Nirxandinek li ser pirtûka #Stranên Sor Niviştên Mor#
#Aras Hiso#
''Kes li ber Zîna min neket, her kes li ber Zîna xwe ket. Lê belê Zîna min ji Zînên wan hemûyan xweşiktir bû. Ez biçûk bûm, mirin ji min zehf mestir bû, kes nehat alî min. Ax Zîna min! Tu çi ne baş bûyî, tu jî nehatî alî min ji bo ku min tu kuştibûyî.
Ev gotin ji pirtûka Rênas Jiyan a bi navê ‘’Stranên Sor Niviştên Mor’’ ji weşanên belkî derketiye. Ka werin em bi riya bernameya Danasîn vê carê bi xelek û berhemek din a herikbar di nav rûpelên pirtûkê de bigerin û wan stranên Sor û Nifiştên Mor yak u serenava pirtûkê ye û bala mirovan dikîne, nas bikin.
#Rênas Jiyan# , di sala 1974'an de, li Qosera Mêrdîne ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û zanîngeh li Qoserê xwendiye. Piştre li zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiya Seretayî bi dawî kir û bû karmendê dewletê . Lê dev ji karmendiya dewletê berda. Paşê Kovara çirûskê derxist û weşanxaneya Belkî ava kir. Heya niha gelek pirtûkên helbestî, şano, ceribîn-rexne, teworî, felsefe, analîz û roman nivîsandine .ji berhemên wî heta niha di nava xwendevanên kurd de dengvedaye, ev in: Janya (helbest), Mexzena Xwînê (helbest), Di tuwaletê de (şano), Ji şevê re- çend têgehên dera hanê (ceribîn), Çirûskîzim, Diêşiya (helbest), Becanê pelçiqî (roman), Stranên sor niviştên mor (roman), Spîtama (Roman), Wêjeya kurmancî, pênûsên çardehderb (lêkolîn).
Romana strana sor Niviştên mor, ew jî yek ji berhemên balkêş a Rênas Jiyan ku bi xweşikahî û awayekî herikbar hûnanidye. Di nava gelê kurd de cihê niviştan gelekî pîroz e. Nivişt di vir de, nîşana xelasiyê, azadiyê û welatparêziyê ye. Nîşana pişgiriya zimanî û parastina Kurdan e. Ji bo nivîskarê vê pirtûkê jî pîroz e. Nêzîkahiya wî ne weke ya kesekî/ê ji rêzê ye.
Ji bo vê yekê Rênas Jiyan wiha dibêje
Nivişta min her tim bala min dikişand, min di pirtûka xwe ya koleksiyana Çirûskîzim û #Mexzena xwînê# de, ji xwe berê şiklê niviştekê çêkiribû. Peyva 'nivişt'ê ji nivîsê tê. Min xwest ez bi kurdî li ser kurdan, li kurdistanê niviştekê çêkim; ji ber wê min ‘’stranên sor Niviştên Mor’’ nivîsand. Ev roman niviştek e, ji bo ku kurdî û kurdan, ji derd û belayan biparêze…
Roman, romaneke pir çîrok e. Nivîskar bi karakterên Bêrîvan, Şemsa, Mûsa û Rê, dixwaze rastiya gelê kurd nîşanî wan bide. Bêrîvan yek e xerabe, bindest e û xwenenas e:
Gava bavê wê jê re digot Bêrîvan wê çaxê bihar dihat, bêhna kulîlkan ji devê wî dihat çavên wî dibûn cotek berxik û xwe li pêşiya mirov li erdê dixistin. Lê ji bo Bêrîvanê ev ne wiha bû, berûvajî vê gava hinekan jê re digot 'Bêrîvan', wê digot qey bêhna rêxê ji wê tê, destên wê hatine hinekirin bi silekê.
Şemşa yek e hesûd û ne temam e. Keçeke pir xweşik û bedew e, lê piştî seqet dimînê û şûn de dikeve nefsiyeke xwe-kêmdîtinê. Mûsa ya ku jin xwe beradayî û xwedê lêxistî ye . Rê jî, di nav şervanan de yê newêrek ew e. Lîço û bavê xwe û kalikê xwe jî wisa ne; timeh û durû ne. Hîn gelek karakterên din ên romanê bi vî awayî ne . Rênas Jiyan bo wan dibêje antî-leheng û armanca xwe bi van gotinan vedibêje:
Di nivîsandina her romanê de derdekî min heye . Di vê romanê de, di beşa Bêrîvan de derdê min tehlîlkirina kesayeta pîs bû. Ji bilî vê min xwest ku ez di vê romanê de li ser hesûdiyê jî bisekinim. Ji ber wê min di beşa Şemsa de qale hesûdiyê'yê kir. Derdekî min î din jî ji vê romanê dûrûyîbûne . Şemsa, Rê, Bêrîvan û Mûsa daye pê negengaziyan .Negengazî çiqasî gengaz e? Xwestina negengaziyê êşeke çawa ye? Min li van pirsan kola.
Di romanê de jî bilî karekteran carinan nivîskar bi xwe jî mudaxeleyî gotinên karekter dibe û fikrê xwe yî derbarê bindestiyê de ji me re vedibêje:
Di dinyê de tu tişt jê zêdetir nikare kêfa bindestan bîne, bi qasî kêlîka ku serdestê wan, wan dipejirîne...’’
Bi romana herikbar û watedar bi hêviya ku wê xwendevanên kurd sûdeke xweş jê bigrin û bikaribin di naveroka xwendina vê berhemê de ji nêz ve nas bikin.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
- Ji qenala Pelfilim, beşê Malpirtûk.
- Ji pirtûka Stranên sor niviştên mor. [1]