BÛYERA MÛSA BEGÊ MÛŞÊ Û GULÎZARÊ DI KILAMÊN DENGBÊJÎYÊ DA.
Nesim SÖNMEZ.
Kovar: Nûbihar Akademî, Istanbul, Cild 4 Jimar 16 Sal 8, 2021.
Di van demên dawîn de, li ser ziman, edebiyat û folklora Kurdan gelek lêkolînên hêja hatine kirin. Di encama van lêkolînan de, gelek materyalên edebîyata gelêrî ya Kurdî ji wendabûnê xilas bûne. Li herêmên ku Kurd lê dijîn gelek bûyer qewimîne. Gelek ji van bûyeran bi saya kilamên dengbêjan heta roja îro mane. Yek ji wan bûyeran, bûyera Mûsa Begê Mûşê û keça Ermenî Gulîzar e. Mûsa Beg, piştî wefata bavê xwe dikeve ciyê wî. Wê demê li navçeya Kopê ya Mûşê bi navê Gulîzar keçek bi eslê xwe Ermenî hebûye. Mûsa Beg xwestîye bi wê re bizewice, lê daxwaza wî hatîye redkirin, li ser vê yekê wî, Gulîzar revandiye. Ev bûyer li Ewropayê deng vedide, di çapemeniya wan de bi berfirehî cih digire û li herêmê jî dibe mijara kilamên dengbêjan. Di vê gotarê de, dê bûyer li gorî çavkanîyên nivîskî û devkî bê vekolîn û çawanîya derbasbûna bûyerê di kilamên dengbêjîyê de wê bê nirxandin. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,958 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!