#Hafız Ahmet Turhallı#
Hevok û gotarên ku di Qur’an a pîrozde hatine bikar anîn û ketina nav zimanên me, bi zanebun şaş hatine şîrovekirin û hêjî şaş tên şîrovekirin.
Ez dixwazim vêcarê gotina Erebî ‘SEBR’ şîrove bikim. Çend caran di Qur’an a pîrozde hatiye gotin, bi giştî çawa û bi kîjan wateyê zêdetir hatiye bikar anîn?
Sebr; bi hemu cureyên xwe 114 caran di Qur’anê de hatiye bikar anîn. Di Qur’an a pîrozde weke tê zanîn 114 Sure hene, bi gotinekî din, 114 caran Xwedayê mezin gotiye li berxwe bidin, daku hûn şkestinê nexwin.
Sabr: tiştên ku di jiyana mede çêbune an jî çêbibin, bê tirs û tevlîhevbunê, pêşwazî kirina wan e. Tiştê ku di jiyanekî normal de hêrs û lezbunê çêdike, lê tu bi eql û netevlîhevbunê pêşwazîya wî tiştî dikey. Bi şîroveyek zelaltir, li beramber tirs û têkçunê, dibin her şert û mercide berxwedana ruhî û laşîye.
Heta neha tiştê em ser vê gotarê pê dizanin, kê çi bi ser mede tîne bila bîne, em bêdeng bimînin. An jî vê rewşê wek çarenusê bibinin. Bi gotaraeke din divê tu rewşa heyî bipejirînî.
Ev şîroveya hanê ya desthelatdarane, ji bo ku mirov li mafên xwe negerin e.
Wek mînak: Dema Hz. Huseyn qetl dikin, dibêjin Xwedê desthelat kiriye qedera me. Têkçun û bindestî kirine çarenusa Hûseyn û alîgirên wî. Û gotin, hûn feqîrin, eva qedera weye, hûn birçîne eva qedera weye, hûn bindestin eva qedera weye, hûn nezanin ev jî qedera weye, li hember hemû zilm û zordariyan ‘sebr’ bikin ewê Xwedê mikafatê bide we. Li vê dinyayê nedabe we jî, ewê axîretê bide we. Ev gotine, wek gelekî gotin û pêkanînên din, ji naveroka xwe yekcarî hatiye durxistin û berovajî kirin.
Qur’an:
‘Ey gelî kesên bawerî anîne! Berxwebidin, di pêşbirka berxwedanê de neyarên xwe derbastir bikin, Hevdu bigrin bihevre kar bikin. Li beramber Xwedê bi hişmendiyekî bilind, xwe bi rêkûpêk bikin ku hûn bigîhîjin azadiyê.’ Alî-Îmran 200.
Ev ayet şîroveya Sebrê dike û dibêje, Sebr tê wateya Berxwedana bê hempa!
Em weke gelê Kurd, hejmara me zêdetirê pêncî mîlyonîne! Em ji hemû mafên xwe bêparin. Ji ber ku, di berxwedana me de qelsî heye, hinek ji me bi berxwdan û îradeyeke weke mucîzatan jiyan dikin. Hinek ji me jî, ji bo xwarin, vexwarin û jiyaneke nemirovî dijîn.
Divê gelî meyê oldar, ji oldarên dîtir xwe zanatir û rêxistintir bike, daku berxwedana me bigîhîje armanca xwe.
Rewşenbîr û nivîskarên me, di karûbarên xwede bi israr berxwe bidin, rê ronî bikin, daku millete me bikaribe ser wî rêya rewşenbîrî bimeşin.
Hunermendên me, hunerekî weha balkêş û bilind derxînin holê, bikaribin li cîhanê dengvebidin. Sîyasetmedarên me, sîyasetekî bi nirx pêşbixin, bikaribin yekrêziya mala Kurd ava bikin. Leşkerên me weha jîhatî û serkeftî kar bikin ku cîhê navên we derbas bibe, cîhan bi rêzdarî pêşwazî bike. Teknîsyenên me amuran wisa çekin ku, ne SÎHA yên tirkan, nejî Balafirên wan karibin ji asîmanan bifirin.
Divê em hemu bi berxwedanekê bêhempa karên xwe pir serkeftî bi cîh binin. Berxwedan xebat û tekoşîn, ewê azadiya milletê me û welatê me jî bixwe re biçespîne. [1]