$Agahiyên şehîd:$
Nav û Paşnav: Aynur Ulugana
Nasnav: Ronahî Tamara
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayikê-Bav: Saide – Kiyasettîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/29-04-2021
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Ronahî li Bedlîsê li nav malbateke welatparêz jidayik bûye. Nakokiyên ku dema ciwan jiyayî kiriye ku hevrêya li jiyana azad bigere. Bi encama vê lêgerînê fikrên Rêber Apo nas kiriye û bawerî pê aniye ku azadî encex bi tevlêbûna nav refên gerîla bibe. Bi vê çarçoweyê sala 2007'an tevlî nav refên gerîla bûye, li nav refên me xasetên xwe yên têkoşînî û pirsyar domandiye û bi gotina, ''ez çawa dikarim zêdetir têbikoşim'' lê geriyaye. Bi vê armancê hevrêya me Ronahî tevlî nav rêxistiniya Hêzên Taybet bûye û di demeke kurt de gaveke mezin daye ber xwe û weke milîtaneke fedayî ya Apoyî gihaştiye asta pêşengiyê.
Bûye fermandarek ku di jiyan, perwerde, şer û peywiran de rêgezên rêxistinê dijî û dide jiyîn, bi aliyên xwe yên zindî, fedekar û kedkar kiriye ku hemû hevrêyên wê hurmetê bidinê. Hevrêya me Ronahî tecrûbeya bi salan bi hevrêyên xwe re par ve kiriye û bi vê çarçoweyê bi hewlesta xwe ya kedkar hemû xasetên fermandarên pêşeng di kesayata xwe de temsîl kiriye. Gelek hevrêyên xwe ji hela îdeolojîk û leşkerî ve hazir kiriye, moral daye wan û ji wan re bûye hêza çareseriyê. Li nav partiyê gelek xebat kirine, bi rengekî hesas nêzîkatî li hemû peywirên xwe kiriye û bi bihistyarî bi cih aniye. Di her kêliyê de bi rexnedayin nêzîkatî li Rêbertî û hevrêyên şehîd kiriye, ji vî alî ve pir kûr bûye û kiriye ku her kes kûr bibe. Dilsoziya wê ya li Rêbertî, şehîdan û gelê Kurd û hezkirina wê ji hemû gotinên wê, ji civatên wê û ji tevgerên wê mirov dikarîbû fêhm bikira. Hevrêya me Ronahî ya ku pir biryardar, bi azaewrî û bi rihê şoreşger, bi helwesta xwe ya rêxistini û nêzîkatiya xwe ya pratîk gelek hevalên li dora xwe aniye cem hev, rêxistiniya wan kiriye.
Hevrêya me Ronahî di serî de li Başûrê Kurdistanê li gelek qadên têkoşînê xebat kiriye û herî dawî sala 2017'an derbasî qada bakurê Kurdistanê bûye û li dijî dewleta Tirk a qirker tevlî nav têkoşîna azadiyê bûye. Li bakurê Kurdistanê li eyaletên Xerzan û Amedê bûye xwedî xebatên pratîk û ji bo ku tola şehîdên di dilê xwe de hilîne tevlî nav çalakiyan bûye. Bi kesayat û hevrêtiya xwe di dilê her hevrêyê xwe yê civaka fedayî de cihê xwe girtiye û bûye yek ji sembola herî girîng a fermandarên jin ê li serfiraziyê asê bûne.
[1]