Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê.
necat keskin.
Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî, Jimar: 4 Nîsan 2021.
(Guhdarên Ezîz! Yêrêvan xeber dide..)
Weşanên kurdî yên Radyoya Erîvanê her şev bi van gotinan dest pê dikir. Pêşî hinek nûçe û piştre jî kilamên kurdî. Di tariya şevê de dibû ronahiyek bo guhdaran. Beşa Kurdî ya Radyoya Erîvanê di sala 1955an de tê damezirandin. Heta sala 1957an jî weşana testê dike ku di vê maweyê de weşan tenê 10 deqîqe ye. Piştî 1957an êdî ew dest bi weşana asayî dike û maweya weşanê jî hin bi hin zêde dibe heta ku digihe saetek û nîvê. Di vê maweyê de bêguman ji bilî stranan/kilaman nûçe û şano jî hebûn, lê ya ku di bîra kurda ya civakî de maye “klamên kurdî” ne.
Radyoya Erîvanê di jiyana kurdan de xwedî cihekî girîng e, bi taybetî jî ji bo kurdên Tirkiyeyê û herwiha yên Suriyeyê. Mirov li kîjan derî yên berê bixe, an jî bi kîjan kesên temendirêj re biaxive ku bi awayekî têkildarî çand, ziman, edebiyat û muzîka kurdî ne, Radyoya Erîvanê di nav axaftinê de derbas dibe. Weşanên radyoyê di demeke wisa de dest pê kirin ku ji hêla kurd û kurdî ve pel ji cihê xwe ne dilebitî. Dema destpêkirina weşanên kurdî
yên radyoyê jî di nav de, ji zûde bû bêdengiyek di nav kurdan de hebû; ziman qedexe, tevger sist bûn. Di rewşeke wisa de weşanên radyoyê dest pê kirin. Bi rêya radyoyê kurdan ne tenê kilamên xwe, lêbelê nûçeyên derdorê jî bi zimanê xwe guhdar dikirin. Dîsa bi stran û nûçeyan haya wan ji tevgera Mele Mistefa Barzanî çêdibû ku careke din ew perdeya xewê ji ser kurdan radikir û hêvî dixist dilê wan. Loma wek li jor jî hat gotin ew ronahiyek bû di nav tariya şevê de; bênvedanek bû ji bo kurdan ku bi hesret her roj heta dema weşanê li benda wê bûn. [1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,398 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!