Teqrîz û Teqrîza Xelîfe Yûsif di Wêjeya Kurdî ya Klasîk de.
Ömer Delikaya.
Teqrîz rêgezeke balkêş e ku ji aliye nivîskar an jî helbestvan ve di destpêka berhemê de wek kurteyekî, bi armanca pesnê berhemê tê nivîsandin û di serê berhemê de cih digire. Ango teqrîz pesin û medhiyeya wê berhemê ye. Teqrîz li gor lêkolînên hatine kirin, li ser van cureyên wêjeyî hatiye nivîsandin; dîwan, mesnewi, rojname, kovar, tezkîre, ferheng, şîretname, sakînâme, sûrnâme, nasihatnâme, menâkibnâme. Her wiha li ser pirtûkên wek roman, dîrok, belaxat û hwd jî teqrîz hatine nivîsandin. Di wêjeya zimanên cînarê kurdî de, ango di erebî, farisî û tirkî de teqrîz wek binbeşeke wêjeya klasîk cihê xwe girtiye. Her wiha teqrîz hem menzûm hem jî nesîr bûye du şaxan. Di edebiyata kurdî ya klasîk de her çiqas hin malikan de pesnê helbestvan û berhema wî derbas bibe jî, me heta niha nedîtiye ku dîwanek bi rek û pek li ser pesnê berhemên nivîskarekî hatibe honandin. Bi her awayî Teqrîza Xelîfe qada xwe de awarte ye. Teqrîz hem li gor rêgeza xwe nehatiye saz kirin ku divê wek kurteyekî bihata nivîsandin û li ser berhemekî tenê bihata amade kirin; hem menzûm e ku ev cure di wêjeya kurdî ya klasîk de tuneye; hem jî ji aliye nivîskar bi xwe û wek dîwaneke berfireh hatiye nivîsandin. Wek rêbaz me xwe sparte metnê teqrîzê û zêdetir me ji gotar û pirtûkan sûd wergirtin ku di vî warî de hatine amadekirin. Ji bilî berhemên Xelîfe yên din me dîwanên kurdî yên klasîk di vê çarçoweyê de raçav kirin.Her wiha em ê li ser jiyana nivîskar û berhemên wî jî rawestin. Ji ber ku Xelîfe xeleqa dawî ya Ekola Ehmedê Xanî ye û hişmendiya xwe ya kurdînûsîyê jî Xaniyê gewre girtiye. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,842 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!