Hêviya welêt
Çapemend: : Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa، Lieu : 1976,
Pêşgotin:: Noureddine Zaza.
n° 1-3
Hemreş Reşo
Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa
Gava em îro bala xwe berdidin dîroka Kurd, em dibînin ku pir kêm kovar, rojname û pirtûk bi zimanê kurdî derketine. Nemaze hêjmara ên bi tîpên latînî gelekî hindik in.
Kovara ku cara siftê derket Hawar bû. Ew kovara giranbiha ku bingehê rêziman û nivisîna kurdî a latînî danî, bi destê Mîr Celadet Bedirxan di 15 Gulan 1932 de derket û hêjmara dawî a 57 di 15 Tebax 1943 de der ketibû. Niha destxistina vê kovara hêja, ku parçeyek ji dîroka gelê Kurd e, pir dijwar e. Bi tenê hin welatparêzan li ba xwe gişt hêjmarên wê civandin û veşartine, lê gelê Kurd nikane pê destkewtî bibe. Lehengê serbilind Osman Sebrî yekek ji wan camêran e ku xwediyê vê xezîna . bêhempa ye û wî kovar pêşkeşî me kir ku em bikanin ji bo gelê Kurd û Kurdnasan careke din çap û belav bikin. Hêvîdar in ku emê bikarin vê pêwestiya pîroz, bi alîkariya heval û hogiran, bînin cî.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,256 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!