Parlamenterên Îngilistanê Kim Johnson û Llyod Russel-Moyle êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê Medyayê anîn rojeva parlamentoyê.
Kim Johnson û LLyold Russel-Moyle di civîna parlementoyê de ji şêwirmendê parlamentoyê Leo Docherty yê ji mijarên karên derve, welatên Commonwealth û pêşketinê berpirsyar pirsî ka di vê meseleyê de bê ka dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne yan na, dê ji Rêxistina Qedexekirina #Çekên Kîmyewî# bixwaze lêpirsînekê bike yan na.
Leo Docherty bersiva pirsê da û diyar kir haya hikumeta Îngilistanê heye ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ‘fosfora spî’ bi kar tîne û got: “Lê delîlên yekser di destê me de tune ne ku van îdiayan piştrast bikin. Em li ser van îdiayan jî disekinin û em li ser fikra we ne ku girêdayî peymana çekên kîmyewî bin.”
Llyod Russell-Moyle jî diyar kir parlementerê CHP’ê yê opozîsyona Tirkiyê Sezgîn Tanrikulu gotiye “Min li dîmenê çekên kîmyewî temaşe kir. Çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovahiyê ne. Ez ê sibê der barê van îdiayan de pirsnameyekê amade bikim.”
Llyod Russell-Moyle got: “Parlementerekî Tirkiyê diyar kiriye ku Tirkiye gaz bi kar aniye û ji ber ku ev tişt gotiye, der barê wî sûcdarî tê kirin ku piştgirî daye terorîzm û gotinên PKK’ê. Sezgîn Tanrikulu endamê partiya avakarê Tirkiyê anku endamê CHP’ê ye. Ew ne endamê partiyeke Kurdan e jî.”[1]