Di malbata Gulo ya welatparêz de ku di oxira têkoşîna azadiyê de 15 şehîd dane, zarokeke din ji dayik bû û navê ‘Jîna’ lê kirin. Malbata Gulo dibêje #Jîna Emînî# pêşenga serhildana #Rojhilatê Kurdistanê# ye.”
Malbata Gulo malbateke welatparêz a bajarê #Qamişlo# ye. Malbata Gulo di oxira têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de 15 şehîd dane. Herî dawî 9`ê Mijdara 2021`an di êrişeke bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker a li taxa Hilêliyê ya li Qamişloyê de apê Yûsif Gulo tevî neviyên xwe Mezlûm û Mihemed ku şervanên Hêzên Erka Xweprastinê bûn, şehîd bûn. Malbata Gulo bi her şehadetekê re dilsoziya xwe ya bi nirx û doza xwe ya neteweyî ve xurttir dike û asta têkoşînê bilind dike. Di vê dawiyê de jî di 9’ê Tebaxa 2022’yan Mihyedîn Gulo hate şehîdxistin.
Çawa ku şehadeta zarokên Kurdistanê her çar parçek kirin yek, îro dayikên Kurd ku navên şehîdên Kurdistanê didin zarokên xwe, her çar parçe kirine yek. Malbata şehîd Yûsif Gulo ku bûye sembola welatparêziyê, careke din xwedîderketina li nirxên pîroz anku girêdana bi şehîdan û xaka Kurdistanê bi berxwedana xwe ya dîrokî nû dike. Malbat navên 3 şehîdan; Mezlûm û Yûsif û Jîna didin zarokên xwe yên ku nû çavê xwe di dinê vekirine.
Di 13’ê Îlonê de li Tehranê Jîna Emînî bi hinceta ku laçika xwe baş nedaye serê xwe û porê wê xuya kiriye, ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve bi îşkencê hate destgîrkirin û hate qetilkirin.
Ji malbata Gulo, dayika Jîna ya biçûk, Hêvîn Feremez Hisên sedema ku navê ‘Jîna’ li keça xwe kiriye, wiha parve dike: “Dema min bihîst ku keça Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê bi destê rejîma Îranê bi awayekî hovane hatiye qetilkirin, min jî got divê ez Jîna Emînî li Rojavayê Kurdistanê bidim jiyandin. Ji bo wê jî min navê keça xwe kir Jîna û min got bila dijmin baş bizane jina Kurd bi qetilkirinê xilas nabe û wê Jîna Emînî her tim li gel me zindî be.”
Bapîrê zarokan Ehmed Gulo jî dibêje: “2 kur û keçek ji hevjîna kurê min Botan re çêbûn. Beriya ku werin dinyayê me navên şehîdan li wan zarokan kiribû. Me got ger kur be em ê navê kalikê wan Yûsif û Mezlûm rakin. Ji ber ku bi hev re şehîd bûne. Piştî hatin dinyayê me got em ê navê keça Rojhilatê Kurdistanê Jînayê rakin, ji ber ku Jîna Emînî navê keça Kurd e û şehîdek ji şehîdên Kurdistanê ye ku bi destê zaliman û rejîma Îranê ya faşîst şehîd bûye. Jîna Emînî pêşenga serhildana Rojhilatê Kurdistanê ye. Li gel me malbatên Kurd sînor tune ne, ne Başûr, ne Bakur, Rojhilat û ne Rojava.”
Ehmed Gulo bi bîr dixe ku ji destpêka ku sînorê di nava Kurdistanê de hatine danîn û heta niha li her çar parçeyên Kurdistanê 28 serhiladanên Kurdan li dijî sînoran rabûne û dibêje: “Em van sînoran qebûl nakin. Îro çi kesê Kurd li kîjan parçeyê Kurdistanê ji bo doza gelê Kurd şehîd bibe, ew şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Doza gelê Kurd yek e, ji ber ku Kurdistan yek e. Kurdistan ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatiye parçekirin.”
Ehmed Gulo di dawiyê de jî dibêje: “Me soz dabû ku ger piştî şehadeta apê Yûsif di malbata me de kur çêbin em ê navê Yûsif û şehîdên pê re li wan bikin. Me soza xwe anî cih û em ê heta dawiyê bi nirxên welatê xwe ve girêdayî bin.”
[1]