Girê gundê Êlecaxê:
Gir li başûrê gund cih digire. Nêzî 5 hektera û zêdetir ji jêr ve fereh e û 2 hekteran û zêdetir bilind e. Ji aliyê dîroka wê ve tiştekî zelal tune ye, çi ku temenê xwe gelekî dirêj û kevnar e, tenê dikarin bibêjin ku vedigere dema Romiyan. Ew weke navedeke pir mezin ji bo leşkerê Romayê bûn. Di dema kolandina gir de xuya dibû ku beriya avakirina gir, ew wek cihê niştecihê bû, çi ku parçeyên kelpîçan, her wiha qermît, kûp, hestiyên mirovan û tabût dihat dîtin. Wekî pelika rihanê zêrê spî dihat dîtin. Ev gir di destpêka xwe de pir bilind bû ku kes bi hêsanî nikarîbû biçûya ser, lê hêdî hêdî û bi demê re ev gir daket. Ev jî nîşan dide ku valahiyek dibin wê de heye.
Ku em bibêjin ev gir ji bo çi hatiye avakirin, xuya dibe ku ji bo parastina leşker û dewleta Romayê bû, her wiha ji xwe re dikirin wek gencîneyekê. Ji hindir ve riyeke kerîzeyê bi qermît ber bi derve ve hatibû avakirin.
Motîsa ku li ser vî girî tê gotin; dibêjin ku rojekê jinekê hinek ax ji axa gir biriye û pê xaniyê xwe sûyandiye ( terş kiriye), dema ku roj hilatê dîwarê xênî tev dibiriqiya. Ango ew axa ku aniye ya zêran bû ye. Lê di rastiyê de jî zêrên spî dihat dîtin.
Ji bo ku dîrok nêzktir bibe di 1950 ' an de gir bi temamî hatibû avakirin, ku hejimara malên gund îro 350 e, wê çaxê 20 _ 30 î malî pêk dihat. Eger em vegerin serdema eşîretiyê û bi cihbûna xelkên gund zêdeyî 500 sal derbas bûye. Ji ber ku dîroka gir bi dîroka niştecihbûna xelkên wê de girêdayîye, lê ev tenê nêrîneke ji bo analîzkirina dîroka gir.
Têbinî:
_ Dema ku em bala xwe bidin giran, di her gundekî de girek hatiye avakirin û bi tayîbet deşta Sirûcê. Belkî li aliyên din ewqas gir û di her gundekî de pir nehatibin avakirin, lê li aliyê deşta Sirûcê bi xweşikî hatine avakirin. Ev jî nîşan dide ku li hember êrîşan û ji bo parastinê gir bi awayekî giştî hatine avakirin.
_ Hin dibêjin ku girê Êlecaxê bi ser gundê Qinê ve ye, lê rastiya vê bi temamî hatiye xuya kirin ku gir di Êlecaxê de cihê xwe digire. Îspata wê jî ew ku dîroka gund nîşan dide, ku Êlecax wek dayîka gundên derdorê ye. Hemû gundên derdora Êlecaxê, giştî Êêlecax bû ye. Piştire ev ên derdorê jê çêbûn e. Ev gotin nîşan dide ku gir di Êlecaxê de cihê xwe digire.
Ji nerîna Sewsen Şêx Bekir[1]