Cefer axa Elî beg Şemşedîn axa ogli (1806-1877)
Serleşkerê binavûdeng, generalê kurdan yê pêşin di leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê da.
Sala 1806an li wilayeta Êrîvanê ya Pişkavkazê di maleke kurdan ya navdar da ji diya xwe bûye. Çend dîrokzan ser wê bawerîyê ne, ku pêşîyên Cefer axa ji binemala torinan e, ku aristocrat in, nûnerên wan rêvebirîya gelek eşîretên kurdan kirine. Ew di mala dê û bavê xwe da perwerde bûye, ango xwendina malê sitendîye. Bi dînê xwe va musulman e. Himberî çend kurdên hemwelatîyên xwe, ku li Împêratorîya Osmanîyê diman, Şemşedînî di hindava komên êtnîk û dînî yên dervayî xwe berbihêr û dilovan bûn, bi eşîretên kurdên êzdî yên Pişkavkazê ra, herwiha bi gurcan û ermenîyan ra di nava pêwendîyên dostanîyê yên qenc da bûn, û wek hemwelatîyên Împêratorîya Rûsîyayê di hindava desthilata Rûsîyayê da amin bûn.
Cefer axa 10ê adarê sala 1853an wek zabitekî sade kete nava leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê. Pêşî wî serokatî li desteyeke kurdan ya ne mezin ya siyarîyan kir, ku beşeke artêşa Kavkazê bû û tê da weke 100 siyarî hebûn, bi mêrxasî tevî şerê dijî leşkerên tirk bû. 27ê îlonê sala 1854an mêrxasî û efatîya bêhempa nîşan da, di hêla qumandarîyê da gelek jîr û zîrek bû, bi jêhatineke bêqusûr li Bilindayên Çingilê bi tirkan ra kete nava şer û bi fermana Qiralîyetê wek îstîsna ji zapitîya sade ew bi carekê va kirin zapitê sereke, ew bû çawuş.
Sala 1955an Cefer axa du alayên kurdan yên nû dane sazkirinê û ew hate kivşkirin wek qumandarê yek ji wana. Êdî wek qumandar jî berçav ket, 13ê hezîranê sala 1855an bi mêrxasî li rex Ziyareta Surb-Hovhannês şerekî bêhempa kir. Li wir artêşa Rûsîyayê bi alîkarîya alayên kurdan di şerê dijî siyarîyên tirkan yên bi serokatîya Belûl paşa da bi ser ket, dijmin qels bû, lê serleşkerê tirkan bi hevalbendên dora wî ra tevayî dîl hatine girtin.
Ji bo wê mêrxasîyê û gelek serketinên leşkerî yên din Cefer axa bi ordenên Anna Buhurtî ya dereceya 3an bi şûr va (her tenê bo serketinên di şêr da tê dayîn), ordena Vladîmîrê Buhurtî ya dereceya 3an, ya Stanîslavê Buhurtî ya dereceya 2an, medalyaya bona bîranîna Şerê Rûsîyayê-Tirkîyê di salên 1853-1856an da û nîşanên pêsîrê yên din yên Împêratorîya Rûsîyayê va hate xelatkirin. Ew layîqî navê bilind general-çawuş hate dîtin. Ew 11ê adarê sala 1877an li welêt wefat bû.
Yek ji kurên Cefer axa – Elî Eşraf axa Şemşedînov di riya bavê xwe da çû, bi paqijayî û ji dil leşkerîya Împêratorîya Rûsîyayê kir û ew jî gihîşte dereceya generalîyê. Şemşedînovên bav û kur bi mêrxasîyên xwe yên leşkerî û bi helwestên moralî yên paqij va nav û dengê kurdên Rûsîyayê li dinayê bi sedsalan bilind kirin. Ew yek ji rûpelên geş bû di nava dostanîya Rûsîyayê û kurdan da, ku di nava şerê bi dijminê tomerî ra qal û hasil bûye.[1]
çavkaniya mijarê: (Kurd. Efsaneya Rohilatê), 53./ 03-17=2022