JI MEKANÊ SIRGÛNÎYÊ BER BI CIHÊ NASNAMEYÊ VE: TEMSÎLÊN WÊJEYÎ YÊN BAJARÊ AMEDÊ DI WÊJEYA KURDÎ YA NÛJEN DE
FRANCESCO MARİLUNGO
WERGERA JI ÎNGILÎZÎ: SİNAN GÜLTEKİN
Mekan bi piranî weke têgeheke berfireh û razber tê fahmkirin. Her çiqas em peyva “mekan”ê di axaftina rojane de bi wateya tiştekî şênber û hişk bi kar tînin jî, heman peyv bo destnîşankirina wateya bêsînordarîya mekanê der-dinyayî (extraterrestrial) nîşan bide jî, cîhan, an jî dibe ku di wateya derheqê razberîya geometrîyê û mekanê Euclidean de bê bikaranîn. Mekan hebûneke necûdakirî ye,
magmayeke bêsînor e ku yek dikare tê de bi hêsanî winda bibe. Ji bo biserketin, fahmkirin û jîyînê, bi alîkarîya çend cure koordînatan, divê em têkevin nav pêvajoyeke veguherîne. Koordînat ji bo dîyarkirina cih, navgînên muhim in, ew tişt in ku cihanê diafirînin. Li ser rasteka vawêrnebar a mekanê, cih hîmên wateyê ne, xal in ku dikarin bên ferqkirin, xalên cihdîyarkirinê, xaçerê ne, elementên nexşeyan in. Ne ewqasî sade ye, cîh parçeyên mekanan in ku mirov peywendîyên bihes ên dîyar bi wan re ava dikin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=572742&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin JI MEKANÊ SIRGÛNÎYÊ BER BI CIHÊ NASNAMEYÊ VE: TEMSÎLÊN WÊJEYÎ YÊN BAJARÊ AMEDÊ DI WÊJEYA KURDÎ YA NÛJEN DE=KTML_Link_External_End=
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 86 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!