Gûltan Kışanak
Gûltan Kışanak 15'ê Tirmeh`ê 1961 li Elezîz´ê bakûrê Kurdistanê hati dinê, siyasetmedarekê Kurd e û şaredara berê ya bajarê Amedê ye. Kişanak berê parlementera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Parlamentoya Tirkiyê û hevseroka BDPê bû. Ji xeynî vê, li Büyükşehir belediyesi Şaredarîya bajarê mezin ya Amedê û şêwirmend û koordînatora projeyên civakî yên Şaredariya Bağlarê bû.
Jîyan
Kişanak pêşî li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê zimanê tirkî xwend, lê dev jê berda. Kişanak di sala 1986an de li Îzmîrê li Fakulteya Zanistên Ragihandinê ya Ege Üniversitesi dest bi xwendina rojnamegerî û têkiliyên gel kir. Piştî ku xwendina xwe di sala 1990 de qedand, di sala 1991 de di rojnameyên cuda de, di nav wan de Yeni Ülke, rojnamevanî kir. Di sala 1992an de nûçegihana Özgür Gündemê ya Edeneyê bû. Paşê li Stenbolê dibe sernivîserê rojnameyê. Piştî ku rojname hat qedexekirin, di rojnameya Ozgur Ûlkeyê de di peywira rêveberiyê de xebitî. Heta sala 2002 di rojnameyên cuda de xebitî ya û di nav wan de wek qunciknivîs di Yeniden Özgür Gündem ê de dinivîsand.
Sîyaset
Di hilbijartinên 2007 de li Amede weki parlementer, ji bo parêzgeha Diyarbekirê wek berendamek serbixwe bi serkeftî bû namzet û hat hilbjartin. Piştî hilbijartinê tevlî Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû. Kişanak di sala 2008an de di fîlma Çi demokrasiyeke xweş de cih girtibû, ku behsa kampanyaya hilbijartinê ya jinên Kurd û tirk dike.
Di destpêka sala 2009 de, wê pêşnûmeyaqanûnek amade kir ku destûrê bide bikaranîna tîpên Q, W û X ji versiyona kurmancî ya alfabeya latînî ji aliyê raya giştî ya Tirkiyê re.
Piştî ku DTP di 11'ê Kanûna 2009'an de hat qedexekirin, Gultan Kişanak tevlî BDP'ê bû. Kişanak di sala 2010’an de tevî Selahattîn Demîrtaş ji bo Hevserokatiya BDP’ê hate hilbijartin. Heta sala 2014’an hevserok ma. Ji bo hilbijartinên parlementoyê di meha Hezîrana 2011an de ji bo parêzgeha Sêrtê wek berendamek serbixwe rawestiya û careke din hat hilbijartin. Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an de ji bo şaredariya bajarê Amedê bû namzet û bi qasî du ji sê parên dengan bi ser ket.
Pêkanîna qanûnê û darizandin
Piştî derbeya leşkerî ya sala 1980,de 19 saliya xwe de tê girtin û di zîndana leşkerî ya Amedê de rastî îşkenceyê kî tund tê. Ji ber vê yekê 6 mehan di holika kûçikan de, bi alîyê midûrê girtîgehê, Esat Oktay Yildirim ve hat girtin. Dema midûrê zîndanê dihat ew ranedibû. Bi tevayî 2 salan di girtîgehê de ma.
Êvara 25ê Cotmeha 2016´dan de disa hat girtin û hat binçavkirin. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a dewletê Anadoluyê, îdiayên pêwendî û peywendiyên bi PKKê re hene. Li şûna wan, qeymeqamên dewletê yên ji Wezareta Karên Hundir a Tirk heta fermaneke din dê karê fermî bimeşînin, weke Qeyûm hatin bi wazîfedarkirin.
Di Mijdara 2016an de, li gorî NTV, dozgerên tirk ragîhandibû ku ew dixwazin Kişanak ji ber propagandaya alîgirên PKKê û damezrandin û rêvebirina rêxistina ``terorê`` ya çekdar 230 sal cezayê girtîgehê bê birîn.
Di tîrmeha 2018’an de li gorî gelek portalên nûçeyan, rûniştina dadgehên tirk ya dozgerên komarê, bi hinceta “avakirin û rêvebirina rêxistinê” û piştgirîdayîna PKK û KCD’ê 230 sal cezayê girtîgehê erê kiribû.
Jîyana taybet
Gultan Kişanak zewicî ye, keçeke wê heye û Kurd ê Elewî ye.
Fîlm
2008 Çi demokrasiyeke xweş, fîlmek li ser kampanyayên hilbijartinê yên jinan.
2013 Hevî - Hoffnung, di vê belgefîlma Yuksel Yavuz de li ser mafên jinan û Kurdan, Gultan Kişanak jî wek lîstikvanek bi 4 jinan ve rolên xwe leyîsten.
Di sala 2015an de di belgefîlma Öcalan û Pirsgirêka Kurd a Luis Miranda de ku li ser arte tê weşandin de muxatab bû.[1]