Bazara her sûkekê cuda ye.
Her der û warekî li gor şert û mercên wan jiyana wan a aborî heye, li wan war û bajaran jî sûk û çarşiyên curbecûr hene ku her sûk û çarşiyekê li anagorî wê rê û resmên wê hene. Kiryar û pêşekarên wan bazaran mecbûr in ku li gor rê û resmên wan sûk û bazaran tevbigerin. Dîsa tê zanîn ku kir yarên her bazarekê ji hav cuda ne û naşibin hev, lew ku mirov nikare dur û zêran li bazara kayê bikire. Bazara ku xwedî ne li ser be , ew ne bazara mirovan e. Bêguman mirov dikare her malekî bi tenê ji xwediyê wî bikire, ji bilî vê yekê mirov nikare di tunebûna xwedî de mal û xizmetekî bikire. [1]