=KTML_Bold=Dansîneke kurt li ser çanda Teşîyê li cem kurdan=KTML_End=
#Aras Hiso#
Di her maleke kurdan de teqên şeltan bi rengê xwe yên xweşik pir bala mirovan dikşînin ser xwe. Li ser her sijadeke nimê jî hirî li ber çavên me dikevin. Li ser teşiyê kedeke bê hempa dizivire di hazikririna alaveke nemazlixê, kedeke hêja di jiyana hemû kurdan de cih digirê. Werin em jî bi riya bernameya danasîn, bê care berê xwe bidin hinek malên kurdan hirî veçirînin û di teşiya danasîneke lihevhatî de birêsin.
Teşî li herêmên ku welatî bi pezan re mijûl in zêdetir pêş ketiye û bi taybetî jî ji ber ku koçer keriyên pez xwedî dikin bi Teşî û hirî re zêde mijûl dibin
Kurdan sûd ji hirîya pezên xwe wergirtine. Piştî hirîya dewaran zêde dirêj dibe aciziyê dide wan û ji bo dirêjbûnê zû gemarî dibin, ji ber vê yekê her cara ku pirça pez dirêj dibe pirça wan, ji wan tê birîn û çend caran dişon û li ser cilekê tê rêxistin an jî li ser têla cilan tê rêxistin.
Piştî ku hirî zuha dibe, êdî ji nûve karê giran dest pê dike. Berê hirî li erdê tê rêxistin, paşê bi şivekî hişk li hirîyê dixin. Bi saetan li hiriyê dixin ku hirî ji hev veçire û rihetir were bi kar anîn. Zehmetiya vî karî ew e ku hem hêzekî zêde jê re hewce dikê, hem jî karekî bi saetan berdewam dikê.
Jinên kedkar hirîya ku hatiye kutandin, datînin ser cilikekê. Şehekî ku hiriyê vediçrîne bi destekî sivik hirîya xwe vediçirînin. Hirîya ku tê vediçirandin ewqas nerm dibe ku her pirçek ji hev vediqetê.
Piştî veçirandinê, hirîyê bînî benekî qalind dipêçin û haziriya bikaranîna Teşiyê dikin. Pêşî vê hirîyê li darekî an jî li Teşîyê dipêçin, piştî vê pêçandinê, jin bi kelejanekê wî benî qalind li zendên xwe dipêçin.
Teşî bi piranî ji dareke zirav têne çêkirin, li ser serê wan topeke gilover û textikî heye û li ser wî textikê gilover jî hesinek heye ku hirî pê tê girtin.
Jinên kurdan hirî bi zendên xwe ve bînî tayekî zirav dikin û bi wî hesinê teşîyê ve girêdidin piştî ku ta dirêj bû, wî tayî ji hesin dikin û bi serê teşîyê ve girê didin. jin ji alîyekî ve hirîya ku bi zendên xwe ve zirav zirav ji hev diqetînin.
Di destpêkê de jin vî karî bi rûnişkandî dikin. Lê belê da ku destê wan siviktir bibe û kar zûtir ji ber wan herê radibin li ser piyan dişxulin. wexta ku li ser piyan disekinin tayê teşîya wan xweşiktir dirêj dibê û teşîya wan zêdetir dizivire.
Wekî gelek karên li Kurdistanê di vî karî de jin alîkariya hev dikin. Di heyamên berê de ji ber ku di her malê de kerîyek pez hebûye hirîya her malekê jî zêdetir bûye. Ji bo ku karê wan zûtir biqede ji li hev kom dibin û alîkariya hev dikin her çiqas di roja me de ev kar kêm bûbe jî, hîna jî li Kurdistanê ev kevneşopî tê berdewamkirin û jin alîkariya hev dikin
Ji vê keda jinên kurdan alavên kêrhatî derdikevin holê, kulavên ku di seqema zivistanê de şivanan ji sermayê diparêzin ji vê hirîya jinên kedkar tê çêkirin, hirîya ku hatiye kutandin li erdê tê rêxistin û bi saetan li ser hirîyê dimeşin û bi vî awayî hirî digihê hev û bi tu awayî hewa di hundir wê ra derbas nabe û ji wê kulav çêdibê.
Di wextên berê de betanî tune bûn, jinan bi vê hirîyê betanî, berik, doşek û gore çêdikirin. Her çiqas di roja me de betaniyên hirî zêde nayên çêkirin jî, hîn jî di malên Kurdan de doşek, lihêfên ji hirîyê alavên herî girîng ên malekê ne
Di her malên kurdan de teqeke şeltan heye ku doşek û lihêfên reng rengî hene. Di bîranîna her kurdekî de, cihê keda jinê heye, keda jinê di her warê jiyanê de reng vedide û dibe bîranîn, çand û kevneşoiyeke zindî û nemir.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
- Ji qenala Pelfilim
- Ji gotinên dayîkên kobanî.
- Wêne: Ji rûpela Wîkîperheng. [1]