Dema ku qanûn dibin alavên li dijî jinan
Arîn SIWÊD
Rêxistin, tevger û komeleyên jinan ji bo guhertina qanûnan û danîna qanûnên ku wekheviya di navbera her du zayendan de mîsoger bike û qanûnên giran ên li dijî jinan werin rakirin, pêngavên berfireh ragihandin.
Di encama bertek û têkoşîna jinan de gelek dewletên Ereban wekî Lubnan, Tunis, Misir, Mexrib, Filistîn, Urdin û herî dawî Behreynê madeyên ku rê didin tecawizkaran ku bi mexdûra xwe re bizewicin, betal kirin da ku ji cezayên qanûnî nefilitin.
Tevî ku di tevahî qanûnên cîhanê de êrişa zayendî wekî sûc tê dîtin, lê piraniya qanûnên li welatên Ereban êrişkaran diparêzin. Bi vê yekê qanûn li şûna ku parastina jinan bike, dibe alaveke din a cezayan.
Di qanûna cezayan a rejîma Şamê de tundiya li dijî jinan wekî sûc nayê dîtin, lê belê di gelek madeyên wê de tundî tê teşwîqkirin.
- Li gorî madeya 489’an: Cezayê zewaca bi tundî yan jî gefan, herî kêm 15 sal karê giran e. Lê ev made tecawiza di çarçoveya zewacê de wekî sûc nabîne. Anku ev made mafê qanûnî dide mêran ku destdirêjiyê li hevjînên xwe bikin.
- Madeya 508’an, zewaca qurbaniyên tundiyê û tecawizkaran: Eger peymana zewacê di navbera tecawizkar û mexdûr de pêk were, wê demê doza li dijî tecawizkar tê rawestandin û eger ceza lê hatibe birîn jî, ev ceza tê rawestandin.
Li gorî van bendan, em dibînin ku zewaca sûcdarên tundiya zayendî ya li dijî jinan teşwîq dike.
Li gel van qanûnan, tecawizkar sûdê ji têgehên di bendên qanûnên cezayan de hatine bikaranîn, bi taybetî di mijarên wesifkirina sûcan, alavên îsbatê û mafê şîkayetê, encamên tawan û cezayê digirin. Di dozên êrişên zayendî de gelek qanûn hene ku ji hev cuda ne, carekê ev kiryar wek tecawiz, careke din wek fihûş û carê jî wek bêrûmetî tê dîtin. Ji ber vê yekê, êrişkar van hemûyan wek navgîneke parastinê bi kar tînin da ku ji ceza bifilitin anku cezayeke sivik bixwin.
Dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku tecawizkar Sûcê bi navê şerefê wekî hincet bi kar tîne da ku cezayê li ser wî sivik bibe.
Li hemberî van qanûnan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zanista civakê belav kir da ku wekheviya zayendî û mafên jinan mîsoger bikin. Di vê çarçroveyê de Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014'an de qanûnên jinan derxistin. Ev qanûn li herêmê tên pêkanîn.
Ji qanûnên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 30 bendan pêk tê; jin ji zilmê werin parastin, di kar û heqdest de wekheviya di navbera jin û mêran de were mîsogerkirin. Divê jin qanûnên taybet bi xwe erê bikin. Her wiha di navbera şahidiya jin û mêran de wekhevî di aliyê qanûnî de hebe.
Li gorî qanûnên Desteya Jinan, zewicandina di temenê biçûk de û pirjinî qedexe ne, qetilkirina bi navê şerefê sûc e û cezayê wê yê taybet heye. Divê Rêveberiya Xweser bi rêya pêşxistina mekanîzmaya qanûnî û xizmetan li hemberî hemû cureyên tundî û cudakariyê tê bikoşe û jinan ji tundiyê biparêze.
Li vir dixwazim bibêjim ku derxistina qanûnên jinan, beşeke biçûk a parastina jinan e. Divê teqezî li ser rola pêşeng a jinan a di pêkanîna wekheviyê de were kirin. Divê jin rêxistina xwe ya hevpar li ser asta Rojhilata Navîn xurt bikin, xeta berxwedanê ya xweparastinê bidomînin, asta zanebûna civakê xurttir bikin da ku azadî û serketinê mîsoger bikin.[1]