Ziman û wêjeya kurdî dibe şirîkê ziman û wêjeya dinyayê.
#Firat Cewerî#
Nivîskar û romannivîsê Kurd Firat Cewerî li ser rupela xwe ya torên civakî nivîsiye ku, ziman û wêje (edebiyata) kurdî hêdî hêdî dibe şirîkê ziman û wêjeya dinyayê.
Yekîtiya Wergerên Swêdê bi hevpeyvînekê Firat Cewerî kirine mêvanê kovara xwe, kovarê weha destpê kiriye, Firat Cewerî nivîskarekî kurd ê bakûrê Kurdistanê (Tirkiyê) ye. Wek spasî ji bo welatê Swêdê ku îmkana nivîsandin û weşandina bi kurdî daye wî, xwest pirtûkên swêdî yên zarok û xortan wergerîne. Wî bi (Emil û Alfons) destpê kir, û paşê klasîkên nûjen ên wekî Doktor Glas û Barabbas jî wergerandiye Kurdî.
Di wê hevpeyvînê de Firat Cewerî dibêje: Ez di xortaniya xwe de bi vîrusa nivîsandinê ketim û bi dizî bi kurdî ku li Tirkiyê qedexe bû, min dinivîsand. Ji bo ku ez bikaribim bi serbestî binivîsim ez ji welêt derketim û çûm Swêdê. Bi xêra Swêd min karî bi kurdî binivîsim, kovarên edebî derxim, weşanxane birêve bibim. Di serî de wek spasiyek ji bo Swêdê, min xwest ku edebiyata swêdî wergerînim û bazar bikim. Di zarokatiya xwe de min qet pirtûkeke zarokan a bi kurdî nedîtibû.
Cewerî di wê hevpeyvînê de diyar dike ku, ew bi xwe nivîskare lê wî kariye bîst berheman ji Swêdî jî wergerîne kurdî û weha pêde diçe: Dema ku ez werger dikim, ez hest dikim ku karakterên min ên romanê bêsebir li benda min in ku ez wan bimeşînim.
Firat Cewerî di komênteke din de weha nivîsiye û dibêje:
Ev zêdeyî çil salî ye ez di vê riyê re dimeşim. Carina riya min teng, carina fireh dibe. Ez carina mîna bi serkaşekî ve hilkişim, diwestim, lê ranawestim û bi jor ve radipelikim.
Ez carina diêşim, carina ên ku ez bi zarê wan dinivîsim min diêşînin, lê wê êşê jî dinivîsim. Gava nanivîsim aciz dibim, gava nikarim binivîsim dinya li ber çavên min reş dibe. Nivîsandin hertim ji min re bûye gopalê hêviyê û min xwe daye ser.
Her cara ez bêhêvî bûme nivîsandin hatiye hawara min. Gotina ”Berê gotin hebû” di dil û mêjiyê min de rûniştiye û loma min hertim xwe spartiye gotinê. Min hêrsa xwe, evîna xwe, bêrîkirina xwe, bêhntengiya xwe bi gotina nivîskî daye der.
Nivîsê carina cîhana fireh li min teng kiriye, carina jî cîhana teng li min fireh kiriye. Ez di cîhana xeyalan de li dû xeyal û fantaziyan beziyame. Ez carina bi dû nêçîra mirovên belengaz ketime, min bi destê wan girtiye, ew ji quncikên wan ên xalî derxistine û xwestiye balê bikişînim ser wan.
Ez carina pêrgî hin gernasan hatime ku ji wan re xerab ketiye û di quncikên xwe de hatine jibîrkirin. Heta ji min hatiye min ew jî derxistine rûkala dinyayê. Ez carina keniyame, carina jî ewrekî xemgîniyê bi ser min de girtiye û bi qûre qûr giriyame. Ez carina bi rojan li dû gotinekê geriyame, carina jî mîna ku yek di guhên min de bike pistînî, gotin li dû hev rêz bûne.
Min carina jiyanek, carina bajarek, carina cîhaneke din ava kiriye. Carina jî min jiyanek, bajarek, cîhanek bi du rêzan ji navê rakiriye. Ez hingî bi hêza gotinê hesiyame. Gava min ew hêz di xwe de dîtiye ez ji xwe tirsiyame. Lê ez ji tu hêzeke din netirsiyame.
Min cesareta xwe ji nivîsê standiye. Min bi nivîsa xwe tu carî nexwestiye ez kesî pîs bikim an biêşînim. Min pê pesnê pîsan jî nedaye. Ez bi aqilê xwe şêwirîme û min daye dû dilê xwe.
[1]