Navê pirtûkê: Miro (Çiroka Şer ü Koçberiye)
Navê nivîskar: İkram Oğuz
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: NavKurd
Sala çapê: 2014
İkram Oğuz di romanê de, bi çavê Mîro yê lehengê romanê li ser derd û kulên şer û koçberîyê disekine û wan bi zimanekî zelal û herikbar vedibêje. Naveroka çîrokê li herêmeke Kurdistanê derbas dibe. Lehengê Romanê Mîro, wek sêwî çavê xwe li dinê vedike. Ji bûyîna wî şeş meh şûnde malbata Mîro û şênîyen gundê ku lê hatîye dinê, sedem şerê navbera Uris û Osmanîyan ji warê bav û kalên xwe koçber dibin. Di rîya koçberîyê de dîya Mîro, bêçare dimîne û pêçeka wî di bin dareke kêleka rê de dihêle. Demek şûnda xalê wî pê dihese û vedigere Mîro ji mirinê xilas dike.
Mîro di xortanîya xwe da qirkirina Êrmenîyan bi çavê serê xwe dibîne.
Dema wî ya eskerîyê tê, Mîro çûyîna eskerîyê red dike û dibe fîrar û qaçaxê dewletê…
Di serhildana Şêx Seîd de tê girtin, bi kehan di heps û zîndanan da dimîne.
Mîro, ji her du şerên cîhanê sax salîm difilite, lê belê di wan deman da tî û birçî dimîne û ji rabûna xelaya para xwe digre…
Mîro di jîyana xwe da her dem ji şer û xwînrijandinê dûr disekine. Mixabin, dîsa jî pêsîra xwe ji şer û xwînrijandinê xilas nake…Di dawîya emrê wî de, ji bo gavek erdê vik û vala şerê navmalbatî derdikeve. Şer bi salan dikude, xwîn dirije…
Sedem şerê malbatî, pismamê Mîro rojekî rîya Mîro dibire û wî dibe li serê Çîyayê Şahwelat bi hespê wî ve girê dide û wan bi hev re dişewitîne.
Xwelîya ku ji bedena wî û hespê wî şûnde dimîne, tevlihev dibe û bi bayê payîzê re di nav deşt û zozanan de belav dibe…
Xwîn xwînê dikşîne û ûrt û ocaxê pismaman ji binî va diqele.[1]