Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê





Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,834
Wêne 104,285
Pirtûk PDF 18,893
Faylên peywendîdar 94,732
Video 1,238
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û...
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
Şaxê Çandî yê Rastiya Kurd
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Par-kirin
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Abdullah Ocalan

Abdullah Ocalan
#Abdullah Ocalan#
Di çarçoveya teng de divê mirov behsa şax û aliyê çandî bike. Şax û aliyê çandî bêhtir têkiliya xwe bi rewşa zêhniyetê re heye. Ji ber ku ziman amûrê bingehîn ê îfadeya zêhniyetê ye, girîng e. Ziman yek ji amûrê herî kevin ê civakbûyînê ye; kevirên verrotî ji amûrên pêşî ne, û civakbûyîn jî bi roleke bi qasî ya wan rabûye. Ya rastî, pêşketina zimanî bi pêşketina amûran ve girêdayî ye, û gelekî di zikhev de bandor li hev kirine. Nîzama zimanê sembolan yek ji sedema girîng a gavavêtina Homo Sapiens e. Bi vê nîzama zimên mirovatiyê hêza fikrê bi pêş xist, piştre jî li pey hev rê li ber bûyerên şoreşî vekir. Cinsê mirov bi van şoreşan di warê civakî de gelekî bi pêş ket. Ji aliyê cografîk ve navenda van şoreşan sîstema çiyayên Toros-Zagrosê ye. Em li ser sedemên vê rawestiyabûn. Dapîr û bavpîrên #Kurd#an koma sereke ya vê sîstemê bûn. Çand û zimanê #Aryen# a koma ziman a herî kevin pêk anî, hem di warê pêşketina neolîtîkê, hem jî di warê pêşdebirina pêvajoya bajar-şaristaniyê de bi roleke bingehîn rabû. Ev bûyer hemû heta bi beriya bîst hezar salan şaxên xwe ber didin, diçin. Ango mirov dikare di cîhana Kurdan a zêhniyetê de şopên pêvajoyên neolîtîk û şaristaniyê bigerîne. Piştre, bûyera jê re koma çand û ziman a Hind-Ewrûpayê tê gotin jî kokên xwe ji vê rabihuriyê digire. Yên di nava vê koma çand û ziman de timî li hemberî xwe du komên çand û ziman ên cuda dîtin. Li Başûr komên Semîtîk ên ji nêz ve bi kokên xwe Efrîkî (çanda çol û qadên germ) û li Bakur komên Ûral-Altay ên li keviyên Sibîryayê (çanda qutbê û qada sar). Li gorî van herdu koman koma navîn bi derfet û avantaj bû. Avantaja cografîk di pêşketinê de xwedî roleke diyarker bû. Ji ber vê yekê, em dibînin ku komên qada navîn bi awayekî dîrokî gavên mezin diavêjin û mohra xwe li bûyerên mezin dixin. Lewma em dikarin fêhm bikin ka çima hem di pêşketina çanda maddî û hem jî di ya çanda manewî de bi rola sereke rabûne.

#Çanda Kurd# tevahiya dîrokê di mezinkirina çanda çemê sereke de û di tesîrlêkirina wî de bi roleke pêşeng rabûye. Lê ji ber ku devera wê ya jiyanê timî li qada şer a dîrokê bû, ji bo hebûna xwe biparêze û bergiriya xwe bike, xwe vekişandiye serê çiyan. Bi saya çiyan, karîbûye bibe gelê herî kevin û bibe xwediyê vê nasnavê. Aliyê vê yê neyênî jî ew e, di nava xwe de zêde cih nedaye çanda bajêr. Bi bajêr re timî di pozîsyoneke dijber de maye û bajar weke cinawirekî wê daqurtîne û bixwe dîtiye. Lewma çanda qebîle û eşîrê ya ji rêûresmê heta roja me ya îro hebûna xwe parastiye. Forma qebîle û eşîrê şêwe û qalibê bingehîn ê çanda Kurd e. Çawa ku sosyolojî dide nasîn çanda eşîrê çandeke bi rêya baviktî û xizimtiyê nîne, çandeke jiyana azad û şêwazekî heyînê ye, bi berxwedana li dijî şaristaniyê xwe diyar dike, bawer dikim ku bi vî awayî danasîna wê duristir û rasttir e. Li cem Kurdan çanda eşîrê gelekî bi hêz û xurt e. Ji ber ku tevahiya dîroka şaristaniyê bûne xwedî îrade ku bi berxwedanê xwedî li hebûna xwe û jiyana azad derkevin. Di vê de têkiliya baviktî an jî xizimtiyê diyarker nîne. Rêûresma Zerdeştiyê di vê çarçoveyê de ji rêûresma dînê Semîtîk cudatir e; mirovan nake evd, bêhtir wan dikişîne aliyê jiyana azad. Di navbera wan de cudahiyeke evqasî bi kok û binyad heye. Di dema serdestiya Îslamê de rêûresma Zerdeştî derb xwar û bi vê re jî evdîtî hat. Desthilatdariya Îslamê bi dijwarî dijmintiya rêûresma Zerdeştî kir û di binê vê dijmintiyê de ev diyardeya evdkirinê û çînîkirineke hişk heye. Kurd çiqasî tevlî Îslama desthilatdariyê bûne ewqasî bûne evd, bûne kole û ev xusûseke gelekî girîng e. Di çanda Kurdan de îradeya ji bo jiyana azad bi hatina Îslama Desthilatdariyê re derbeke xedar xwariye. Li dijî vê, berxwedanên li ser bingehê Elewîtî û Êzîdîtiyê bi rêûresma Zerdeştiya kevin re têkildar in, û bi awayekî bingehîn a di vê de rol dilîze destnekişandina ji îradeya jiyana azad û çanda derfetê dide wê ye. Terîqet û mezhebên ji Îslama Desthilatdariyê reviyane û xwe jê dûr girtine, çiqasî bi nexweşiya desthilatdariyê neketine, bêhtir alîkariya jiyaneke azad û bi exlaq kirine. Ev bi awayekî rêxistinên xweparastinê yên serdema navîn in.

Çanda Kurdan bi awayekî bingehîn di serdema navîn de bi van du rêyan hem hebûna xwe parastiye, hem jî di jiyana xwe de cih nedaye evdîtiyeke bikeve hinavê wê û xwesteka xwe ya ji bo azadiyê bi dilsozî dewam kiriye.

Modernîteya kapîtalîst, çawa ku di qada çanda maddî de kiriye, di qada çanda manewî de jî helwesteke asîmîlasyonîst û qirker nîşan daye û ev jî bi mekanîzmayên tinekirinê yên dewleta netewe pêk aniye. Dewletên netewe yên Ereb, Tirk û Îranê ku bi awayekî acente û saziyên sîxur ên modernîteya kapîtalîst in, ji avahiyên desthilatdariyê yên rêûresmê sûd wergirtine û çanda Kurdan bi temamî kirine mengeneyê, ji tevahiya derfet û îmkanên perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm kirine, pergala perwerdeyê ya medreseyên rêûresmê xira kirine qedexe kirine, çand û zimanê Kurdî di nava saziyên çand û zimanê serdest ên dewletên netewe de ji îmhayê re terikandine. Hinek hewldanên lawaz û zelûl ên milletperestiya Kurd ji bo parastina çanda Kurd (xebatên wêje û ziman) bi ser neketin û tevî vê jî li hemberî hevrikên wan ên bi hêz rê li ber reaksiyoneke dijber vekiriye. Eger çanda berxwedanê ne bi hêz be, çawa di her diyardeya bi vî rengî de tê dîtin, bivênevê her ku diçe dihele û tine dibe. Her weha bi awayekî giştî formên milletperest ên bûrjûwayê di wê kapasîteyê de nînin ku çandên gel zindî bihêlin û pêşde bibin, berevajî xwedî fonksiyonekê ne ku wan çeloxwarî dikin û naveroka wan pûç dikin. Di modernîteyê de çanda nivîskî li asta herî jor e, lê bi sedema qedexekirin û asîmîlasyonê, ji bilî çend xebatên lawaz û qels çanda Kurd pirr kêm berhem dane. Di van berheman de jiyana azad negihiştiye îfadeyeke rast, bêhtir di van berheman de arîstokrasiya eşîrê, pergala wan a begtiyê û otorîteyên dînî derketine pêş.

Di #rastiya Kurd# de ji bo pêşketina çanda neteweyî rola modernîteya kapîtalîst neyênî ye. Di warê pêkanîna çanda neteweyî ya bûrjûwayê de nêzî rastiyê jî nebûye. Çanda dimeşe û tê pêkanîn, çanda îmhaker, asîmîleker û qirker a dewleta netewe ya serdest e. Sloganên faşîst ên weke ‘tek welat’, ‘tek netewe’, ‘tek ziman’, ‘tek dewlet’ û ‘tek al’ ku her roj têne dubarekirin vê rastiyê îfade dikin. Hêmanên modernîteya kapîtalîst ên ji asîmîlasyon û çanda zordest a serdema destpêkê û navîn bi gelekî wêdetir xwedî sîstemekê ye, weke sê suwarên mehşerê, demekê beriya demekê li pey pêkanîna mehşerê ye. Çanda dewleta netewe, îndustriyalîzm û kara herî zêde ji bo ku çanda Kurdan a rêûresmê ya hê ji modernbûnê dûr e, û hê nebûye neteweyî biqedîne, bêperwa tevahiya rêbazên îmhaker bi kar tîne.

Çîroka pêkhatina bûrjûwaziya Tirkê Spî ya kapîtalîzma burokratîk a Tirk ew afirand, bi temamî komploker e. Komplokeriyê ji serî ve çanda împaratoriyê ya ji rêûresmê ji xwe re kiriye pêpelûk û maske, bi awayekî navenda wê derve û hundir be civak rehîn girtiye. Di vê çandê de civak êsîr e. Elîteke çînî ya welê çêbûye ku çanda civakî ya ji xwe re orîjîn dihesibîne jî (etnîsîteya Tirk û Îslama Sunnî) rehîn girtiye, û eşkere ye ku ev elît wê li ser rastiya çandî ya Kurd bi roleke texrîbkartir rabe. Tevahiya sedsala 20. bi mînakên bi vî rengî yên balkêş tijî ye. Çanda Îttîhad û Teraqî ya îdeaya wê ya gavavêtinê li ser bingehê laîk hebû û nexasim bi CHP’ê şêweyên wê yên bêhtir bûne desthilatdar, piştî ku tesfiyekirina hebûna çandî ya Ermenî, Helen û Suryanî temam kirin bi tevahiya hêza xwe berê xwe dane tesfiyekirina çanda Kurd. Hem di dema 1925-1940’î pêvajoya isyanên provokekirî de, hem jî paşê di bêdengiya mirina spî de rêbazên tineker heta dawiyê bi kar anîn. Tevî ku carinan qirkirinên fizîkî pêk anîn jî bi awayekî bingehîn a pêk anîn modela qirkirina çandî bû.

Di vê demê de çanda Kurd bi tevahî hêmanên xwe yên maddî û manewî ji sedî sed hatiye înkarkirin û qedexekirin, bi pêkanînên asîmîlasyonê yên bê sînor, xwestine qirkirina çandî temam bikin. Ji bo Kurd hebûna xwe ya çandî li ser piyan bigirin, îmkan nedane ku bi tenê dibistana ‘baxçeyê zarokan’ jî vekin. Pêkanîneke welê ye ku mînakeke wê ya din li dinyayê tine ye. Di xaleke bi tenê ya qanûnê de ji îfadeya nasnameya çandî re cih nehatiye veqetandin. Çanda Kurd tevî hêmanên xwe hemûyan ango wêje, dîrok, muzîk, resim û… hwd. li derveyî huqûqê hatiye hesibandin. Li ser rûyê erdê jî emsaleke duyemîn a vê yekê nîne. Der barê Kurdan de çi hêmanên divê bêne hilweşandin û tinekirin hebin hatin hilweşandin û ji holê hatine rakirin û yên divê bêne bikaranîn jî bi çanda dewleta netewe ve entegre kirin û helandin, ji çanda Tirk hesibandin. Bi qedexekirina zimanê dayikê re navên dîrokî yên gund, bajar, herêm û dayikniştiman hemû hatine qedexekirin û li şûna wan navên Tirkî yên ‘Tirkê Spî’ hatine danîn û bi vî awayî hukim dane ku rastî wê bi hêsanî bêne tesfiyekirin. Tevahiya şêwazên îfadeyê yên çanda Kurdî ango wêje, muzîk, resim, dîrok û zanist di çarçoveya heman qedexeyan de girtine û bêhtir bi çavsorî bi ser de çûne, yên di van qadan de xebatê dikin ne ku bi tenê li derveyî huqûqê hesibandine, kirine mehkûmê bêkarî û xizaniyê û ew tevizandine. Ji bo Kurd karibin bijîn şert ew e, divê ji çanda xwebûnê bigerin û ev pêk anîne. Nemaze piştî dema isyanan ekonomî, huqûq û siyaset weke sîlehên herî bi bandor ên tesfiyeyê hatine bikaranîn. Piştî van pêkanînan a li dawiyê mayî Kurdekî ji xwebûnê dest kişandî û çandeke Kurd a weke meyt û beratê ye ku kî nêzîkê wê bibe ji serî ve belayeke mezin bi serê xwe de tîne. Çiqasî ev rewş bê qebûlkirin, ewqasî jî mirovî tine dike. Bêguman weke rizîna hêmanên berate û meytekî ji ber qirrakan mayî ye. Di diyardeya çandî ya Kurd de pêvajoyeke mezin a rizînê pêk hatiye, pêk tê.

Ji rêûresma deshilatdar a Îslamî ya bûrjûwayê nehatiye ku ji nêzîkatiya Tirkê Spî bibihure heta ji wê paşketîtir e. Li dijî hebûna çandî ya Kurd tevî rêbazên laîk modernîst, rêûresma Îslamî jî bi kar aniye û di bin navê senteza Tirk-Îslamê de milletperestî hê dijwartir kiriye û pêk aniye. Nexasim kengî di tesfiyeyê de Tirkkirina laîk kêm ma, motîfên Tirk-Îslamê kirin dewreyê. Di serî de terîqetên Neqşî û Qadirî, bi tevahî amûrên dînî di vê mijarê de weke amûrên tinekirina çandê hatine bikaranîn. Serokatiya Karûbarên Diyanetê Ya Fermî bi Komarê re hat avakirin û ji wê rojê ve di xizmeta laîkgiran de hatiye xebitandin. Nexasim girêdana Kurdan bi çanda dîn îstîsmar kirine û bi giranî dîn weke şêwazekî komplowarî bi kar anîn. Naveroka xisletên terîqetên xwedî rêûresmeke berxwedêr, hatin pûçkirin û ew ne li gorî armancên damezrandinê, berevajî van armancan bi kar anîn. Têkoşîna milletperestiya Tirkê Spî (rojane bi awayekî berbiçav CHP, MHP û yên weke wan) li dijî çanda jiyana azad û berxwedana PKK’ê bêkêr bû, lewma li şûna wê yan bi wê re, li gorî polîtîkayên dewleta netewe (tevî ku bi prensîbên Komara Atatirk re li hev nakin) pêkhatinên Îslamgiriya Tirk temsîl dikin (di serî de AKP, partî û ekolên mîna Millî Goruşê û yên weke wê) bêyî ku fikaran bikin bi kar anîne. Dema ku mijar bûye hebûna çanda Kurd, gelek partî û ekolên Îslamgir bi awayekî biçin ‘Seferên Xaçperestan’ tevgeriyane û ev şêwaz weke pêdiviyeke ‘yekîtiya millî û yekparebûnê’ hesibandine.

Di demên dawî de piştî ku hat fêhmkirin hebûna çanda Kurd nayê tinekirin, bi ferzkirina hegemonya global polîtîkayên tinekirinê yên ji rêûresmê hatine sistkirin rê li ber pêkhatinên seriyekî wê yê sexte bigihîje heta çanda dewleta netewe ya Kurd hatiye vekirin. Di vê de hêmana diyarker, çanda jiyana azad û berxwedanê ye. Bi vê Kurdîtiya ku bi şêwazekî komplowarî, sexte û naveroka wê pûç, hedefa bingehîn çanda civaka neteweyî ya Kurd a demokratîk û şoreşger e. Mîna ku Kurdîtiyeke lîberal a bûrjûwa bi vî şêwazî heye, hewl didin vê nîşan bidin û dixwazin wê li şûna çanda jiyana azad û berxwedana Kurd bi cih bikin.

Ev rêbaz, ji aliyê hegemonya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst ve, ji roja ku derketine holê ve li dijî tevahiya îdeolojiyên şoreşger, sosyalîzma pêkhatî û çandên rizgariya neteweyî pêk anîne bi kar aniye û di vê de têra xwe jî bi ser ketiye. Hegemonya îdeolojîk a lîberal di sêsed salên dawî de nexasim di serdema şoreşan de ev fonksiyona xwe hem bi amûrên hûrûkûr, hem jî bi yên çor bi awayekî serketî pêk aniye û di vê de têra xwe bûye xwedî tecrûbe. Ezmûnên sosyalîst, demokratîk û neteweparêz ên bi serketin jî nikarîbûn xwe ji hegemonya îdeolojîk lîberal a modernîteya kapîtalîst rizgar bikin, nikarîbûn xetên zelal bikişînin nava xwe û wan, û lewma di nava wê de heliyane. Bêguman ev nayê wê maneyê ku çanda jiyana azad û rewşa berxwedanê bi temamî tine bûye; ev piştrast dike ku zordestiya hegemonîk a di dîroka şaristaniyê de timûtim kiriye mînakeke wê bi awayekî bêhtir pêşketî bi serketî bi pêş xistiye û pêk aniye.

Tevahiya dîrokê îdeolojiyên hegemonîk û çandên bi cihkirî yên li ser çanda jiyana azad û berxwedana Kurd hatin ferzkirin pêkanînên xwe yên herî dijwar û asîmîlasyonîst di pêvajoya modernîteya kapîtalîst de kirin. Ev rewş bi naveroka faşîst a modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Kara herî zêde îndustriyalîzmê, îndustriyalîzm jî dewleta netewe mecbûrî sîstemeke koletiyê dike. Di asta gerdûnî de qirkirinên çandî yên pêk tên ji bo ev sîstem fonksiyonel bibe ji wan pêkanînan e ku timûtim serî li wan didin. Qirkirina çandî ya Kurd ji wan mînakên sereke ye ku vî rengê heyînê yê sîstemê darî çav dike. Qirkirin weke ku tê îddîakirin ji diyardeyeke Tirk, Ereb, Cihû yên ku her yek ji wan diyardeyeke civakî ye yan jî ji diyardeyeke neteweyî pêk nayê. Qirkirin diyardeyeke ku bi şêwazê mêtinkariyê yê modernîteya kapîtalîst re têkildar e. Lê weke ku xuya dike, qirkirinê mîna diyardeyeke di navbera neteweyên modern de pêk tê nîşan didin. Çandan bera hev didin heta bigihîjin qirkirinê, eger vê nekin meyla kara herî zêde ya kapîtalîst kar nake.

Pêvajoya qirkirinê ya dewleta netewe ya Tirk li ser hebûna çandî ya Kurd dimeşîne, bi heman awayî û pêve girêdayî, ji aliyê dewletên netewe yên din ên parçeker dewletên Ereb û Îranê jî tê meşandin. Li gorî mentiqê sîstemê, bi hev re parçekirin û tinekirin ji bo serketinê hewce dike. Di van demên dawî de ceribandina koalîsyona antî-Kurd a di navbera dewletên netewe yên Îran, Sûrî û Tirkî de bingehê xwe yê dîrokî heye. Lê kengî ji ber petrolê û ewlekariya Îsraîlê berjewendiyên hegemonya global bi yên dewletên netewe yên xwecihî re li hev nekin, ev pêkanîn weke berê bi hêsanî nameşin. Nakokî dike ku carinan derz li sîstemê bikevin. Di vê rewşê de ji bo tevgera jiyana azad û berxwedana çanda Kurd careke din şens heye bi roleke dîrokî rabe; ango li dijî modernîteya kapîtalîst a hêza herî dawî ya navendî ya şaristaniyê ye, firsend çêdibe modernîteya demokratîk xwe weke alternatîfeke bi hêz pêşkêş bike. Çanda Kurd a modern ji ber sedemên xweser bi tenê dikare xwe bi hêmanên modernîteya demokratîk bigihîne serketinê. Em dema serketin dibêjin, em behsa mayîndebûna çanda jiyana azad û hebûna wê ya nayê tinekirin dikin. Formê bingehîn ê vê jiyanê, ekonomiya kominî ye ku cih dide bazara civakî, îndustriya ekolojîk û neteweya demokratîk. Kurdistan û rastiya Kurd a hemdem bi awayekî dîrokî çawa ku di derketina holê ya sîstema şaristaniyê de bi rola dergûşê rabûne, şensê wan heye ku ji bo modernîteya demokratîk weke sîstem xwe piştrast bike dîsa bi rola dergûşê rabin. Çanda demokratîk ne bi tenê weke çanda jiyana modern a Kurd, weke şensekî herêmê û mirovatiya gerdûnî, li ser vî bingehî bi rola xwe rabe, ev yek xwedî girîngiyeke dîrokî ye..


*Abdullah Ocalan, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk- Pirtûka Pêncemîn: Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De.. Pirsgirêka Kurd Û Çareseriya Neteweya Demokratîk, Werger: Rêşad Sorgul, Weşanên Mezopotamyayê. Weşanxana Şilêr Qamişlo – Nîsan / 2018[1]
Ev babet 1,229 car hatiye dîtin
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://shermola.net/- 02-12-2022
Gotarên Girêdayî: 7
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dîroka weşanê: 10-11-2021 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Werger
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Çand
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Mafî mirov
Welat- Herêm: Kurdistan
Zimanê eslî: Tirkî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 02-12-2022 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 08-12-2022 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 02-12-2022 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,229 car hatiye dîtin
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Mîran Janbar
Cihên arkeolojîk
Kaniya Eyne Rom û dîrokeke ...
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik ...
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
Jiyaname
Müslüm Aslan
Pirtûkxane
Ji şerê malazgirê û heta şe...
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Cihên arkeolojîk
Keleha Kerkûkê xwediyê dîro...
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
Jiyaname
Zîlan Tîgrîs
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
Jiyaname
Xecê Şen
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Minareya Çolî
Jiyaname
Bedri Adanır
Cihên arkeolojîk
Kel Daw

Rast
Kurtelêkolîn
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
29-06-2023
Evîn Teyfûr
Çanda Newrozê li Rojhilat û Îranê
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
26-02-2024
Burhan Sönmez
ŞEREFÊ EŞIR
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Bedri Adanır
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Necat Baysal
Kurtelêkolîn
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
26-03-2024
Aras Hiso
NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE
Babetên nû
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik Abdusamet Yîgît
24-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
22-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Necat Baysal
20-03-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Bedri Adanır
19-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
16-03-2024
Sara Kamela
Pirtûkxane
Vejîna Kurdistana Xeyalî
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Xutbeya Şamê
15-03-2024
Aras Hiso
Pirtûkxane
Sî û Sê Pencere
15-03-2024
Aras Hiso
Cih
Mêrdîn
12-03-2024
Burhan Sönmez
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
10-03-2024
Sara Kamela
Jimare
Babet 514,834
Wêne 104,285
Pirtûk PDF 18,893
Faylên peywendîdar 94,732
Video 1,238
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Viyan hesen
Jiyaname
AYNUR ARAS
Jiyaname
Mîran Janbar
Cihên arkeolojîk
Kaniya Eyne Rom û dîrokeke ...
Pirtûkxane
Di ziman de xêva fonolojik ...
Cihên arkeolojîk
Zêwiye
Jiyaname
Müslüm Aslan
Pirtûkxane
Ji şerê malazgirê û heta şe...
Jiyaname
ŞEREFÊ EŞIR
Cihên arkeolojîk
Keleha Kerkûkê xwediyê dîro...
Pirtûkxane
NÎQAŞÊN FELSEFEYÊ 38
Jiyaname
Zîlan Tîgrîs
Jiyaname
Dîlan Yeşilgöz-Zegerius
Pirtûkxane
XÊV Çî ya?
Jiyaname
Xecê Şen
Pirtûkxane
Ziman û Xêv
Jiyaname
Necat Baysal
Cihên arkeolojîk
Minareya Çolî
Jiyaname
Bedri Adanır
Cihên arkeolojîk
Kel Daw

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.422 çirke!