Zanîngeha Duhokê îro Pêncşemê di merasîmekê de ji ber xebatên wî yên li ser Kurdan doktoraya fexrî pêşkêşî Nivîskar #Îsmaîl Beşîkçî# kir.
Zanîngeha Duhokê îro Pêncşemê 22ê Berfanbara 2022an di salvegera damezrandina xwe de doktoraya fexrî da Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî.
Hat diyarkirin ku Zanîngeha Duhokê ji ber lêkolîn û karên ku li ser doza Kurdan kiriye, doktoraya fexrî-şanaziyê daye Îsmaîl Beşîkçî.
Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Dawûd Silêman Etrûşî li ser dayîna doktoraya fexrî bo Bêşikçî diyar kir ku wî di nava lêkolîn û karên xwe yê akademîk de rexne li reftara dewleta Tirkiyê ya li hemberî gelê Kurd girtiye û li ser vê yekê hatiye girtin û gelek zehmetî dîtine.
Serokê Zanîngeha Duhokê Dr. Dawûd Silêman Etrûşî got ku karên Îsmaîl Beşîkçî yên hişmendiya regezperestiyê ya li hemberî gelê Kurd şermezar kiriye, pirtûkên wî yên ku tê de parastina mafê gelê Kurd kiriye, Kurd di warê civaknasiyê de şîrove kiriye, her wiha bi awayekî zanistî rewşa civakî û jiyana Kurdan li Rojhilata Navîn nirxandiye, pir girîng in.
Di heman merasîmê de peykerê Îsmaîl Beşîkçî jî li Zanîngeha Duhokê hat danîn û doktoraya fexrî hat pêşkêş kir.
Her wiha Parêzgarê Duhokê Elî Teter, siyasetmedar û xwendekar beşdarê merasîma dayîna doktoraya fexrî bûn.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 821 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!