Analîza Strana Ez Xelef im li ser Şopa
Dîroka Kurdan ya Sedsala XIX em.
nurdan şarman.
Govara: Nûbihar Akademî, Jimar 3, Sal 2, 2015, r. 75 - 100
Ji ber ku di dîroka Kurdan de zargoina Kurdî, nemaze muzîka Kurdî, çavkaniyeke girîng e, xebatên di vî warî de dikarin di gelek xalên dîrokî de bibin rênîşaner. Li ser vê xetê strana Ez Xelef im a bi nav û deng -herçiqas derheqê jêdera stranê de em ne xwediyê agahdariyên dorpêç û eseh bin jî- dikare di gelek waran de sedsala XIX em ronî bike û derfeta lêpirsînên taybet bide destê me. Nirxandina vê stranê dê di nav şert û mercên sedsala XIX em de nerînên me ireh, asoyên me geş bike û çend versiyonên vê stranê dê deriyê xwendinên cuda li ber me veke. Lewre ev stran xwediyê rîîm û naverokeke wisan e ku dikare atmosfera sedsala 19 mîn a Kurdistanê ya şeran, ya geşandinên polîîk ku di dîroka Kurdan de bûne sedemên geşandinên girîng bide ber çavan. Ku bi nêrinek din mirov vê stranê bide ber xwe ev yek hem dê derfet bide ku mirov li geşandinên Kurdistanê yên ku din nav dîroka nivîskî de cih negirine binihêre û li ser wan ji nû ve bihizre, hem jî dikare li ber me deriyê şopên nirxandineke nû li ser hin şexsiyet û bûyerên ku heya niha bi çavekî ji rasiyê û reseniyê dûr haine nirxandin vebike.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=437631&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: Analîza Strana Ez Xelef im li ser Şopa Dîroka Kurdan ya Sedsala XIX em=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,367 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!