Çîroknûsekî jibîrçûyî ji salên 1960’î
İbrahim Bulak
Navê Mehmet Bor derdiket pêşberî min bes di derheqê wî de ji xeynî nav û afirandinên xwe ti agahiyên dîtir li cem min tunebûn wekî kî ye, çi kes e, ji ku ye û hwd. Pêrar pirtûkeke bi navê Kalik û Du Bira ya ku di sala 1964’an de li Berlînê derketiye bi dest min ket ku nivîskarê wê Mehmet Bor bû.
Salên 60’î li Ewrûpayê hewla hindek kesan hebû ku dixwestin wêjeya Kurmancî bi rêya kovar û rojnameyan geş bikin. Bi ya min mirov ger salên 60’î bi nîveka pêşî ya sedsala 20’î bide ber hev, halê Kurmancî ne di rewşeke xirab de ye. Li welêt, li welatên Sovyetê, li Ewrûpayê kovar û rojname bûbûn şûngeha wêjeya Kurdî. Paşê jî sermeselê kovara Tîrêjê derket ku ne tenê rê li helbesta Kurmancî her wiha rê li ber Kirmanckî jî vekir. Salên 90’î jî kovara Rewşen û peyrewên wê bûn stargehek ji bo xort û keçên nûgihayî. Jixwe êdî rexnegir û lêkolînerên Kurmancî jî her yekê wekî nifşekê bi nav dikin û li ser van nifşan jî lêkolîn tên kirin. Niyeta min ne ev e ez bi rêya vê nivîsê berê xwe bidim Wêjeya Kurmancî ya salên 60’î li Ewrûpayê, lê dixwazim behsa kesekî bikim ku navekî jibîrçûyî ye û li derûdora kovaran ji xwe re di nav wêjeya Kurdî de li şûnekê digeriya, her wiha ji nav nifşên xwe hema beje tekane kes bû ku dixwest teqleke modern bide çîroka Kurdî.
Li Ewrûpayê salên 60’î di meydana Kurdî de navek derdikeve pêş ku him bi xwe helbest dinivîsandin him jî edîtorî û weşangerî dikir. Paşê bêtir di meydana siyasetê de jî derketa pêş ku salên 60’î wî li Ewrûpayê rê li ber wêje û weşana Kurdî vekir. Ev kes Hemreş Reşo ye. Hemreş Reşo bi kovara Hêviya Welêt û Çiya, him seba helbesta Kurmancî ya modern meydanek çêdikir him jî dibû pirek di navbera du nifşên cuda de. Sermeselê Osman Sebrî ku ji nifşê Hawarê bû, bi rêya Hemreş Reşo ji wan kovaran re helbest şandine. Yek ji nivîskarên kovara Hêviya Welêt Mehmet Bor (li hin ciyan Mehmed Bor jî derbas dibe) bû ku li çend ciyên din jî rastî navê wî hatibûm. Bes li ser wî hema hema tu agahî tunebû. Di hejmara 3’yemîn ya Hêviya Welêt de piştî ku min çîroka wî Diz û Law xwend, meraqa min her çû ser wî. Ji ber di nav ewqas kesan de ku tenê helbest dinivîsandin, wî wêriya bû bi Kurmanciya xwe çîrokeke modern a Kurdî binivîse.
Her wiha ji xeynî Hêviya Welêt di hejmara 7emîn a kovara Kurdish Facts and West-Asian Affairs de di beşa wêjeyê de helbesteke wî ‘Hosîya min’ çap dibe.(1) Di kovara Kurdistanê de ku xwendakarên Kurd ên li Ewrûpayê derdixistine, hejmara 7–8’an de helbesta wî ‘Hedî Hedî’ belav dibe. Di kovara Hêviya Welêt de hejmara sisiyan de çîrokeke wî derdikeve. Ev çîroka bi navê Diz û Lawik hema bêje tekane çîrok e ku di vê kovarê de belav bûye. Herçî para wêjeyê ye piranî salên 60’î di nav rewşenbîrên Kurdan de helbest di rewacê de bû. Di nav nifşên xwe de Mehmet Bor tenê nivîsandina çîrokên modern tercîh kiriye. Çîroka wî Diz û Lawik bi ya min tevî qûsirên xwe çîrokeke serketî ye. Teswîrên wî baş in her wiha wî teknîka monolog, flashback bi kar anîne ku wan salan di wêjeya Kurdî de dîtina wan ne tiştekî asayî ye.
Pirtûka nîvce
Navê Mehmet Bor derdiket pêşberî min bes di derheqê wî de ji xeynî nav û afirandinên xwe ti agahiyên dîtir li cem min tunebûn wekî kî ye, çi kes e, ji ku ye û hwd. Pêrar pirtûkeke bi navê Kalik û Du Bira ya ku di sala 1964’an de li Berlînê derketiye bi dest min ket ku nivîskarê wê Mehmet Bor bû. Tê de derheqê nivîskar de agahî jî hebûn. Esas dibêjim pirtûk lê ne pirtûkeke berbihev e, jixwe Hemreş Reşo jî ji bo vê gotiye: ‘pirpera (kîtêb) nîvçe’. Bi daktîloyê hatiye nivîsandin û bi makîneya zêdekirinê hatiye zêdekirin. Tê de du çîrok hene ku yek jê dirêj yek jê kin e û helbest hene. Hin helbestên tê de jixwe berê li kovarên min li jor behs kirin, derketibûn. Pêşgotina wê ‘Reşo’ nivîsiye. Herçiqas wî wek nav tenê Reşo bi kar anîbe jî ne mimkin e ev kes ji Hemreş Reşo wêdetir kesekî din be. Li ser nivîskar jî agahîyan dide ku jixwe agahiyên herî pêbawer û berbihev ên liberdest ev in. Mehmet Bor, di sala1927’an de li gundê Çêrmeyê hatiye dinê ku bi ser qezaya Gêxî (Kigî) ya Bîngolê ye. Dibistana navîn li Xarpûtê û lîse jî parek li Amedê para din jî li Balikesîrê xwendiye. Li gor Hemreş Reşo gava li Diyarbekir dixwîne ji ber fikrên xwe yên kurdewarî û sosyalîstî bala dewletê kişandiye û dewletê ew sirgun kiriye Balikesîrê. Ji bo xwendina zanîngehê çûye Stenbolê û li vir beşa îktîsadê xwendiye. Piştî zanîngehê diqedîne li bajarê Edeneyê dibe mufetişê karker û kargehan. Li vir kovara Yol Kavşağı derdixîne û her wiha gotarên xwe dişîne rojnameya Îlerî Yurtê. Li vir bi kevaneke dixwazim behsa rojnameya Yol Kavşağı bikim. Ev kovara hanê 1’ê Hezîrana 1957’ê li Edeneyê dest bi weşana xwe dike. Xwedî û berpirsyarê kovarê Hüseyin Saritaş e ku navê Mehmet Bor ê li ser nasnameya Tirkî ye.(2) Kovar wekî kovareke ramanî û hunerî ji 24 rûpelan pêk hatiye. Hüseyin Saritaş jî bixwe tê de nivîsiye. Nayê zanîn kovar tevde çend hejmar derketiye û kengî weşana vê bi dawî bûye. Li gorî Hemreş Reşo ji ber wan xebatên xwe dewlet wî digire û tînê Enqereyê. Lê berî ku bikeve zindanê wî kariye di sala 1960’î de bi alîkariya çend kesan derkeve derveyî Tirkiyeyê. Pêşî diçe Bulxaristanê û li wir doktoraya xwe dinivîse. Li gorî Hemreş Reşo ji xeynî Tirkî û Kurdî bi Fransizî, Ingilîzî, Rûsî û Bulxarî dipeyive û bi wan zimanan jî dinivîse. Her wiha fêrî Elmanî jî bûye. Gelek gotar û helbestên wî bi wan zimanan jî çap bûne. Hemreş Reşo dibêje esas wî dixwest wekî pirtûkeke berbihev û temam vê berhema xwe çap bike lê ji ber kêmaniya diravî nekariye çap bike. Her wiha li gorî ew dinivîse ji xeynî vê berhema wî berhemeke wî ya din heye bi navê ‘Yado’ ku tê de helbest û çîrok hene û gotiye ew ê jî çap bibe û bigihîje xwendevanan. Lê biqasî min fêhm kir ev daxwaza wî neçûye serî.
Helbestên wî
Nexasim di helbestên Mehmet Bor de îmaja Kurdistana parçebûyî û kolonîbûna wê xurt e, her wiha îmajên neteweyî yên wekî Newroz û Kawa jî di helbestên wî de cih digirin. Çawa ji pêşgotina wî ya Kalik û Du Bira jî kifş e fikra Marksîzmê gelek tesîr lê kiriye her wiha bala wî li ser antîkolonyalîzma welatên bindest e. Tirkiye, Iraq û Îran ne wekî dewletên jirêzê dibîne, bileks li gor wî her yek kolonyalîst e ku bedewiya Kurdistanê diherimînin. Wî bêtir bi Kurdiya xwe ya herêmî nivîsiye lê çend peyvên Soranî jî ketiye navê ku ev jî mihtemel e ku bi xwendina Kurdî û nasîna Kurdên parçeyên dîtir pêk hatiye. Her wiha mirov gava li zimanê wî dinêre nivîsarên Kurdên li Sovyetê jî bandor lê kiriye û xuya ye berhemên wan bi dest wî ketine û wî xwendine. Helbestên wî yên biqafîye hebin jî bêtir wî bi formên nûjen helbest nivîsandine. Her wiha bi nivîsîna Kurdî redkirina navê xwe yê Tirkî (Hüseyin Saritaş) û dewsa wî rakirina navekî dîtir jî balkêş e.
Dîsa dibe Hüseyin Saritaş
Piştî wextekî şop û şûna Mehmet Bor di nav weşangeriya Kurdan a li Ewrûpayê de wenda dibe. Min ji gelek kesan pirsî da ku derheqê aqûbeta wî de çend tiştan bizanim lê tu agahî bi dest min neketin. Van pêlan bîranînên Kemal Burkay bi dest min ketin û min xwest çavekî lê bigerînim.(3) Di vir de rastî navê wî hatim lê ne wek Mehmet Bor, bi navê wî yê nasnameyî Hüseyin Saritaş. Kemal Burkay dibêje, gava wan kovara Ozgurluk Yolu derxistiye wan çavên xwe li kesên ku dikarin ji kovarê re binivîsin gerandine. Hingî Hüseyin Saritaş nas kiriye û haya wan jê çêbûye ku xweş dinivîse. Li gor Burkay, ew birayê Dr. Hasan Celalettin Ezman e ku wextekî ji CHP’yê parlementerê Bingolê bûye. Burkay dibêje, di warê nivîsê de kesekî jêhatî bûye lê hebekî dilweswesoyî jî bûye. Wisa difikirî ku timî polês li pey wî ne û heta ji ber vê yekê lêxistiye çûye Ewrûpayê û bi salan li wir maye. Piştre vegeriyaye Tirkiyeyê û li Enqereyê buroya tercumaniyê vekiriye. Bi zimanê Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Rûsî û qey bi çênd zimanên dîtir jî tercumanî kiriye. Kurt û Kurmancî ji bo kovarê nivîsandiye û nivîs ji zimanên din wergerandine. Her wiha qismek ji pirtûka Nikitin a derheqê Kurdan de jî ji Fransî wergerandiye Tirkî. Lê belê ne wî karê wergerê di wextê xwe de teslîm kiriye ne jî wergera wî bi serê Kemal Burkay ketiye. Axir Burkay ji bo wergerê pirtûk daye yekî din û bi wergera wî pirtûk ji nav weşanên Ozguruk Yolu çap bûye.
Di her du hejmarên pêşî yên kovarê de jî ji bo kovarê nûçe û qewimînên ji dinyayê berhev kirine. Di kovara Ozgurluk Yolu de (Hejmar 5) nivîseke wî ya Tirkî jî heye bi sernavê ‘Petrol û Rojhilata Navîn’. Di hejmara 7’an de nivîseke berfireh li ser Angola heye. Di hejmara 11’an de nivîseke wî li ser Spanyayê heye. Belkî paşê jî nivîs û wergerên wî bêyî ku navê xwe binivîse an bi navên din derketibin. Gava mirov li çalakbûna wî ya di meydana rewşenbîriya Kurdî a salên 70’yî de mêze dike, zimanê wî yê nivîsê êdî bûye Tirkî. Heçku bi vegera xwe ya Tirkiyeyê Mehmet Bor, Kurdî jî li Ewrûyapê hiştibe. Bi ya min gava hatiye Elmanyayê ditiye ku di nav xwende û xwendekarên Kurdî de li gel zimanên Ewrûpî, Kurdî jî çalak e û biçûk be jî civata Kurdî heye. Dibe ku vê yekê ew motîve kiribe û wî berê xwe dabe Kurdî. Her wiha rola Hemreş Reşo jî bi ya min ne hindik e, mihtemelen piştî nasîna wan, Hemreş Reşo ji bo Kurdî ew teşwîq kiriye.
Esas wî di pêşgotina xwe ya Kalik û Du Bira de ku di sala 1964’an de li Berlînê nivîsandiye bersiva hin pirsan daye. Pêşî behsa halê dinyayê dike ku hêj 20 sal di ser şerê cîhanê re derbas bûye, qal dike ka rewşenbîr ketine çi halî. Bi qewlê wî wexta ‘cenga sar’ e, û dilê wî wekî mirovekî sosyalîst li gel miletên bindest e. Li cihêkî wiha dibêje: ‘’Nivîskarê qurna bîstan heta gewriya xwe di nav sîyaset û felsefeyê da ye.’’ Ev gotina wî esas pir baş rewşa nivîskarên wê demê îfade dike. Ji bo min pêşgotina wî metneke welê ye ku bê mibalexe min heta niha ji nav nifşê wî dengekî wiha dinyayî seh nekiribû ku li ser navê dem û dewrana xwe dipeyive. Lê dengê wî dengekî Kurmancî yê stûxwar e jî, ‘pişteke birîndar e li ber qamçîya xwe rabûye’. Di pêşgotina xwe de herî dawî êdî wekî nivîskarekî Kurd ê îro dipeyive. Wekî ku dizane piştî çendik û çend salan nivîsên wî yên Kurdî dê bala hinekan bikişîne û ew dê bi nivîsên wî dakevin. Bêyî ku dest bidim rastnivîsa wî beşekê jê li vir neqil dikim:
‘’Ez nivîskarekî koçerim, tenê bi arîkarîya qelema xwe dibijim; kanîyekî mina din tune.
Wan welatêded derekeda e çapxanenên û ne jî xwendîyên kurmancî hene. Heval û hogir minre peyîvîn: ‘’Çima hûn bi frensizî yan jî bi tirkî nanivîsin? Bi arîkariya wan, hûnê zûka bibin him dewlemend û him jî sergavaz. Nivîsên weyên tirkî bêhêmd bedew û hêjane, xwendiyên wan pirin. Ji Kurmancî dev berdin. Wa rêya we xilas nake. Eksî,ewê te çin bike û navê nav şelpezetîkî xirabtir. Va dîntîye. Tu dînî…’’ Ya yêkem, min dîntîya xwe û ya gelek hozan û nivîskarên dinê qebûl kirîye. Welatên pir nivîskarên mezin nav dirokêda tifî li wan barandine û çap bûn û bela bûna eseran, eserên bedewê bêxelîtê xûmanîst, mina kirine. Zemanê pir nivîskara hêjatîya eserên wan fem nekirîye… Ya dudîem, esehe ku gelek nivîskarên koçer ji zimanên dakê xwe ênirîne. Bi komekîya zimanekî din sergevaz bûne û halê xwe tikûz kirine.
Ya dijvartie ewe ku niha tenê deh mîlyon merû bi kurmancî qisedikin, kêmanî nod ji sed kurdî xwendinê nizanin; wanên xwendî yan li çîyanin yanî jî zîndananda difetisin û kal dibin, mîna min li welatê dereke emrê xwe dixun û kal dibin… Nivîskarên kurd li dinê bela bûne. Komelekî nivîskarên kurd tune. Nav entelejansîya kurdda anacên edebîyata moderna dinê zêde kêmin. .. Heta îro tukesî nekarî bêxelit afrandinên nivîskarên kurd binêtirînî, şîrovebike, bipîve û wan li dinêsergevaz bike. Bi çêkûkî din, xwwendekarên dinê, xencî ji ‘’Mem û Zînê’’, ‘’Berbang’’ û hinek poeman derheqa edebîyata kurdda tutişt nizanî… Mesela xwendekarê dinê nizanî ku şeş sed salî pêşta dînekî din jî, Feqîê Teyra (1302–1375) bi kurmancî elek eserên baş nivîsîye. Heta îro tercemekirina edebîyata kurd pir hindike.
Wan xisûsan rind dizanim.
Ez tenê nav yek ne, lê pir tenganîyadandame… Pêwîste nivîskarê wekî min bi bî stoîk, qala eş, serhatî û kulê şexsî ne bike. Şerme. Orta xela û enkîzîsyonda jî, xwezîlî merû şeref û asaleta xwe biparêzî. Serê çîaê bilind tim mije. Hesreta welêt dil û kezewa min peritandin. Ez nikarim bibêjim: ’’Ubî bene, Ibî Patria’’… [Gotineke Latînî ye wateya vê ‘Cihê ku ji mirov re xweş e welatê mirov e’] Xwezilî îşaret bikim, tenê ne, lê gelek nivîskar nav şelpezetîyê û tenêbûnêda xebitîn, dixebitin. Jîna Dostoyevskî eyane, H. Murge ji rebenîyê xwe xwe kuşt.
Dîsan jî min efrandinêd xweyê diha bedewtir bi zimanê daka xwe nivîsî. Belkî heta mirina min krîtîkekî baş nikarî van eserên min pêda bikî, bixûnî, hêjatîya wan fêr bibî û dest bi tercema wan bike. Tenê ez guman dikim ku heke berî gorîya min îmkan hasil nebî jî, du minra, rojekî miletê kurdê azad û serfîraz bibî, hêjatîya eserêd min sef baş kifş û bi gêtiyê [dinyayê] naskirin bike. Ji ber ku va qelema tenê bona miletekî ne, lê bona hemû merûtîyê paletîyê dike. Ji ber ku pir derd hene ku tenê yên miletekî ne, lê hemû miletanin; tenê yên merûyekî ne, lê yên hemû merûyanin…’’
Di nav kovar û weşanên Kurdan a sedsala bihurî hin nav hene ku derheqê wan de tu agahî peyda nabin. Mehmet Bor bi çîroka xwe ya Diz û Lawik bala min kişandibû û her ku min li ciyên din navê wî dît meraqa min jî her çû ser serpêhatiya wî. Min çer kir jî nekarî derheqê wî de tu agahiyên dîtir bi dest bixim. Kêfa min nayê karê xwe nîvco bihêlim lê heta ji min hat min hewl da qenebe çend agahiyên din ên biçûk jî peyda bikim lê çênebû. Heta ez nizanim ka kîjan salê miriye. Loma ev serpêhatiya nivîskar jî li ba min û li ba we jî dimîne nîvco.
Têbînî
1- Ji bo nivîseke berbihev a derheqê vê kovarê de binêre nivîsa Adnan Çelîk Demir Perde’nin Batı Yakasında “Kürt-Dostu” Anti-Komünist Bir Kurum Beynelmilel Kürdistan Cemiyeti, Kürt Tarihi dergisi Hejmar: 41
2- Binêre teza lîsansa bilind a (çapnebûyî) Gülşan Değirmenci Adana Basın Tarihi (1873–2000), rûpel 274, 275, 276
3-Kemal Burkay, Anilar Belgeler, Deng yayinlari, Çapa duyan 2010, cîlda duduyan[1]