=KTML_Bold=Kelha Bêrdûk a Urmiyê=KTML_End=
Paşmayên dîrokî yên gundê Bêrdûk yê ser bi devera Soma û Biradost a #Urmiyê# yek ji şûnwarên herî giring ên Kurdistanê ye. Kelha Bêrdûkê li ciheke asê û çiyayî û li nêzî sînorên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ye û dîroka vê vedigere serdema Sefewiyan ku ji aliyê Teqî Sultan Bin Nezen Beg Bin Gazê hatiye avakirin.
Urmiye
Urmiye yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye û navenda parêzgeha Urmiyê ye. Ev bajar 1332 metrayan ji deryayê bilindtir e û dikeve ser çemê Pira Sor, yan Çemê Bajar û li mile rojhilat Gola Urmiyê heye û li rojava navçeyên çiyayî yên hevsînorê Bakurê Kurdistanê ye.
Urmiye li erdnîgariyeke pir taybet e û 20 kîlometran li rojavayê gola Urmiyê dûr e, derdora bajar bi çiyayên Sîr, Pence Elî, Nawser, Kemer Zerd, Girde Ser û Mela Elî hene. Di esla xwe de Urmiye ketiye navbera Gola Urmiyê û zincîre çiyayê li rojavayê bajar.
Urmiyê her ji demên berê ve ciheke stratejîk bûye, heşt deriyên wê hene ku herdem di bin destê leşkeran de bûne, ew jî deriyê Balo an jî deriyê Selmasê, Topraq Qela, Soyoq Bolaq an jî hezaran yan Gauran, Bazarbaş, Ark, Yurd Şa û Noçirîno
Navê Urmiyê
Urmiye ji du beşên Ur bi wateya bajar û Miya bo wateya Aw pêkhatiye ku bi zimanê Aşûrî ye û bi wateya bajarê rex avê tê. Bi nerîna Rîçard Nîlson Frî gotina Urmiye ji Urartû ve hatiye ku wê demê di bin fermandariya wan de bû. Navê wî bajarî di serdema Pehlewî de kirin Rezaiye ji ber ku Reza Şah dema xwe de fermandarê artêşê bû li wî bajarî.
Kelha Bêrdûkê
Kelha Bêrdûkê yek ji şûnwarên herî giring ên dîrokî yên Urmiyê ye û 6km dûrî gundê Bêrdûkê ye û 96 km dûrî bajarê Urmiyê ye.
Kelha Bêrdûkê li ciheke asê û çiyayî û li nêzî sînorên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ye û dîroka wê vedigere serdema Sefewiyan ku ji aliyê Teqî Sultan Bin Nezen Beg Bin Gazê hatiye avakirin.
Kelha Bêrdûkê ji şûnwarên mizgeftek, gorek û çend avahiyên din, avahiya kelhê û hewşeyek bo berevanîkirinê û enbareke avê, avahiyeke sê qat li navendê û burca çavdêriyê pêk tê.
Mizgefa wê bi Kelha Mîr tê naskirin û bînasazî û mîmariyeke taybet heye.
Nêzî 27 metreyan li jûr mizgeftê, avahiyeke din heye ku riya wê pêlekan in. gumbeteke wê avahiyê heye. Di nav avahiyê de perestgehek heye ku bi kevirên reş hatiye çêkirin.
Kelha mezin a li pêşberî mizgeftê dikeve naverasta çiyayekê û bo ku mirov bigihêje wê tenê riyek heye ku ew jî gelek zehmet û metirsêdar e. Di nîvê kelehê de paşmayên çend avahiyan tê dîtin û tenê yek ji wan bi başî maye û weke enbara avê hatiye bikaranîn.
Tevî wan hemûyan li mile bakûr ê kelhê paşmayên avahiyeke mezin li ser girê herî bilind a vî çiyayî xuya dike, ku weke burca çavdêriyê ya kelhê hatiye bikaranîn. Ji vê burcê de tevahiya deşta Soma û Bradost li mile rojhilat, Gelyê Bêrdûkê û herweha deşta Tirkiyê li Rojava tê dîtin.
Dawî
Parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê xwedî bi dehan cihên geştiyarî û xwezayî û dîrokî ye ku Kelha Bêrdûkê yek ji wan cihên giring ên dîrokî ye ku her sal bi hezaran geştyar serdana wê dikin. Pêwîste geştiyar di dema serdana cihên xwezayî û dîrokî yên Kurdistanê de van xalan li ber çav bigrin ku divê wan cihan biparêzin, erkê her takekî civakê ye û divê weke emanet bo nifşên siberojê biparêzin
[1]