Aysel Tuğluk (z. 17'ê tîrmehê
1965 li parêzgeha Elezîzê hate Dinê) siyasetmedarekî Kurd´e û ji Bakûrê Kurdistanê ye.
Jîyan
Tûglûk ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedand û parêzeriya serbixwe kir. Tugluk endam û damezrînerên gelek rêxistinên sivîl ên wekî Toplumsal Hukuk Araştırmaları Vakfı, İnsan Hakları Derneği (Komeleya Mafên Mirovan) û Yurtsever Kadınlar Derneği (Komeleya Jinên Welatparêz) bû. Wek parêzerî parêzeriya Abdullah Öcalan kir. Birayê wê Alaattin Tuğluk hevalê Öcalan e. Ji sala 2005-an de bû endama Partiya Demokratî Toplum Partisi (DTP) ya alîgirê Kurdan û demekê bi Ahmet Türk re hevserokatiya partiyê kir. Di konferansa partiya DTPê ya 9ê Cotmeha 2007ê de, ji ber xwezaya wê ya pasîf û dilxwaziya lihevkirinê, deng ji wê hat girtin.
Di hilbijartinên parlementoya Tirkiyê de di sala 2007an de wek berendamek serbixwe ji bo parêzgeha Amedê bû namzed. DTP'ê tevî ku di bin benda %10'ê ya hilbijartinê de ma jî, karîbû 20 parlamenteran bişîne Meclîsê.
Di 9ê Mijdar´ê 2007ê de, dozgerên tirk dozek li dijî Tugluk vekir, ji ber ku bi du parlamenterên din ên DTPê (Fatma Kurtulan û Osman Özçelik) re çûbû başûrê Kurdistanê ji bo azadkirina heşt leşkerên tirk ên êsîr di destê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ne.
Leşker di Cotmeha 2007’an de li Geverê di êrîşa PKK’ê ya li dijî konvoya leşkerî de êsîr hatibûn girtin. Dozger xwest ku Meclîs parêzbendiya siyasî ya her sê parlementeran rake.
Di 11 Kanûna
2009 de DTP ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ve hat qedexekirin. Tugluk ji peywira wê hat dûrxistin û 5 sal qedexeya xebatên siyasî jê re hat dayîn. Lê piştî guhertinên makezagonê bi referandûma 2010’an ve vegeriya siyasetê û di 12’ê Hezîrana 2011’an de ji bo parêzgeha Wanê ji bo hilbijartinên parlementoyê berendam kir. Tûglûk di hilbijartinê de bi ser ket û vegeriya meclîsê.
Di Tebaxa
2011 de, Tugluk ji aliyê dadgeheke Tirkiyê ve bi 2 sal zîndan hat mehkûmkirin, ji ber propaganda ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya qedexekirî. Axaftinê ku wê di Adara 2010an de kir. Li gorî dadweran ev propagandaya terorê bû. Lê Tugluk di hevpeyvînekê de axaftina xwe wek banga aştiyê bi nav kir. Di axaftina xwe de tenê pêşniyara qebûlkirina Öcalan wek hevkarê pirsgirêka Kurd kir.
Tûglûk di 26ê Kanûna 2016ê de ji aliyê yekîneyeke antî-terorê ya polîsên Tirkiyê ve hat girtin. Di çarçoveya lêpirsînên serdozgeriya giştî ya bajarê Amedê ya Enqereyê de hat girtin.
[1]
Aysel Tûglûk, Ji 26'ê Kanûna 2016'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya Kocaelî ye û rewşa wê ya tendurûstiyê gelek girane.