Jiyana Eliyê Evdilrehman û Analîza Karakterên #Xatê Xanim# ê
Bêrîvan Saruhan
Eliyê Evdilrehman sala 1920an li Kurdistana Bakur, li gundê Bûyrekê yê Wanê wekî zarokê malbateke koçer hatiye dinê. Malbata wî sala 1926an ji ber zilm û zordestiyê ji hidûdî derbas dibin û berê xwe didin welatê Sovyetê û li Naxçivanê bi cihûwar dibin. Ew dersdarê zimanê Kurdî ye.
Devoka Kurdên Kafkasyayê devokeke xweser e û di nav sînorên xwe de xwe parastiye û zêde rastî midaxeleyê nehatiye. Lê zimanê pirtûkê zimanekî rojane û hêsan e. Miqabilî hin roman û helbestên edebiyata Kafkasyayê bêhtir ji zimanê wê tê fahmkirin û ji alî naverokê ve jî rûxarkî ye. Ez ne rexnegir im ku bi awayeke cidî û bi dîtina rexnegirekê/î pirtûkan binirxînim. Lê ez xwînerek bidîqet û mereqdar im. Ez ê tiştên ku ji dilê min derbas dibin û hîsiyata ku vê pirtûkê li ser min çêkir bi awayekî zelal û jidil bejim. Ev yek li aliyekî ji bo min zewqa xwendina vê berhemê ji her tiştî giringtir e. Heta ez car caran dibêjim ey nivîskar madem ji xwendina te zewqê nastînim tu çima dinivîsi ne wisa? Neyse ez zêde ji ser xwe nerim û berê xwe bidim nirxandina xwe. Di vê nivîsê de ez ê analîzeke karakterî û naverokî li ser berhema Xatê Xanimê bikim.
Jiyana nivîskarî
Eliyê Evdilrehman sala 1920an li Kurdistana Bakur, li gundê Bûyrekê yê Wanê wekî zarokê malbateke koçer hatiye dinê. Malbata wî sala 1926an ji ber zilm û zordestiyê ji hidûdî derbas dibin û berê xwe didin welatê Sovyetê û li Naxçivanê bi cihûwar dibin. Eliyê Evdilrehman li mintiqeya Şewlikayê dest bi bi dibistana seretayî dike û di 1932an de xwendina xwe xilas dike û piştre diçe bajarê Yêrîwanê û li wir beşa mamostetiya Kurdî dixwîne. Ew li dibistanên wekî Mûsakendê û Emo ku gundên Kurdan yên girêdayî nehiya Kotaykê ne (Ermenistan) wek dersdarê zimanê Kurdî dixebite.
Dema di navbera Almanya û welatê Sovyetê de (1941) her derdikeve, du salan li mekteba leşkerî dixwîne û sala 1942an bi dilxwazî tevlî refên partîzanên Kavpak û Karasyavê dibe. Piştî herb dawî dibe dîsa berê xwe dide xwendinê, ji bo Enstîtuya Pedagojiyê ya X. Abovyan, li bajarê Yêrîwanê tê qebûlkirin. Lê piştî demekê cihê xwendina xwe diguherîne û li Zanîngeha Bakûyê di 1949an de xwendina xwe xilas dike.
Wî li nehiya Basargêçarê(Ermenîstan) dikin gerînendeyê dibistana gundê Çaxirlûyê, lê piştî demeke kin wezîfeya wî bilindtir dikin û ew dibe serokê beşa xwendin û perwerdeyê ya wê nehiyeyê. Di sala 1955an de piştî navbereke bi qasî 17-18 salan, li bajarê Yêrîwanê dîsa dest bi weşana ‘RİYA TEZE’yê dike. Wê demê xwende-zanyên Kurd wek berpirs li dor rojnameyê dicivin. Eliyê Evdilrehman wek redaktor di rojnameyê de dixebite. Nêzîkî 30-35 salên jiyana xwe, salên xwe yên herî çalak û afirîner, diyarî vî karî dike. Eliyê Evdilrehman di sala 1994an de li bajarê Bakûyê diçe ser dilovaniya xwe û li wir li axê tê spartin. Tirba wî li Goristana Îrevanê ye.
Eliyê Evdilrehman nivîskarekî têrberhem bûye. Berhemên wî wiha ne: Gundê Mêrxasan (roman,1968), Şer Çiyan da (roman,1989), Murtule Beg (roman), Gulîstan (serpêhatî-helbest), Bîranîn û Serhatî, Hesreta Min (helbest), Uyanmak -Hişyarbûn- (folklor, werger), Ehtîran (xebatek folklorîk li ser danasîna gelan) û kurteçîrokên wekî Morof, Xatê Xanim (1958), Qedera Wî Xortî û Bextewariya Emir.
Eliyê Evdilrehman nivîskarê nifşê sêyemîn bûye û wî taybetmendiyên nifşê yekem berdewam bi xwe re anîne. Ew, di nav nivîskarên edebiyata Kafkasyayê de bêhtir li ser neteweperweriyê sekiniye û bi vê mijarê derdikeve pêş. Lê ev nayê vê wateyê ku ji îdeolojiya Kurdên Kafkasyayê dûr ketiye. Ya rastî fikara Eliyê Evdilrehman jî mîna fikarên nivîskar û helbestvanên Kurdên Kafkasyayê zelal e.
Karakterên pirtûkê
Lehengên romanê wek piraniya nivîskarên serdema Kafkasyayê dikin, bi piranî reş û spî hatine tarîfkirin. Lehengên di pirtûkê de derbas dibin yan pir baş in yan jî pir xerab. Ên nebaş her tim kirêt in ên baş jî her tim xweşik. Nabe ku mirovekî kirêt baş be an mirovekî pir xweşik xerab be. Em ê niha yek bi yek lehengên romanê terîf bikin û karakterê wan şîrove bikin.
Têmûr
Gelo ma karakterên di destpêka pirtûkê de dimirin nabin leheng? Her çiqas di rûpela duduyan de miribe jî Têmûr lehengekî pirtûkê ye û serokê eşîrê ye. Têmûr di pirtûkê de bi van hevokan tê terîfkirin: “Têmûr mêrekî zehf baqil û fêhriz bû. Mala mêr neşewite, çito mêr bû… Bejn wî nolî takrihanê bilind, navmilên pehn, dev û rû zirav, simbêl reş, xwedî kolxozê neqişandî, xwedî eniya gever ku rîşiyên destmala awazî diketine ser… Xelkê bi hijmetkarî li bejn û bala wî dinihêrî. Gelek qîz bi evîna wê bejn û balê şewitîne. Nêçîrvanekî wisa bû ku gulleya wî nedifilitî û yek nedibû dudu.” Bi kurtî meriv dibêje çawa çêbû.
Sultan
Sultan lawê Têmûr e ku piştî bavê xwe ala kolxozê hildide. Taybetmendîyên wî wisa hatine terîfkirin: “Sultan zarokekî jîr û salih bû, suretsor, porkûrîşkî, lêvsorik, diran mircanî û bejna wî jî bilind bû. Bavê wî hêj di zarokatiya wî de ew hînî gulleberdan, rê û dirban dikir.”
Sultan dema tiştekî bi talûke dibîne xwe jê nade paş û bi ser de diçe. Yekî çavsor e ne di maneya ku zalimî û zordariyê de, bi maneya ku ji tu tiştî natirse. Dikare milazimê dewletê bê fikar bikuje. Sultan karakterekî wêrek e ango lehengek e.
Xatê Xanim
Xatê Xanim jî yek ji karakterên sereke ya romanê ye. Piştî mirina hevjînê xwe, lawê xwe wek serekê eşîretê diyar dike û li ba kurê xwe eşîretê bi rê ve dibe. Jineke biîrade ye. Siyaseta wê gelek xurt e. Tu carî şerî wek rêya ewil nabîne. Li dijî şer e lê weziyet şerî hewce bike jî tu carî xwe nade paş û natirse. Di rûpelekê de dema ku bi cemeatê re dipeyive wiha dibêje: “Gelî cimaetê, dilê min dilê dê ye, zehf dişewite, lê tê kifşê ku dilê we diha gelekî dişewite, ez bi wan gotinên we re nikarim razî bibim, çimkî seba merivekî ez nikarim temamiya kurdên Dêrsîmê rakim li miqabilî dewletê…” Ji van gotinên wê jî diyar e ku Xatê Xanim piralî difikire. Her çiqas dilê wê jî bişewite, her çiqas lawê wê be jî, ji bo kurê xwe cimeata Kurdan tevahî navêje agirî.
Karapêt
Karapêt yekî ermenî ye û hevalê Têmûr e ku piştî Têmûr dimire jî li cem hevjîna wî û lawê wî disekine û alîkariya wan dike. Dibêjin ya hevalê qenc di roja reş de diyar dibe. Karapêt jî dostek wisa ye. Di rojên reş û tarî de jî Xatê Xanim û Sultanî tenê nahêle û bi her hawî alîkariya wan dike.
Zeynê
Zeynê keça Emîn Paşa ye û jina Sultan e. Bavê wê, bêdilê wê daweta wê bike jî ew ji hevjînê xwe hez dike. Dema ku Sultan digirin diçe ji bavê xwe alîkariyê dixwaze û taliyê dizane ka bavê wî çi fen û fûtan digerîne û hêrs dibe. Mîna Xatê Xanimê dixwaze şer bike û ji bo azadiya Sultan dikeve hewldanekê...
Emîn paşa
Bavê Zeynê ye û zilamekî xerab e. Yekî neqenc e û ji bo serbestberdana Sultan jî alîkariyê nade qîza xwe û Xatê Xanimê. Mirovek e ku tenê berjewendiya xwe difikire û li tu kesî din guhdar nake.
Milazim
Mêrikekî gelekî xayin e, dijmin û xwînxwarê cimaeta Kurd û Ermenî ye. Ji bo ku Sultan bê sirgûnkirin çi ji destê wî tê dike. Lê ji bîr dike ku li hember wî cimaeta Kurd heye. Taliya talî ji aliyê Sultan ve tê kuştin.
Çend gotin li ser karakterê Xatê Xanimê
Zayendperestî bi awayekî giştî îdeolojî, raman, têgihiştin û şêwaza jiyanê ye ku li ser bingeha civaka serdest a mêr şîn dibe, mêrperest e û jinan paşguh dike. Bi gelek cureyên zordestiyê û amûrên îdeolojîk ên xwedî dîrokeke dûr û dirêj, jin derveyî jiyana asayî tên girtin. Ev pêkanînên ku bi zanebûn ji aliyê sazî û kesan (zilam) ve tên kirin, dibe ku bibe sedema heqareta li jinan, sînordarkirina azadiya jinan û wek jin hesta xwekêmdîtinê û xwe-nenasînê. Dawiya dawî komek derdikeve holê ku ji raman, daraz, norm û îdeolojîyê bêpar e û bêhiş tevdigere.
Bi gotineke din, zayendperestî tevahiya bawerî, teorî û ramanan e ku komek (bi gelemperî mêr) li hember komeke din (bi gelemperî jin), bi zanebûn an jî bêhemdî xwe îdeolojî û kiryarên zayendparêz ferz dike û rewa dibîne.
Piştî van çend hevokên teorik dikarim li ser Xatê Xanimê pêwendiyekê di nav vê mijarê de ava bikim û vê yeke bibêjim; Helbet, çend sal berê dema min ev pirtûk xwend di serî de serbilindiyek bi min re çêbû. Rola jina Kurd a di nav civakê de û çiyayên me. Ev her du xal tu bikî nekî rihê raperînekê li ba mirovî diafirîne. Lê belê ne zêde, dema ku mirov piçekî li ser hûr dibe û dibîne ku ew îmaja dayikbûnê hebek di bin îmaja jina Kurd de maye. Xatê Xanim, ji bo ku ciwanên Kurd bi tevahî nekevin nav herbê, niyet dike ku lawê xwe qurban bike. Temam, ji bo lawê xwe bixe dewsa hevjînê xwe gelek dixebite lê heta roja talî biryara xwe naguherîne. Em dizanin di edebiyata femînîst de jin wek jin derdikevin pêş lê di Xatê Xanimê de ne wisa ye û ev yek jî normal e helbet. Di vê pirtûkê de jina Kurd her dem li pişta hevjînê xwe ye, encax piştî hevjînê wê dimire dikare têkeve dewsa hevjînê xwe. Heta gotinên bi vî awayî di pirtûkê de gelek caran derdikevin hemberî me. Heta gelek caran cimaet hemû bi hewldana Xatê Xanimê serbilind dibin. Dibêjin: “Canim, jinik mêr e, ne jin e! Êh, kal û bavan gotine, şêr şêr e çi jin e çi mêr e!”
Helbet hûn ê rabin bibêjin derdê te çi ye Bêrîvanê? Bi rastî bela xwe li nivîskar nadim ji ber ku paşxaneyeke dîrokî heye û em vê dizanin, lê ev nayê wê wateyê ku em ê van li ber çavan ranexin. Mîna ku ez gelek caran ji nivîskaran re dibêjim “Ey nivîskar Xwedê serê qelema te tûj zimanê min ko bike.”[1]