$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Cûdî Mordem
Nav û paşnav: Seyîthan Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Hakkarî
Navê dê û bav: Makbûle - Şaban
Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Gelê Colemêrgê mîna çiyayên Zagrosan ên serhildêr û bi heybet, xwedî karaktereke resen, xweragir, kevnar û qahîm e. Li hemberî asîmîlasyona li ser hatiye ferzkirin, ne rê daye dagirkeran, ne jî serî li ber zaliman tewandiye. Dema ku pêwîst bûye, kariye Zagrosan bike war û çanda xwe ya kevnar biparêze. Gelê Colemêrgê ku bi pêşketina tevgera Apoyî ya li Zagrosan re eleqeyek mezin nîşanî tevgera azadiyê da, zarokên xwe yên herî bi qîmet tevlî vê tevgerê kiriye.
Her çiqas ji ber welatparêziya xwe gelek rastî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker bûne jî, lê dest ji doza ku pê bawer bûn bernedane û her tim têkoşiyane. Li beramber her şehadetekê, bi tevlîbûnên xwe yên nû ve bersiva pêwîst dane dijmin û bûne berdewamkerên doza me ya azadiyê. Rêhevalê me Cûdî ku li cih û wareke wiha ji dayik û mezin bû, bi wan karakteran re ava bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Ji zarokatiya xwe ve bûye şahidê polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin li ser gelê Kurd ferz dike. Rêhevalê me Cûdî ku bi taybetî ji qetlîamên li ser gelê Kurd bandor bibû, zanî ku weke ciwanekî Kurd divê êdî bersiveke bi bandor bide dijmin. Rêhevalê me Cûdî ku bi berpirsyariyeke mezin nêzî erkên demê bû, bera xwe da çiyayên Kurdistanê. Têgihîşt ku bi tenê bi hestên welatparêzî ne pêkan e ku li dijî TC ya qirker têbikoşe. Bi perwerdeya bingehîn a ku dît, hewl da ku bibe gerîlayekî zana. Rêhevalê me Cûdî ku ji mekanîzmaya rexne û rexnedanê ku yek ji rêgezên bingehîn ên PKK’ê ye û têkiliyên rêhevaltiyê yên gerîla bandor bû, di demeke kin de xwe gelek bi pêş xist. Bû xwedî têkoşînek hêjayî heybet û mîsyona dîrokî ya Çiyayê Cûdî ku navê xwe jê girtibû. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê re roj bi roj hewl da ku bi paradîgmaya Rêbertiya me re bibe yek. Rêhevalê me Cûdî ku fêm kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurd e, li ser vê bingehê li ber xwe da. Bi tevlêbûn û helwesta xwe bû rêhevalekî me yê ku hêvî dide. Rêhevalê me yê ku di her kêliya jiyana xwe de tolhildana şehîdan û azadiya Rêber Apo û gelê Kurd difikirî, tevlêbûnek ya bi vê zanabûnê nîşan da. Rêhevalê me Cûdî ku her tiştê ku fêr dibû bi hevalên xwe re parve dikir, rola xwe ya pêşengî ya di jiyanê de, di qada şer de jî bi cih anî û di berxwedana li dijî dagirkeriyê de bi qehremanî şer kir û gihîşte asta şehadetê.[1]