîsê de rastî kalekî tê û vegera ber bi bingeh ve dest pê dibe. Nivîskar gelekî avêtiye Stalîn û rexneyên tûj û zêde li kirinên di dema wî de dike. Ev jî Bingehê hinekî ji alîyê wêjeyê dûr dixe.[1] | | BINGEH |  | PÊLAVÊN DIRÎYAYÎ Navê pirtûkê: PÊLAVÊN DIRÎYAYÎ Navê nivîskar: EZÎZÊ GERDENZERÎ Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed# Navê çapxaneyê: Lîs Sala çapê: 2021
Romana Ezîzê Geredenzerî Pêlavên Dirîyayî di derbarê evîndarî û jîyana xwendekarên Kurd de ye. Leylê û Elîpaşa demeke dirêj bi rêya telefonê hev du nas dikin. Dilê her du ciwanan li ser hev du germ dibe. Evîndarî di dilê wan de hêlîna xwe datîne. Rojekê jî xort daxwaza hevdîtinê ji Leylê dike. Ew li derve hev du dibînin. Leylê bi cil û bergên bê qusûr li pêşberî xort disekine. Xort bi pêlavên maşîyayî û dirîyayî li pêşberî Leylê disekine. Leylê di dema peyivînê de di bin çavan re bala xwe dide pêlavên xort. Xort wê yekê dibîne. Ew pir zivêr dibe. Ew tevlihev dibe. Ew zivêrî, ew tevlihevî jî dibe sedema gelek nakokî û serêşandinan... Gelek bûyerên balkêş û bi seyr çê dibin...[1] | | PÊLAVÊN DIRÎYAYÎ |
Jimare | Babet 456,544 | | Wêne 93,559 | | Pirtûk PDF 16,745 | | Faylên peywendîdar 77,604 | | Video 832 | | Mêhvanên amade 30 | | Îro 8,996 |
|
Rêxistinên jinan xwestin ku qatilên Nagîhan Akarsel werin cezakirin Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Gotarên Girêdayî: 9 Taybetmendiyên babetê Meta daneya teknîkî |
|