NÊÇÎRA LI DÛ RUH Û REWANÊ ÊZDÎYA DIDOME!.
Aziz Mamoyan.
AmidaKurd, 2021
Îro di qada medya civakî da hinek weşan vekirî propaganda îslamîkirina êzdîyan û êzdîtîyê dimeşînin. Bi bir’yar k’arekî bi r’êk û pêk û bi armanc tê meşandin, ji bo ku di heşê xwendevanan da bidin rûniştandin, xwedêgiravî, derî gelê kurd wisa jî cuda gelê êzîdî heye, xwedêgiravî, heya zimanê êzîdkî jî heye. Û “têorîyeke” weha ne ku t’enê dijzanistî ye, ew wisa jî bi xeter e. Û xeterîya wê di wê mebestê da ye, ku hewl didin, bi têgîna “yêzîdî/êzîdî” k’urdên êzdî bidin zanîn, ên ku hîç têkilîyeke xwe jî bi êzîdîyan û êzîdîtîyê ra nînin (bi hûrbînî di vê derbarê da – hinekî paşê!) … Û, ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe, ew qewalên (mîssîonêr) îslamîkirina êzdîtîyê dest davêjin lêpovajî û çewtkirina dane û r’astîyên dîrokî jî, û heya navekî nû ji ber xwe derdixin, ji bo ku r’astîya vê ola gelê kurd a nebînayî ya berî zerdeştîyê bidin jibîrkirin. Û di vî k’arê xwe da ew digihîjin absûrdeke wisa, ku hewl didin bidin bawerkirin, xwedêgiravî p’eyva êzîd têkilîyên xwe bi navê xwedaya Êgyûpta kevnar (Misir) Îzîdayê (Îsîda) r’a heye… Mirov nizane, bik’ene yan bigirî!?. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=438803&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Ji bo xwendina gotarê bikirtînin: NÊÇÎRA LI DÛ RUH Û REWANÊ ÊZDÎYA DIDOME!=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,707 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!