Melayê Meşhur û Diz, Kurd û Dewleta Tirk!
İkram Oguz
Melayê Meşhûr (Nasreddin Xoce), ji lehengên pêkenokên ku li Kurdistan, Îran, Tirkiye, Balkan û cîhana Ereban yek e. Ji wan miletan herkesi pêkenokên wî gor orf û edetên xwe bikaranîne.
Ji wan miletan yek jî Kurd in.
Lê îro ji bo ken û girî ne hewceye ku mirov pêkenokan bêje û navê Melayê Meşhûr bikarbîne. Kurd îro ji pêkenokên Melayê Meşhûr zêdetir bi gotinên hinek Kurdên giregir dikenin û digrîn.
Li alîkî dijî dewleta Tirk şer dikin, li alîyê din jî tu dinêrî bi hinek gotinên xwe dewletê pir û pak dikin. Hemû sûc û gunehê dewlete yekoyek tînin ziman û sebebê wan jî hebûn û tekoşîna gelê Kurd nîşan didin.
Wek meseleya Melayê Meşhûr dizê mala wî….
Melayê Meşhûr rojek çend kod genimê xwe li kera xwe bar dike û diçe aş. Şevek li aş dimîne û genim xwe li wir dihêre, ber bi sibê jî ardê xwe dîsa li kera xwe bar dike û vedigere mala xwe. Dema ku tê ber derê malê, dinêre ku derê mala wî vekirîye. Bi lez û bez dikeve hundir, dinêre mala wî ser û binê hev bû ye. Her çîyê wî heye, hemu hatine dizîn. Ji kerb û kesera dilê xwe, li derdora xwe tere, tê û ji malê derdikeve derva. Bi qêrîna wî hemû der û cînarên wî li dora wî kom dibin, jê dipirsîn:
– Mele, çi bû çi qewimî?
Mele:
– Cînarno hûn nabînin, işev diz ketine mala min û hemû tiştên min dizîne.
Gundî destên wî digrin, didin rûniştkandinê û jê ra dibêjin;
– Te çima derê mala xwe zexm kilît nekir?
– Te çima mala xwe vala hîşt?
– Madem tu çûyî aş, tu çima li wir bi şev û rojan sekinî?
Mele dinêre pirsên cînaran kêm nabin. Nişkêva ji şûna xwe radibe, bi hêrs ser wan da diqêre û dibêje:
– Malxirabno, ma qe sûc û guneyên diz tune. We diz da alîkî, hûn hemû sebebê şelandina mala min, weke bêtedbîrîya min nîşan didin.
Dewleta Tirk jî, li ser mîrata Împaratorîya Osmanî hate damezrandin. Wê jî wek Osmanîyan bi salan zilm û zordarî li Kurdan kir. Roj hat bi zilm û zordarîyê jî nesekinî, hebûna Kurdan inkar kir û li gelek deweran koka wan anî.
Gelê Kurd, carcaran ber xwe da û li dijî zilm û zordarîyê, bi çek û rextan serî hilda, carcaran jî li ber zilm û zordarîya dewleta Tirk histuyê xwe xwar kir û kîn û nefreta xwe avêt dilê xwe. Lê tu car bi dewletê ra nebû dost û yar.
Roj hat ji dewletê ra leşkerî kir, roj hat ji Tirkan zêdetir baca xwe da, lê di dilê xwe da jî bi çavê neyartîyê li dewletê mêze kir.
Sîyasetmedar û rêbêren wan çi dikin?
Sîyasetwan û rêberên Kurdan jî ji dewleta Tirk zilm û zordarî dîtin. Ji wan hinek bi salan di heps û zîndanan da man. Ji wan hinek bi salan ji welatên xwe dûr ketin û ber xwe dan.
Lê kîngê dewletê ji wan ra çavên xwe qirpand, wan hemû kirinên dewletê ji bîr kirin, sûc û guneyên dewletê dan alîkî û hemû sûc û gune avêtin ser milê Kurdan.
Ji wan yekî deh sal berê digot; hîmê dewleta Tirk gor şert û şûrtên demoqrasî û wekhevîyê hate avêtin. Lê hinek Kurd rabûn serî hildan. Dewlêtê jî ji bo parastina xwe dest bi zilm û zordarîyê kir. Heger dewleta Tirk ji şert û şûrtên demoqrasîyê dûrketibe, sebêbî wê, kirin û kiryarên Kurdan e.
Ji wan yek jî îro dibêje; heger sî sal berê şerê çêkdarî dest pê nekira, dewleta Tirk, roj bi roj gavên demoqratîk diavêt, li alîkî dewleta Tirk dibû dewleteke demoqrat, li alîyê din jî Kurd dibûn xwedî maf û Kurdistan jî dibû herêmeke azad…
Ew jî tê vê wateyê ku, heger ku Kurd hê bindest û belengazin, sebebê belengaztî û bindestîya wan jî kirin û kiryarên wan in.
Bi van gotinên wan, murîdên wan, hê ji wan ra çepikan lêdixin, ronakbîr û rewşenbîrên Kurd jî serê xwe kirine ber xwe û bi gotinên yekî dilşa dibin, bi yê yekî din jî dikenin…
Wek mesela Melayê Meşhûr û diz, çawa ku cînarê wî sûc û gunêyê diz didin alîkî û sebebê şêlandina mala wî, bêtedbîrîya wî dibînin, sîyasetmedar û rêberên Kurd jî zilm û zordarîya dewletê didin alîki û sebebê belengazîya Kurd a jî bi kirin û kiryarên Kurdan va girê didin….
Tu kes jî dengê xwe dernaxe û ji wan ra nabê je, malxirabno, me kêmasîyên Kurdan fêm kir, heger kêmasîyên wan neba, ew jî wek hemû gelên dinê îro weke mirovên azad li ser axa xwe dijîyan.
Lê kirinên dewleta Tirk, gelo qet sûc û guneyê wî tune!..
Ez çi bêjim…
Hata ku cînarê me wek cînarê Melayên Meshûr bin, diz ji malên me, hata ku Kurd li pê van sîyasetmedar û rêberan biçin, Tirk ji Kurdistanê der nakevin…[1]