Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê 135 şehîdên şervan û sivîl ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li goristana şehîd Delîl Sarûxan a #Qamişlo# bi bîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 135 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (#YPG#), Yekîneyên Parastina Jin (#YPJ#), Hêzên Sûriya Demokratîk (#QSD#), Hêzên Parastina Gel (#HPG#), rojnamevanên ku di êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûne û şehîdên sivîl ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.
Di destpêka merasîmê de, endama Kongra Star Sîlvana Elî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Meha Cotmehê meha şehîdan e, tê de dagirkeriya Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî êriş pêk anîn û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan dest pê kir. Ji ber wê jî ev herdu bûyer ji bo me bi êş in, lê belê li aliyê din şehîd hene ku canê xwe di oxira rizgarkirina vê xakê û têkbirina êrişan de dan, ew şehîd hêja ne ku em bejna xwe li hember wan bitewînin.”
Sîlvana Elî wiha domand: “Em ê ji dijmin re îsbat bikin ku heta dawiyê em li ber xwe didin û em tu carî serî natewînin. Ji ber wê jî divê ji bo parastina destkeftiyên şehîdên xwe em asta berxwedana xwe bilindtir bikin. Em xwediyên projeya neteweya demokratîk in ku armanca me Sûriyeya demokratîk û azad e.”
Sîlvana wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Berxwedana me ya li hember dijmin pir girîng e û berpirsiyariya malbatên şehîdan û welatparêzan e, ji ber ku ew bi xakê ve girêdayî ne û li ser şopa fikr û felsefeya rêber Ocalan in.”
Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehadeta şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Revîn Şêxmûs ve bi dawî bû.
(mh)
ANHA
[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,854 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!