Nexşeya Zimanî ya Erdnîgarê û Nirxandineke Mîkrotopomîk li ser Gundê Qopiza Jorîn.
Ömer Delikaya.
Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi.
Yıl:1, Cilt1, Sayı2, Kasım 2015, ss. 96-110.
Kurte Ev nivîsar lê dixebite ku bi kurtasî toponomiyê pênase bike û pêwendiya wê ya ligel çend faktorên din yên wekî ziman, dîrok, zanista siyasetê, bîra hevpar û polîtîkayên cihwarnavan (placenames) yên desthilatdariyê nîqaş bike. Navên toponomîk beşeke muhim ya kelepûr û bîra hevpar ya neteweyekê pêk tînin. Wekî binbeşeke toponomiyê, mîkrotoponomî navên erdnîgarî yên biçûktir lê dikole, bo nimûne, navên dehl, newal, gir, çiya, kaniyan. Di pêwenda navên mîkrotoponomîk de yên li Gundê Qopiza Jorîn (navê fermî: Yukarıkopuz) a ku li ser navçeya Zêtka ya Agiriyê ve ye, ev xebat piştî di derbarê paşxaneya guherîna cihwarnavên kurdî yên li Tirkiyê de zanyariyên gelemper berpêş dike, bi bergeheke zimannasiyê ve, navên mîkrotoponomîk yên herêmî raber dike û hewl dide çend navên berhevkirî yên bi kurdiya kurmancî ku dikarin wekî termên erdnîgarî bêne nirxandin, berçav bike. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=432924&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Nexşeya Zimanî ya Erdnîgarê û Nirxandineke Mîkrotopomîk li ser Gundê Qopiza Jorîn=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,666 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!