Derheqê Medreseyên Kurdan de hinek agahî
Medreseyên Kurdan girêdayiya dîroka Kurdan a piştî Îslamê ye û li gor desthilatdariya hûkûmetên Kurdan kare were tesnîfkirin. Çimkî serdemê hukimdariya kurdan û pêşketina medreseyan di nav têkiliyekê xurtdane. Loma ji dema tesnîfkirina serdema û medreseyan de divê em hûkûmet û mîrektiyên kurdan esas bigrin. Li ser vê mijarê jî di nav dîrokzan û edebiyatzanê kurdan de yek tişt nehatiye esas girtin, ji bo wê tesnîfkirinê de cûdahî hene.
Li gor Abdurrahman Adak 4 serdemên medreseyan hene;
Serdema Berî Hikûmetên Kurdan
Serdema Hikûmetên Kurdan
Serdema Mîrektiyan
Serdema Piştî Mîrektiyan (Adak, 2015)
Medreseyên Kurdan, Nevzat Emînoglu jî weha tesnîf dike; li gor serdema ku hatine sazkirin û li gor avakarên wan, meriv dikare veqetine bi sê beşan:
1.Medreseyên sultanan,
2. Medreseyên mîran û
3. Medreseyên şêxan (Emînoglu, 2015: 3-2)
Medreseyên Kurdan, Şakîr Epozdemîr jî weha tesnîf dike; li gor dîrokê li kijan deverê, dewrê û heremê kijan medreseyan hatine avakirin. Li gor tesnîfa Epozdemîr şeş (6) pêlên medreseyan hene:
1. Pêla Yekemîn (ê22-1100)
2. Pêla Duyemîn (1100–1400)
3. Pêla Sêyemîn (1400-1700)
4. Pêla Çaremîn (1700-1850)
5. Pêla Pêncemîn (1850–1925)
6. Pêla Şeşemîn Ango Pêla Global (Epozdemîr, 2015)
Dewra Emewiyan û Ebasiyan de her çiqas sîstema medreseyên îslamî li gor şertên xwe pêşketibin jî Kurdan jî li gor xwe xebatên perwerdeyê bi saya van medreseyan meşandin.
Dewleta Merwaniyan sed salî li heremên kurdan hukimdarî kiriye û warê avahîsazî de avahîyên bêhempa ava kirine. Wek mînak; Pira Malabadê û Pira Dehçavî kirine malê Kurdan. Dewra Merwaniyan de wezîrê Ferqînê Îbn Cuheyr pispor û şarezayekî mezin hatiye gihîştin. (Bnr. Ebd el-Reqîb Yûsuf, Hedaret el-Dewle el-Dostikiye fî Kurdistan)
Îbn Cuheyr, dewra xwe de di hêla exlaq, edîb û şexsîyeta xwe de gelekî pêşketibû û Ferqînê wezîrî û hukimdarî kirîye. Herweha Ehmed îbn Merwan jî dewletsazekî navdar e.
Di dewletên Şeddadiyan, Hesnewiyan, Rewadiyan, Lorîyan û Erdelaniyan de jî hemî warên îlm de pêşketî, serkeftî û pêşvaçûyîn bê xwendin û bi bê perwerdehîyeke xurt ne mimkin e.
Di dewra Eyûbiyan û Atabegîyan de hem hêla dewletbûnê de hem jî hêla xwendin û îlm de pêşketineke mezin çê bûye. Di zemanê Eyûbiyan de sîstema xwendin û perwerdehîyê li hemî bajaran cih girtiye û bi taybetî serayên dewlet û hukimdaran ketine nîrekî hemdemî û hemî şaxên îlm û zanînê di van medreseyên nûjen de hatine xwendin (Epozdemîr, 2015: 21).
Di sedsala XIIIem de li Cizîrê çar medrese hebûne: Medreseyên Îbn Bezrî, Atabeg Zahîredîn Kaymaz, Redwiye û Cemaledîn Ebdurehîm. Bêguman di van medreseyan de jî, perwerde dê bi zimanê Kurdî be. Loma jî serdema hikûmetên Kurdan ji bo perwerdeya bi Kurdî wekî destpêkê dikare bê hesibandin (Adak, 2015, Deng).
Em kanin vê jî bibêjin; Di dewara Eyûbiyan de medreseyên mislimanên Ereb, Tirk û Kurdan ji hev veqetiyane û Kurdan ji xwe re hêdî hêdî medreseyên xwe avakirine.
Êrîş û hovîtiya Moxolan weke hemî waran de, di warê zanîst û xwendinê de jî xisariyeke mezin da welatên ku îlm û îrfan pêşketî û çend navendê wek Bexda, Herran û der û û dorên ku Kurdistanê îlm pêş ketibû xebatên îlm û zanîstê sekînin. Xebatên ku heta wê dewrê hatibûn kirin jî gelekî xwe wenda bûn. Lê piştî erîşê Moxolan dîsa bi saya xebatên Ebasîyan, Selçûkîyan û Eyûbîyan di warê xwendin û zanîstê de pêşketineke nû çê bû.
Piştî ku di sedsala 13yan hikûmetên Kurdan hat, li welatê Kurdan mîrektî ava bûn û desthilatdariya van mîrektiyan heta bi nîveka sedsala 19yan dom kir. Serdema Mîrektiyan 600-700 salî dom kir. Van serdema de êdî her mîrektiyekî Kurdan xwediyê medreseyên serbixwene.
Mîrên Kurd, ji bo perwerde pêşkeve û îlm û îrfan geş bibe gelekî piştgirî dane medrese û mizgeftan. Mîrên Kurd di bin sîwana xwe de alim û zanayên pispor di warên curbecur de parastin û piştgirî danê û ji bo perwerdekirina xwendekaran bi dayîna waneyan di gelek saziyên perwerdeyê de derfet pêşkêşî wan dikirin. Bi giştî di nav mîrên kurdan de û ji aliyê mîrên serdest ên herêmê ve hatin fînansekirin, du cure saziyên perwerdehiyê derketin holê. Ji vana ya yekem medreseyên mîran, ya duyemîn jî mizgeft û mecîd in. (Aytaç, 2020: 172)
Bi taybetî di mîrên kurdan yên wek Melîkan, Azîzan, Şenbû, Behdînan, Bedlîs û Erdelanê de medreseyên girîng hatin avakirin, ku ji aliyê aborî ve bi hêz bûn û ji bo xwe pere didan çêkirin û ev medrese ji aliyê mîrên herêmê ve hatin fînansekirin (Aytaç, 2020: 176)
Di bin desthilatdariya hinek mîrektiyên Kurdan de medrese hatine avakirin. Wekî Medreseya Adiliye (Siltan Adil) û Medreseya Kamiliye li Hesenkeyfê û Medreseya Ebdaliye li Cizîrê. Ji ber ku ev medrese, di nav civaka Kurdan de û ji aliyê mîrên Kurdan ve hatine avakirin, herweha seyda û xwendekarên wan jî Kurd in, bi awayekî xwezayî di van medreseyan de perwerde bi Kurdî ye. Lêbelê şêweya perwerdeyê, tenê vegotin e.
Bi gotineke dî, pirtûkên dersê yên ku wekî mufredata perwerdeyê tên bikaranîn bi Erebî ne, lêbelê xwendina wan pirtûkan, vegotina dersê ji aliyê seydayan ve û muzakeraya dersê di navbera xwendekaran de bi Kurdî ye. Loma jî di vê serdemê de, di medreseyên aîdê Kurdan de perwerdeya bi Kurdî a bi şêweya vegotinê heye (Adak, 2015, Deng r. 56).
Hinek medreseyên ku di sedsala XVIem de (Peymana Osmanîyan û Mîrektiyên Kurdan şûnde) li mîrektiyên Kurdan hatine avakirin ev in:
Cizîr: Medreseya Sor û Medreseya Suleymaniye,
Miks: Medreseya Mîr Hesenê Welî,
Xîzan: Medreseya Dawudiye,
Hezzo: Medreseya Xizir Beg,
Hekkarî: Medreseya Zeynel Beg,
Amêdiyê : Medreseya Qubehanê,
Şîrwan: Medresa Zeynel Beg,
Bedlîs: Medreseya Hacî Begî, Medreseya Îdrîsiyeyê, Medreseya Îxlasiyeyê, Medreseya Şerefiyeyê (Adak, 2015, Deng, r.57)
Di vê serdemê de gelek medrese her bajar û navçeyên Kurdan avabûne, gelek xebatên girîng û balkêş jî kirine.
Mîrên Bidlîsê, di nav mîran de roleke sereke leyîstine. Her weha li ser navê Kurdan bi Osmanîyan re îttifaq pêkanîne û him jî derheqê ilm û medreseyan de xizmetên pir hêja û mezin kirine (Epözdemir, 2005: 95).
Qala zana û rewşenbîrên Bidlîsê bi vî rengî tê kirin di pirtûka Şerefnameyê de û ji hêla nivîskarê wê ve: “Armanca min ji vê yekê eve ku bajarê Bidlîsê bibe warê xwedî fezil û ilimdaran. İlimdar û merivên qedirbilind tim li vî bajarî kom bibin. Ji ber vê ev bajar bûye warê huner û edebiyatê” (Şerefname, 2011: 275).
Ewliya Çelebî qala 4 Medreseyên herî baş û taybetmend û 70 heb dibistanan dike ku li bajarê Bidlîsê di xizmeta xwendin û perwerdeyê da bûne. Di nava van mekteban de mektebên taybet hebûne ku ev mekteb weke kolejên taybet yên vî zemanî bûne” (Epözdemir, 2012: 12).
Ewliya Çelebî di heqê ilimdarî û pêşvaçona bajarê Bidlîsê de dûr û dirêj agahiyan dide me: Ewliya Çelebî dibêjê: “Hejmareke gelek zêde pirtûk anîne ber mezadê ku ev yazdeh sandoq bûn û di nav wan de pirtûkên wek Şahname, Gulistan û Şerefname yên gelek hêja hebûn. Lê wextê çavên Emîr Diyaeddînê kûrê Ebdelxan bi hêstiran tijî bûn. Ehmed Paşa jêre got; “ji bo çi bêhna te teng e?. Wî got; ev ezemeta pirtûkan ên min in û piraniya wan muhramin li ser in” (Epözdemir, 2012: 13).
Taybendmendiya herî sereke ya medreseyên Hekariyê, wek a hemû medreseyên mîran, ew bû ku cih didan çand û edebiyata herêmî. Wek mînak: Medreseya Mîr Zeynel Beg yek ji wan medreseyan e li nav bajêrê Colemêrgê û li taxa Gulareş e. Medrese ji aliyê Mirê Hekariyê Mîr Zeynel ve hatiye çêkirin (Emînoglu, 2015: 3-2).
Nivîskarê mewlûda Kurdî şair û edîbê mezin ê Hekariyê yê dewra mîrektiyê Mela Huseynê Bateyî jî li vê medreseyê tehsîl girtiye. Her wisa vê medreseya emekdar gelek alim, zana û edîbên din jî diyariyê me kiriye.
Mîrên Muksê jî wek Mîrên din, ji bo ilm û hikmetê gelek xebat kirine. Xizmeta ilm û medreseyê ya li Muksê ku herêma Wan û Westanê jî digirt nav xwe, bi saya Mîrên Mehmûdî pêk hatiye. Medrese û xwendevanî li Muksê sedsalên 16 û 17an de pir pêş dikeve. Bi taybet di di hêmana Mîr Hesenê Welî (1520-1566) de ev yeka ha êdî pêş ve diçe. Vî mîrê Muksê dêr û mizgeft û manastir û medrese li tenişta hev dane avakirin. Cudatî nexistiye navbera mesîhî û misilmanan. Mîr Hesen bi hemî mecalên xwe zor daye xwendina îmaretê. Li Muksê gelek îmaratên li ser navê wî hene. (Epözdemir, 2015: 60)
Berhemên Kurdî yên ku di medresyan de tên xwendin, destpêka wan digihêje serê serdema mîrektiyan. Berhema herî kewn a Kurdî ku gihîştiye destê me, li mîrgeha Muksê hatiye nivîsîn. Ev pirtûk, “Serfa Kurmancî” ya Eliyê Teremoxiyê Muksî ye. Eliyê Teremoxî, vê berhema ku di medreseyan de tê xwendinê, bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî Digel Hinde Numûneyêd Farisî û Kurdî” û di sala 1591ê de nivîsiye (Nado, 2012: 19).
Di van medreseyan de Şikriyê Bidlîsî, Mîr Ya’qûbê Zirkî, Meleyê Cizirî, Feqîyê Teyran, Elî Teremaxî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Mîr Îmameddînê Hekkarî, Pertew Begê Hekkarî, Mela Mehmûdê Bazîdî, Elîyê Herîrî, Mela Xelîlê Sêrtî û hwd. gihîştine.
Nivîskar: Umerê Rihayî[1]