Türkan TOSUN Canser KARDAŞ
$Kurte$
Di berhemên devkî yên civakên ku çanda nivîskî zêde xurt nîne da der barê bîra civakî da agahiyên gelek girîng hene. Ji ber ku derfeta #kurd#an ji bo nivîsandina dîrokeke bikaribe bîra wan zindî bihêle tunebûye, ew ji berhemên çanda devkî sûd werdigirin. Dengbêj wek kesên herî girîng ên van berhemên devkî çêdikin û digîhînin nifşan tên qebûlkirin. Ji bo ku bi çavê gel va bê zanîn ku bûyerên dîrokî yên bi taybetî di sedsala 20emîn da qewimîne bên fêmkirin lêkolînên bîrê yên li ser van berhemên devkî pir girîng in. Materyalên herî girîng ên tesîra nêrîna fermî li ser tune ne û ew dikarin bên destnîşankirin kilamên dengbejan yên li ser bûyerên dîrokî ne. Di vê çarçoveyê da şopên bîra civakî di kilama Dengbêj #Şakiro# ya bi navê Asyayê da hatin lêkolînkirin. Ev kilam behsa pevçûneke di navbera #Ferzende Beg# û Îraniyan da dike. Armanca lêkolînê ew e ku di bin siya bûyerên dîrokî da şopên bîra civakî di kilamê da bên diyarkirin. Ji bo ku tesîr û girîngiya bîrê baş were fêhmkirin bal li ser şert û mercên wê serdemê yên ku bûne sedema gotina vê kilamê hat kişandin. Ferzende Begê ku bûye mijara vê kilamê di bin ronahiya çavkaniyên nivîskî û devkî da hat nasandin. Hewl hat dayîn ku kilam di çarçoveya rêbazên bîra civakî ava dikin da bê analîzkirin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=452127&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Di Bin Sîya Bîra Civakî da Kilama “Asyayê” û Serpêhatiyên Ferzende Beg=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,011 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!