=KTML_Bold=Danasînek li ser gundê Dadeliyê=KTML_End=
=KTML_Bold=Dîroka wê:=KTML_End=
Gundê Dadeliyê bi qasî 30 Kîlometran Başûrê Rojavayê bajarê Kobaniyê dikeve. Mirov dikare bêje gundê Dadelî gundekî ne ewqas kevnar e, li gorî ku kal û extiyarên gund dibêjin dîroka vî gundî vedigere heft bavan ango bi texmînî vedigere 250'î sal berê. Du kesan ev gund ava kirine, navên wan jî Hemê Silojik û Elî Silojik e. Gund ji êla Elî dînî ne ji atî silojikan ne, xelkê gund bi gişî k xizmên hev in.
=KTML_Bold=Wekî peyv:=KTML_End=
Wek peyv Dadelî kes neghêjiye weteya wê, lê hin kes dibêjin peyva Dadelî ji kalekî navê wî Dadî bûye, hatiye wergirtin, ew kesekî ji aliyê bakurê kurdistanê yeye, lê hin dibêjin li gund bi pir bûna baranê lehî çêbûye, bi kolandinê erdê jê re digotin avê lê da .
=KTML_Bold=Di warê çandiniyê de:=KTML_End=
Gundê Dadelî di warê çandiniyê de piranî xwe dide li ser çandina genim, ceh, kemûn, zeytûn û her wiha bi xwedîkirina pez. Xelkê gund di zû de li ser xwendina ziman, piranî ji wan Diktor, Muhendis, Mamoste û karmend in derketine. Derdora 100 heta 140 malî hene û serjimariya gund di navbera 1000 heta 1300 kesî ye .
Erdîngariya gundê Dadelî erdên wê bejî ne ji ber kêm bûna avê, lê xelikî gund avê ji gundên Şemî, Qinê û ji Qurdîn avê dînin, dûrê gund nêzî 4,5 Km û erdên xwe av didin erdên ku nêzî 100 hiktarî ne .
Taybetmendiyên gund piranî ji xwendina ziman û çandê kurdî de rabûne, her wiha lê kesine di warê siyasî de roleke pir girîng lîstine tê hebûne wek şehîd mamoste Osman Dadelî ku di partîya PYD'ê de xwedî roleke mezin lîstiye . Yekem car Dibistan di sala 1976 an de hat vekrin .
Çavkanî: Hevpeyvîna bi xelkên gund re.[1]