Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,157
Wêne
  124,411
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,464
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Jibo bîranîna Akademîsyan Şekroyê Xudo Mihoyî
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Her wêne ji sed peyvan bêtir dibêje! Ji kerema xwe re wêneyên me yên dîrokî biparêzin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Şekroyê Xudo Mihoyî
Şekroyê Xudo Mihoyî
Jibo bîranîna Akademîsyan #Şekroyê Xudo Mihoyî# (12.04.1930 – 01.02.2007)
Xwendevanên hêja, heger îro endamê akadêmiya zanistî a Ermenistanê û Russiyayê, serokê Navenda lêkolînên kurdî li Moskoyê, dîrokzan û kurdperwerê mezin Prof. Dr. Şekiroyê Xudo di nav me de jiya ba, wê timamiya Gelê Kurd û kurdzanan li her deverê 90 saliya ji dayikbûna wî pîroz bikira, lê sed car mixabin ew berî wextê, roja 1ê Sibata 2007 nişkave li bajarê Mosko çu ser heqiya xwe!

Jibo bîranîna vê bûyera giring di dîroka kurdan de, ez dixwazim bi kurtî çend rêzikan li ser Mamosteyê xwe bênim ser kaxezê, lewra Mamosteyê min yê bi qilafetê (bi bejna) xwe ve piçûk, lê bi qedir û ma’rîfeta xwe ve, bi zarxweşî û devlikeniya xwe ve, bi mervanî û Kurdperweriya xwe ve, bi nefispiçûkî û mirovantiya xwe ve, bi zanebûn û ronakbîriya xwe ve pir‘ bilind û mezin bû, layîq e ku mirov jibo wî mandî bibe û tucar jibîr neke!

Çiqas ta’l û dilêş be jî, le êdî nema em sohbeta wî a xweş, rûyê wî yê geş, lêvên wî yên li ken, şîretên wî yên bi nirx, dûrbîniya wî a pêşerojê dibînin û dibihîzin… Lê ez bê tirs û bi dengekî bilind dikarim bêjim, ku wî mîratekî zanistî û dîrokî pir‘ dewlemend û bi nirx ji bo miletê xwe hiştiye; navekî mezin, qedrekî bilind û bi hezaran bîranînên xweş li şûn xwe hiştine. Loma jî ewê hertim di dil û hişê xizim, heval, dost, şagirt û miletê xwe de bijî…

Di derheqa mirovekî weha qedirbilind de pir‘ çetin e ku mirov bikaribe hemû tiştên di dil û hiş de bêne ser ziman û kaxezan, lê tevî wê jî ezê hewil bidim pir‘ bi kûrtî be jî, şêweyê naskirina min û Mamoste Şekro ji we re bejim, hêvîdar im ku sebra we hebe û heta dawî bixwênin!

Weke her xwendevanekî kurd ê gênc (xort), xemxur û hezkiriyê çand, dîrok û doza gelê xwe, ez jî bi hesret bûm, ku rojekê ji rojan herim nav kurdên Yekîtiya Soviyêt (Y.S.) a berê û gelek kesayetiyên kurd ên navdar nasbikim…

Sala 1982 an, di çarçoveya xwendina xwe a praktîk de li zanîngeha Moskoyê, kolêja Rojnamegeriyê, beşê Radiyo û Televizyonê (R&TV), min weke mirovekî bê paytext û welatekî azad (her xwendevanekî biyanî mafê wî hebû salê du heyvan beşê praktîk li R&TV welatê xwe derbas bike), ji xwe re paytexta Ermenistanê, Yêrîvan: motka wêje, ziman û rojnamegeriya kurdî a azad, cî û „meskenê“ kurdên Qafqazê helbijart… Demsal havîn bû, li gorî şert û mercên xwendinê, karê min li R&TV Yerîvanê bû, di nav de jî beşê kurdî; min gelek rewşenbîr, rojnamevan, kurdperwer û navdarên kurdan naskirin, bûme mêvanê wan, ew mêvandariya ku mirov qet jê têr nedibû… Birastî pir çetine (zehmete) mirov mazûvanî û qedirzanîna wan ji miletê xwe re, bi gotinan pesin bide!!

Di derheqa vê yekê de bi sedan bûyer û serpêhatiyên xweş, ku qet nayên jibîrkirinê hene… Da ku ez ji babeta xwe bi dûr nekevim, yek ji ciyê ku min dixwest ez binasim beşê dîrok û kurdzaniyê bû… Berî ku ez herim min hin tişt di derheqa wî beşî de, serok û xebatkarên wê de kom kiribûn û bihîstibûn…

Bi alîkariya dostekî em çûne wî beşî… Bi rêve wî dostî ji min pirsî: ma ti Şekroyê Xudo dinasî? Min got Na. …Wi got: Peyîî (ev gotin kurdên Qafqazê weke nîşana ecêbmayînê nîşan didin!) ew lawikekî meyî zaff jêhatî û li ser xwe ye, ewledekî (kurekî) Cimeta (miletê) meyî lape (herî, gelekî) mezin e… Ew tarîxzanekî eyan e (xwiyayî ye) û qedrê miletê xwe pir zane, hezkiriyê kurd û Kurdistanê ye...! Bi gotin û berdewamiya pesindana dostê xwe re em ketin avahiya Instîtûta Rojhelatnasiyê a Ermenistanê, me berê xwe da beşê kurdzaniyê, otaxa (kurdên me yên Y.S. ji odê re dibêjin) serokê beşê…Tu kes ji xebatkaran li wir nebûn, tenê sekretêrê beşê rûniştî bû; piştî silav û bixêrhatinê, wî got bibaxşînin (bibuhrin) Şekro Xudoyevîç (serokê beşê) di civîna giştî a serokatiya Akadêmiyê de ye, ewê zaff dom bike û îro nikarê pêşwaziyê li we bikê…!

Mixabin ji ber karê min li R&TV û çûn û hatina gundên kurdan, min ev serdana xwe xistibû roja herî dawî de ji mana xwe li wir, loma min û dostê xwe bi lav-lavan û kotekî (bi zor) sekretêr razî kir, da ku bi kêmasî here jê re bêjê, wekî wa kurdekî dereke (biyanî) li hêviya te ye û dema wî li Rewanê (Yêrîvan) kêm maye, heger îmkan hebê dixwaze te bibîne …!

Piştî qasekê (kêliyekê) Mamoste Şekro hate bîroya xwe û bi rûyekî sar, weke ku hezar pirs di mêjiyê wî de diçûn û dihatin, bi xêrhatina me kir û yekser bi nîv henekî, rexne girt û got: ” … Bavo win kurdên dereke, ne me ji vî halî xelas dikin, û ne jî me bi rehetî dihêlin…”. Dema wisa got, weke ti cêrekî ava sar bi serê min de dakê; bi rastî min xwest erd biqelişê û ez tê de winda bibim… Ez têgihîştim, ku min gunehekî mezin kiriye, hema, hema û bi dengekî nizim di ber xwe de min got: Mamoste tê qisûra min gelekî efû bikê, welahî ev du heftîn e ez li vir im, ha îro, ha sibê min dixwest ez bême ba we, lê ti dizanê, ji vê malê here wê malê û ji vî gundê here wî gundî… Hîn gotina min di devê min de; min dî rûyê wî geş bû, gotin ji devê min revand û pirsî: Ti çûyî Elegezê jî? (ew li gudê Elegezê hatiye dinê) û ti çû filan û bêvan gundî…??! Min her serê xwe bi erêni dihejand… Ma te lawik gişk naskirin? Min got erê. Min dî keniya û ew mirov ê berî kêliyekê bû yekî din; dev li ken, xwînşêrîn, nefispiçûk û zane…Ji nişkave kenî û bi rûgeşî got: kuro weleh tu ecêv î (ecêb î), ti li nav Cime`tê gişkî geriyayî teze ez ketime bîra te…!

Dema min ev yek dît, min jî hêdî — hêdî ciyê xwe xweş kir û ez hinekî bi ser xwe ve hatim û qederê 15-20 xulekan (deqîqan) min tenê bersiva pirsên wî da… Gelkî kêyfa xwe ji min re anî û got ez zaff şa me (şadim, dilxeşim) wekî cihalêd (gêncê, xortê) wekî we têne vî welatî dixwênin; pispor û şareza gerekî miletê me ne; êd welathiz û miletperwer, nek yên xizmetkarê dijmin…. Birê min -gotina xwe domand- ti min bibexşîne (bibuhre), ez gerekî vegerime civînê (di ber xwe de kire mine, min û çend xeber jî gotin); ji gotinên wî hate xwiyan ku daxwazên wî di civînê de, ne hatine qebûlkirinê, êdî bi hûrgilî çi bûn, ez nizanim, lê xwiya bû li ser pirs û dîroka kurdan bû… Wê gavê ez têgihêştim çima bi sarî bi xêrhatina min kir?! „ ka emê çi bi hev bikin… Zû zû were, bera eleqedariya (pêwendiyên) me hebe… Oxir be ji te re û silava li lawikan gişka bike…“ Bi van gotinan xatir ji min xwest… Min jî careke din qisûra xwe jê xwest û her wise xatirê xwe jî… Bawer bikin te digot qeyî ev deh sal in, ku em hev û du dinasin…

Sala pişt re, careke din min ciyê xebata xwe a praktîk Yerîvan û Radiyo ya kurdî helbijart û min ji nêzîk ve Mamoste Şekro û xebata beşê wan yê kurdnasiyê, naskir… ji min re eşkira bû, ku ew ne tenê ronakbîrekî mezin e, belê her wise miletperwer û mirovhezekî nefispiçûk û civatxweş e jî…

Min plana karê dipolma xwe a zanko: ”Filîmekî dokûmêntal li ser jiyan û xebatên kurdên Ermenistan ê” jê re got. Ew gelkî kêfxweş bû û piştgiriya min kir… Di sala 1984 an de min dest bi kişandina Filîmê xwe li gelek cihan kir û di nav wan de jî beşê Kurdzaniyê, ku wê çaxê ew serokê wê bû. Bi rastî bexteweriyeke mezin bû ji min re, dema wî got: ”… Eva cara yekem e, ku kurdekî dereke bi kamêra sînemê beşê me dide nasîn û hevpeyvînê bi min re çê dike…”.

Ji wê çaxê de dan û standina me berdewam bû, ew ji min re bû weke Mamostekî û çavkaniya şêwirdanê, loma jî min çar sala şûnde, ew yek ji du Profêsoran, weke rexnegirê nama xwe a dektora: ”Tevgera kurd di filîmên dokûmêntal de û Yelmaz Gûney” destnîşan kir û wî jî bi dilgermî qebûl kir û alîkariya xwe bi hemû rengî diyar kir…

Di payîza sala 1989 an de, roja parastina Nama min, Mamoste ji Yerîvanê hatibû û li pêşiya Komîsyona Zanîngeha Mosko a nirxandina xebata min, wî jî doktorê zanistiyê yê helsinker, rexne û pesindana xwe li ser karê min xwend û nerînên xwe ji beşdar û endamên komîsyonê re pêşkêş kirin…

Herçiqas kurtiya vê gotarê ne ciyê nivisandina hemû xeysetên Mamoste Şekro ye jî; lê ez weke erk ji xwe re dibînim, ku mêrxasiya vî kurdperwerî weke nimûne di bûyerekê tenê de ji bûyerên wê rojê, ji we re eşkira bikim!

Dema dengdana Komîsyona nirxandina Nama min; li vir pêwiste ez bidim nasîn, ku Komîsyon ji 15 zaniyar û akadêmîkarên Zanîngeha Mosko a dewletê pêk hatibû; yek ji wan, bi navê Azat Aliyevic Ibragîmof, Profêsorê kolêja me bû, ew bi netewa xwe Azerî bû… Ji her 15 Endaman, ew tenê û bi xwirtî dijî xebata (nama doktora) min derket… Ewî têzek (encamek) ji têzên Nama min ”…min nivisandibû, ku di demeke nêzîk de, wê televizyonên kurdî jî bêne avakirinê û wê sîneme û rojnamegeriya kurdî bikevê astekî bilind û nû de…” kire behane (biyanu, hincet) û got: ”… ev Name, nameyeke siyasî u neteweperistî ye, ew zêdetir xeyalên nivîskarin, tiştên wise dûrî rastiye ne…” Hîn wî gotina xwe bi dawî ne anî bû, ji nişkave û bi hêrs mamoste Şekro (bi amadebûna zêdetir ji 50î xwendevan û Mamostên kurd û biyanî) destê xwe hilda, îzna axavtinê xwest û bi dengekî ji xwe bawer û bê tirs (yên ku Y.S. nas dikin, dizanin ne herkesî diwêra pirsa nasionalîzmê bi eşkira bîne ser ziman û nexasime di bûyer û cihekî wise fermî de), wise got:

”… ev tiştê, ku kolegê min (hevpîşe yê min — yanî ê Azerî); dibêje tiştekî xelet û kelevacî ye… Vî xwendevanî ne ji xeyala xwe aniyê, duniya wise zû bi pêşve diçe, û rewşa miletan wise zû tê guhertin ê, wekî wê di demeke nêzîk de ne tenê televizyona kurdî çê bibe, lê belê wê dewleta wî jî bê avakirinê, ev tiştekî dîrokî ye… Ez dikarim bipirsim: çima wê televizyonên miletêd mayin hebin, lê çire wê mafê kurdan tunebe, ku televizyona wî bê avakirinê…”.

Bê pesindan, ew wê kêliyê di çavên mi û yên beşdaran de, nexasime yên kurd de, bû qehremanekî milî… û hema ji nişkave û bê pîlan, hemiyan bi hev re jê re li çepikan xistin… Gereke bê gotinê, ku Profesorê me, yê azerî dema ew gotin, bi wî awayî bihîstin û di serê de jî çepik û dilxwesiya beşdaran, hema serê xwe berda ber xwe û bêdeng ma… Lê dema dengdanê li ser pejirandina xebata min, ji 15 endaman wî bi tenê destê xwe li dij rakir.

Piştî wê û di êvarîna pîrozkirina serketinê de, li xwaringehê, ku nêzîkî 50 kesî hazir bûn, Mamoste Şekro, weke li her cihê ku lê bûya, dîsan bû bi rêvebir û xweşkerê civatê… Gotinên xweş û şêrîn, pêkenok û laqirdî jê dihatin xwarê, te digot qeyî laqirdiyên hemû netewan li ba wî hatine civandinê… Lê jibo dîrok û heqiyê gereke ez bêjim, ku tevî xeberdana wî a xweş û bi ken, serê gotina wî – binê gotina wî dîroka kurdan bû, azadiya gelê kurd bû, geşbîniya (tevî keseran jî) pêşeroja me bû… Kêm kes weke wî dikarîbû babetan bi serkeftin bi hevûdu ve girê bide û bihunê!!

Bi vî hawî (wise) ez jî bûme yek ji hezaran, şagirt û dostê wî zaniyar ê çeleng û jêhatî, rû li ken û qiseşêrîn…

Li gel Mamoste Şekro, Bonn-Meydana Bethoven, zivistana 1993

Êdî felekê weha kir, ku ez di Elemaniya de derketim, lê têkilyên me berdewam man… Min jî, weke gelek kes û dezgehan du caran: sala 1993an û 1998an bi taybetî ji bo 100 saliya Rojnamegeriya kurdî (wê çaxê, ez berpirsyarê Kombenda KAWA, bo çanda kurdî bûm. Li Elemaniya) vexwendî Elemaniya kir, ew herdu caran jî bi dilxweşî û bê şert û şirûtan, hazir bû û gelek rojên serketî û xweş, yên ku qet nayên jibîrkirinê, me bi hev re derbas kirin … Min gelek hevpeyvîn pê re çê kirine, hin ji wana di wextê xwe de hatine belavkirinê, lê hin jî mane, ji ber wê ezê hewil bidim di pêş de wan jî bidme ser hev û bidme nasînê; bi dîtina min ev erkê her dostekî wî ye. Loma jî, baştirîn bîranîna Mamosta Şekro ew e, ku her dilsozekî kurdayetiyê, her xemxwirekî dîroka miletê xwe û pêşeroja wî, li mîrata Akadêmîkvan, Profêsor Şekroyê Xudo, a dewlemend xwedî derkeve, bide serhev û bide nasandinê!

P.S.: Gelek pilan jibo bîranîn û pîrozkirina vê bûyerê û li gelek welat û cihêd mayin hebûn, lê sedcar mixabin di dema me hazir de û jiber vê nexweşiya (Corona-Viros) ku li Cihanê belav bûye, hemû cûreyên çalakiyên mezin hatine rawestandin ê!!! Lê ez bawer im, ku derfet bê, gelê kurd û kurdnasî wî jibîr nakin…[1]

Nivîskar: Dr. Ibrahim Mahmud
Riataza || 12.04.2020

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 1,136 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | http://berbang-nur.com
Faylên peywendîdar: 12
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 14-03-2023 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Raport
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Welat- Herêm: Ermenistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 14-03-2023 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 14-03-2023 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Burhan Sönmez ) ve li ser 14-03-2023 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 1,136 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.122 KB 14-03-2023 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.125 çirke!