Rapora Bianetê: Mêran di Hezîranê da 25 jin kuştine
Mêran di meha Heziranê 2023'an da 25 jin kuştine û tundkarî herî hindik li 62 jinan kirine.
Li gorî agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran zarokên kur jî di nav de herî hindik îstismar li 17 zarokan kirine, herî hindik 7 jin jî tacîz kirine.
Di vê mehê da mirina bi kêmanî 33 jinan di çapemeniyê da weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Her weha di heman mehê da mirina zarokekî jî çapamenîyê “biguman” nivîsiye.
Di van şeş mehên destpêkê yên sala 2023ê da mêran, 153 jin kuştine, tacîz li 27 jinan kirine, 64 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 357 jinan kirine, tecawiz li 6 jinan kiriye.
Wan bi kêmanî 173 jin neçarî karkerîya seksê kirine. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023yê da, çapemeniyê ji bo mirina 128 jinan gotiye, “bigûman e”.
Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 13 zarok jî kuştine. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 943 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!