کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  584,770
وێنە
  123,933
پەرتووک PDF
  22,081
فایلی پەیوەندیدار
  125,628
ڤیدیۆ
  2,193
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
32,087
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
965
وێنە و پێناس 
9,463
کارە هونەرییەکان 
1,573
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,952
نەخشەکان 
284
ناوی کوردی 
2,819
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,180
شوێنەوار و کۆنینە 
761
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,051
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,676
کورتەباس 
22,144
شەهیدان 
11,899
کۆمەڵکوژی 
11,366
بەڵگەنامەکان 
8,719
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,063
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,637
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
735
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
906
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
55
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   تێکڕا 
273,542
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Gelê me yê Kurd-Elewî divê cih û warê xwe neterikîne
پۆل: بەڵگەنامەکان
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بە ڕێنووسێکی پوخت لە ماشێنی گەڕانەکەماندا بگەڕێ، بەدڵنیاییەوە ئەنجامێکی باش بەدەست دەهێنیت!
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Gelê me yê Kurd-Elewî divê cih û warê xwe neterikîne
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Gelê me yê Kurd-Elewî divê cih û warê xwe neterikîne
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Gelê me yê Kurd-Elewî divê cih û warê xwe neterikîne
în, 17. 02 2023
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê diyar kir ku gelê Kurd ê Elewî yê ku erdhejê bandor li wan kiriye, divê haya wan ji planên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hebe û bi vê têgihiştinê cih û warê xwe neterikîne.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê diyar kir ku gelê Kurd ê Elewî yê ku erdhejê bandor li wan kiriye, divê haya wan ji planên qirkerî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk hebe û bi vê têgihiştinê cih û warê xwe neterikîne.
Komîteyê ji ber qurbaniyên erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê sersaxî ji gel re xwest û got, Bila dewra hemû canên me yên Elewî daîm be, ku di vê felaketa mezin de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bila rehma Xwedê li hemû mirovên me yên Misilman be yên ku jiyana xwe ji dest dan. Em hêvîdar in ku rewşa birîndaran tavilê baş bibe û sersaxiyê ji gelên xwe re dixwazin.
$Komîteyê bersiv da pirsên ANF'ê.$
Bêguman erdhej afeteke xwezayî ye. Xwezaya ku em beşek jê ne û di nav de ne, sîstemeke xwe ya rêveçûnê heye. Ew jî weke hebûnekê timî di nava tevgerê de ye, hevsengiya xwe li gorî xwe çêdike. Lewma erdhej tiştekî xwezayî ye. Tişta nexwezayî şêweyê jiyana mirovên bicihbûyî ye ku bi çi rengî erdhejê pêşwazî dikin. Tevî ku xetê fayê têne zanîn, her wiha tê texmînkirin ku erdhej li ku derê û di kîjan astê de biqewime, eger encamên hilweşîner ê erdhejê di vê astê de bin, hingî ev rewşeke neasayî ye. Bêguman berpirsyarê vê yekê jî dewlet e ku mafê xwerêveberiyê yê civakê desteser kiriye û xwe li ser her qada jiyanê kiriye yekane hêz. Ji ber ku berpirsyarê cihê bicihbûnê yê jiyana civakî mixabin ev dewlet in. Ji ber vê yekê berpirsyarê encamên herdu erdhejên li Mereşê, dewleta Tirkiyeyê ye. Belê, ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatin wergirtin ewqas mirovî jiyana xwe ji dest dan û kujer jî dewleta Tirk e; desthilatdariya wê ya herî bêexlaq, perehez û kapîtalîst desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Cihên ku divê avahî lê neyên çêkirin ji bo avadaniyê pêşkêş kir, bi navê 'aştiya avahîdanînê' rant bi dest xist, tevî ku Tirkiye û Kurdistan cihê erdhejê ne ti tedbîrên pêwîst wernegirt, şertên rêvebernameya erdhejê bi cih neanî û di encama van kiryarên xwe de jî ewqas mirov qetil kir. Bêguman weke berpirsyarê vê tabloya giran û bi êş wê hesab bide.
$WÊ JI HESABDAYINÊ RIZGAR NEBIN$
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku ewqas mirov qetil kir, li bajarên hilweşiyayî alîkariya pêwîst negihand mirovan, her wiha mirovên ku dixwest alîkariyê bikin pêşî li wan girt û bi vî rengî careke din nîşan da bê çiqasî namerd e, berjewendîperest e û dijminê mirovahiyê ye. Li şûna ku alîkariyê bigihîne herêmên erdhejê, ji bo rûyê xwe yê li dijî mirovahiyê, berjewnedîperest û peregir veşêre, seferber bûye. Tevî ku kujerê ewqas mirovî ye, yekane tişta ku lê difikire hîn jî dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe ye. Bi ragihandina Rewşa Awarte, bi tepisandinê, gefxwarinê, bi hewldana berevajîkirina rastiyê, her wiha bi kuştinê, jê heye ku dikare vê bike. Çi dike bila bike wê nikaribe ji hesabdayina kiryarên xwe rizgar bibe.
$DESTHILATDARÎ ELEWIYÊN KURD WEKE DIJMINEKÎ DIBÎNE KU DIVÊ BÊ TUNEKIRIN$
Weke ku tê zanîn, navenda erdhejê ew herêm e ku şêniyên wê bi giranî gelê me yê Kurd-Elewî ye. Gelê me yê li herêma erdhejê dibêje, dewleta Tirk a ku xwe weke 'yek ji dewletên herî xurt' ên cîhanê pênase dike, li şûna alîkariyê bigihîne wan, pêşî li alîkariya civakî digire û sedema vê yekê jî rastiya wan a Kurd û Elewî ye. Ev tespîta gelê me rastiyeke. Ji ber ku ji dîrokê heta niha tenê polîtîkayeke dewleta Tirk a li hemberî van herdu nasnameyan yanî li hemberî Kurd û Elewiyan heye. Ew jî polîtîkaya qirkirinê ye. Belê Kurd gelekî welê ye ku bi sedan sal in tê xwestin ku çi bi qirkirina fîzîkî çi jî bi helandina di nava Tirkîtiyê de bi êrîşên qirkirina çandî bê tunekirin, bê qirkirin. Elewîtî jî ew bawerî ye ku tê xwestin, di nava dewleta netewe ya Tirk-Îslamî de bê helandin, bê tunekirin. Lewma piştî erdhejê li şûna ku seferber bibe, berevajî vê yekê alîkariyên têne kirin tên astengkirin. Sedema vê jî ew e ku herêmên erdhejê bandora herî giran li wan kir ji nasnameya Kurd-Elewî ye. Ji ber ku Kurdîtî û Elewîtî ew nasnameyên divê bêne tunekirin e û erdhejê jî bandora herî giran li herêmên Kurd-Elewî kir, desthilatdariyê ev hilweşîn û mirin ji bo polîtîkayên xwe yên qirkirinê veguherand firsendê. Ji ber ku ev desthilatdarî mirovên li vê herêmê weke dijmin dibîne ku divê bê tunekirin. Dewleta Tirk a qirker ne ji ber bêderfetiyan gel ji nedîtî ve hat, ev nêzîkatiya xwe bi zanebûn e û encameke polîtîkaya qirkirinê ya plankirî ye.
$YA KU DI SALA 1978'AN DE LI MEREŞÊ QEWIMÎ ÊRÎŞEKE QIRKIRINÊ BÛ$
Qirkirina herêmên Kurd-Elewiyan û ev nasnameyên wan, polîtîkayeke dewletê ye. Ev polîtîkayeke sed salî ye. Weke ku tê zanîn heman piştî avabûna partiya me yanî di Kanûna 1978'an de li Mereşê ya ku erdhej lê qewimî, ji bo ji nifûsa Kurd û Elewî bê paqijkirin êrîşeke mezin a qirkirinê hate kirin. Zêdeyî hezar mirovên me bi rengekî hovane hatin qetilkirin, xwestin ku yên mayî jî welêt biterikînin. Ev yek bi gef, şantaj û zextê hate kirin. Her wiha mirovên herêmê ji bo Kurdistanê biterikînin hatin teşwîqkirin. Ev yek bi wî rengî hate kirin ku hem dewleta Tirk derketina derveyî welat hêsan kir, hem jî hin dewletên Ewropayê hevkarî pê re kirin û bi maskeya 'hembêzkirinê' ew mirov qebûl kirin. Ya rastî jî ew bû ku planeke gladiyo dihate bicihanîn. Li gorî vê yekê diviyabû pêşî li tevgera me bihata girtin ku reh bernedabûya cografya Kurd-Elewiyan. Li vê herêmê polîtîkayeke bi vî rengî ya qirkirin-valakirinê hate meşandin û heta astekê encam jî bi dest xistin. Nifûseke mezin a mirovên li vê herêmê ji cih û warê xwe, ji Kurdistanê koç kir, koçî metropolan, bi esasî jî koçî Ewropayê hate kirin.
$DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê DIXWAZE ERDHEJÊ JI XWE RE BIKE FIRSENDEK$
Bûyerên ku di dema erdhejê de qewimîn nîşan didin ku dixwazin polîtîkaya qirkirin-koçberkirin-valakirinê ya nîvco mayî bi wesîleya erdhejê temam bikin. Ji xwe di halê hazir de ji bo gelê me yê Kurd-Elewî ji herêma erdhejê koç bike, seferber bûne. Ji bo vê jî alîkariyê nakin, pêşî li alîkariyê digirin û bi gotina 'jiyan êdî li vê derê nabe' hewl didin mirovên me yên li vê derê bi temamî koçber bikin. Bi vî rengî wê encamê ji polîtîkaya koçberkirin-qirkirinê ya sedsalî werbigirin, cihên Kurd-Elewiyan vala bikin û li şûna jî 'koçberan' ên ku kirine amûrek ji polîtîkaya qirkirina Kurdan, bi cih bikin. Ji xwe di çapemeniyê de hatibû weşandin ku beriya niha li Mereşê, li cihên ku nifûsa xwe bi temamî Kurd û Elewî ne, ji bo koçberên Ereb ên Sûnî kamp hatin çêkirin. Ev bi tena serê xwe radixe ber çavan ku têkildarî cihên Kurd-Elewiyan polîtîkayeke çawa di dewrê de ye, dixwazin guhertineke çawa ya demografîk bikin. Niha jî ji bo karibin di polîtîkaya valakirin-koçberkirin-qirkirinê de encameke şênber bi dest bixin, dixwazin erdhejê ji xwe re bikin firsendek.
$DIVÊ GELÊ ME YÊ KURD-ELEWÎ CIH Û WARÊ XWE NETERIKÎNE$
Plana dewleta Tirk a qirker ev jî be divê haya gelê me yê Kurd-Elewî ji vê plana dagirkerî û qirkirinê hebe, xaka xwe ku li ser şîn bûye neterikîne, li cihê xwe li ber xwe bide, hîn bêhtir bi xak û çanda xwe ve bê girêdan û polîtîkayên navborî bi vî rengî pûç bike. Gelê me yê li derveyî xelkê me yê herêmê û hêzên demokratîk hemû berpirsyar in ku bi rengê herî xurt piştgiriyê bidin vê berxwedana xelkê me yê Kurd-Elewî ya ji bo parastina hebûna xwe.
$ERDHEJÊ NÎŞAN DA KU CIVAK ÇIQASÎ PIŞTEVAN E$
Dewletê nîşan da ku dewlet çiqasî li dijî civakê ye, desthilatdariya AKP-MHP jî çiqasî bêexlaq û pereperest e. Her wiha raxist pêş çavan ku civak jî çiqasî zindî û piştevan e. Li aliyekî rezîltiyeke mezin ku bi gotinan nikare bê vegotin, li aliyê din jî serbilindiyeke mezin a ku mirovahî dikare bê serbilind be. Li aliyekî mexlûqên ku ji mirovbûnê derketine, li aliyê din jî mînakên piştevaniyê yên herî bedew ên jiyana mirovî. Ev weke aliyên dijberên hev ji aliyê tevahiya cîhanê ve hatin dîtin. Bi vî rengî ew rastî careke din eşkere bû ku havênê civak û hêzên dewletperest, desthilatdariyê ji hev cuda ne.
Hêzên desthilatdarîperest ên ku berpirsyarê encamên hilweşîner ên erdhejê ne, li pey wê ketin ku qaseyên xwe yên pereyan û alîgirên xwe rizgar bikin û rastiyan binixumînin, ji bo vê jî hêzên leşkerî, çapemeniya ku veguherandine amûreke şerê taybet seferber kirin. Gel jî cewhera piştevaniyê ya mirovbûnê bi cih anî û li ser bingeha ruhê yekîtiyê yekser berê xwe da herêmên erdhejê, ji bo alîkariya ji dest tê bike, seferber bû.
Niha dem ew dem e ku ev ruhê yekîtî û piştevaniyê hîn bêhtir bê mezinkirin, birînên li herêmên erdhejê der bûne bêne pêçandin û pirsgirêkên rû dane bi hev re çareser bikin, seferber bibin. Hem ji bo rakirina cenazeyan, hem ji bo peydakirina pêwîstiyên lezgîn, çareserkirina pirsgirêkên stargehê hem jî ji bo jiholêrakirina bandora hilweşîner a erdhejê bi rengekî mayinde, divê ev yek bê kirin. Divê piştevanî di wê astê de bê kirin ku mirovên me neçar nemînin cih û warê xwe biterikînin. Ji bo avahî û cihên bicihbûnê li deverên hîn guncaw bi rengekî qewîn ji nû ve bêne çêkirin piştevaniyeke xurt bê kirin. Ji bo vê divê kolektîfên kedê bêne avakirin, bi hev re gelek avahî dikarin bêne çêkirin, alîkariya madî ya pêwîst bê dayin û qadên jiyanê bi rengekî guncaw ji nû ve bi hev re bêne avakirin. Dema ku civakê hêza xwe kir yek, tiştek nîne ku nikaribe bi ser bixîne. Ji ber ku hêza herî mezin civak bi xwe ye. Ya girîng ew e ku em xwe ji jiyana şexsî ya ku modernîteya kapîtalîst ferz dike û îstîsmara rejîma qirker-mêtinger a ku gelan ji hev dûr dixîne, rizgar bikin. Piştî erdhejê hemû beşên civakî yên li Tirkiyeyê bi seferberî berê xwe dan herêma erdhejê, tevlî karê alîkariyê bûn. Vê yekê careke din nîşan da ku di rastiyê de modernîteya kapîtalîst û rejîma qirker-mêtinger çiqasî neserketî ye û civakîbûn jî çiqasî xurt e. Her kesî careke din dît ku serwer çiqasî aciz, lawaz û şexsî ye, civak jî çiqasî piştevan, berpirsyar û komunal e. Careke din hate dîtin ku xwezaya civakî û komunal a mirovan li hemberî her cûre êrîşan çiqasî zindî ye. Lewma dema mirovan xwe spart civakîbûnê û ew mezin kir, hingî dikare hemû êşan bi dawî bikin, zor û zehmetiyan ji holê rakin. Bêguman karekî mezin dibe para siyaseta demokratîk. Ji ber ku gelekî girîng û pêwîst e ev tevna piştevaniyê bê birêxistinkirin. Ji xwe siyaseta demokratîk jî tê wateya çareserkirina pirsgirêkên civakî. Wezîfeya siyaseta demokratîk e ku ev piştevanî û ruhê yekîtiyê yê civakê bê birêxistinkirin. Berpirsyarî û biryardariya heta niha hate nîşandan, radixe pêş çavan ku ev yek dikare bi ser bê xistin. Lewma bêyî ku hêvî ji hêzên desthilatdar û dewletê bê kirin ku dijminê xweza, jiyan, civak û mirovan e, weke hêzên civakî divê em her tiştî bi xwe bikin.
Li aliyê din li dijî desthilatdarî û dewleta ku berpirsyarê vê hilweşînê ye, divê em têbikoşin. Bi têkoşînê divê em hesab bipirsin. Divê em hesabê kiryarên wan bipirsin ku karibin xwezaya axwe, xwe û jiyana gelên xwe misoger û ewle bikin. Naxwe wê li Tirkiye û Kurdistanê ku herêmeke erdhejê ye gelek hilweşînên bi vî rengî wê rû bidin.
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 1,194 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | anfkurdi.com
فایلی پەیوەندیدار: 1
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 6
زمانی بابەت: Kurmancî
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
شار و شارۆچکەکان: مەڕەش
شار و شارۆچکەکان: ئەنتاب - دیلۆک
شار و شارۆچکەکان: ئامەد
شێوازی دۆکومێنت: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: تورکیا
وڵات - هەرێم: باکووری کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( کاکۆ پیران )ەوە لە: 18-02-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 18-02-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 18-02-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 1,194 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.1190 KB 18-02-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.187 چرکە!