Navê pirtûkê: Zargotina Kurda: Dilok, Sêxiştî, Heyranok - 8
Navê nivîskar: 1. Celîlê Celîl, 2. Ordîxanê Celîl
Cihê çapkirina pirtûkê: Wien, France
Navê çapxaneyê: Înstîtûta kurdzanîyê
Sala çapê: 2017
[1]
Xorasan diyaspora kurdaye here mezin û here kevne. Dîroka wê ji sedsalîyên berî zayînê despê dibe, ji dema împêratorîya Mêda. Lêkolînên bingehî ser dîroka kurdên Xorasanê tunene, lê belê, bêşike, wekî Xorasan hên ji dema partevyan û sasanîyan kurdnêşîn bûye. Çavkanîya here giring bona vê gotinê ew Şah-nama Fîrdûsîye.
Fîrdûsî li Xorasanê, li bajarê Tûsê ji dayka xwe bûye û jîyana xwe li wêderê derbaz kirye. Temena nivîsandina Şah-namê hezar salî zêdetire. Hilbestvanê nav û deng di nivîsa xweda, gava navê Rostemê kurê Zal hiltîne, gele cîyan ji wîra divê Rostemê kurd. Di êposa Şah-namê'da navê kurd gele cîya rast pê tê. Hên zêde, hilbestvan hêja dîtye di nivîsa xweda ser dîroka pêşdahatina gelê kurd, ser dîroka qiralê xunxur Ajdahak û Kaweyê asenger bi taybetî bisekine. Evana delîlên bêşikin, ku Fîrdûsî li Tûsa Xorasanê kurda ji nêzîkayê naskirye û hilwesta wî ser wana gelekî erênî bûye.