کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  583,684
وێنە
  123,579
پەرتووک PDF
  22,056
فایلی پەیوەندیدار
  125,162
ڤیدیۆ
  2,185
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,033
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,430
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,670
عربي - Arabic 
43,726
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,505
فارسی - Farsi 
15,617
English - English 
8,507
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,026
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,823
شوێنەکان 
17,029
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,480
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
915
وێنە و پێناس 
9,458
کارە هونەرییەکان 
1,513
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,936
نەخشەکان 
268
ناوی کوردی 
2,816
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,188
شوێنەوار و کۆنینە 
739
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,041
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,644
کورتەباس 
22,100
شەهیدان 
11,889
کۆمەڵکوژی 
11,362
بەڵگەنامەکان 
8,716
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,635
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
891
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
46
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,285
PDF 
34,630
MP4 
3,826
IMG 
233,005
∑   تێکڕا 
272,746
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Riza Çolpan
پۆل: ژیاننامە
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
هاوکارانی کوردیپێدیا، بابەتییانە، بێلایەنانە، بەرپرسانە و پیشەییانە، ئەرشیڤی نەتەوەییمان تۆماردەکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English6
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Riza Çolpan
Riza Çolpan
Riza Çolpan (jdb. Payîza sala 1935, Kûpik, Mêzgir) nivîskarekî kurd e.

Jiyan
Riza Çolpan, di Payîza sala 1935, di gundê nav Kûpik da ji dayîk bûye, hatîye cîhan. Ev gund, gundekî Dersimê, girêdayî yê qeza wê ya Mêzgirê ye. Di Payîza sala 1946an, -ku Riza di wê demê da zarokekî 11 salîye- du cendermeyên Romê tên Riza Çolpan dibin dibistana ku piştî tevkuştina Dersimê di gundê nav “Şîlk” da hatîye çêkirin. Riza heya pola sêyem di wê dibistanê da dixwîne û fêre zimanê Tirk dibe, ku ew dibistan nêzî çar kîlometre dûrî gundê wî ye. Di sala 1949an da vêca dewleta Romê di gundê nav Qurqurik, di taxa Zênan da dibistanek dî çêdike, ku ew dibistan bêtir nêzî gundê wî Kûpikê ye. Riza heya pola dûwahî, ango pola pêncem di wê dibistanê da dixwîne, lê ji ber tunebûna pênce qurişê wê demê, mamoste dîplomayê nade wî. Ji ber wê yekê Riza di sala 1951, di 14yê meha nîsanê, ango Nîsanê da, ji ber zilma zirdê Kekê xwe Husên, û pênce quriş nedayîna wî, jibo wêneyê dîplomayê, dibe terkî welat, diçe Edenê, di kulbeya zevîyên pembû da dixebite, di destpêka meha tebaxê da dadigere gundê xwe, dîsa dikeve bin zilma zirde Kekê xwe, piştî zivistana sala 1952, di meha gulanê da carek dî diçe Edenê, li wir qasî sê mehan dixebite, dîsa di meha tebaxê da dadigere gund.

Riza di roja 14ê nîsana 1953an da bavê xwe wenda dike. Ango bav dimire, diçe heqîya xwe, vêca Riza berê xwe dide Stenbolê. Heya sala 1959an li wir di cure cure karan da karkir, barkêş, piştî karên usa zor û giran, vêca wê jîyana xwe ya nebaş û zor, diguhêrîne, diçe di bar û pavyonên şevan, di aşxananda dibe Garson dixebite, ji dîya xwe û birayên xwe ra xerclixê dişîne û di wê navber û demê de gelek roman û helbestên hin nivîskar û hozanên tirk dixwîne, di 16ê meha çirîya pêşin, 1959 da dibe leşkerê behrê. Ango Bahrîye. Riza di wê artêşa dijminda sê sal dibe leşker. Piştî teskere standinê diçe Qibrisê ji keçek bi eslê xwe ve Kurd dizewice. 28 Sîbat, 1965’da li tev du keç û Xanima xwe Refahê, dadigere Stenbolê, diçe di melbenda nav Qasimpaşa, di taxa Kuçuk Pîyale da cîwar dibe. Dûra diçe li Ortakoyê, di karxana nav “Pepo Temîzleme Fabrîkasî” yê da destpêka kar dike, di wê karxanê de karkiran rêz dike û destpêka karê Sediqatîyê dike, di gelek çalakî û meşê ciwanên sîyasî da cî digire, dibe sempatîyê “Partîya Karkirên Tirkîyê” dibe nasê navên hin nivîskar û kesên navdar. Wekî mînak: Karl Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao, Troçkî. Dibe nasê navê hin nivîskarên Rûs. Ên wekî Pûşkîn, Maksîm Gorkî, Tolstoy, Dostoweskî, Gogol, dibe nasê navê Vîktor Hûgo, Jack London, Şiteyînberg û pirtûkên wana dixwîne. Dibe nase gelek nivîskarên Tirk, kesên wekî Çetîn Altay, Îlhan Selçûk, Îlhamî Soysal, Refîk Erdûran, Bûrhan Felek, Ûlûnay. Dibe nasê romanên Kerîme Nadîr, Esad Mahmût Karakûrt, Ferîde Celal, Mûazzez Tahsîn Berkant, Fîkret Ferîdûn Es; di hozanan da jî dibe nasê pirtûkên Cahît Sidkî Taranca, Orhan Velî, Alî Riza Akkoyûnlû, Umît Yaşar Oxûzcan û gelek hozan û nivîskarên cîhanî û pitûkên wan dixwîne û dibe Sosyalîst û komînîstekî tûj, lê gelek jî nezan, ajawegêr, ango anarşîst, birûskê serdestên Romê dikişîne ser xwe. Ji ber vê yekê rojekî hevalekî wî yê hezkirî, ji wî ra: “Riza, kuro ya devê xwe dade hêsa bisekin, yan jî rojekî bi zû ji vî welatî derkeve here welatekî dî. Eger tu usa tevbigerî û birûskên Romê bikşînî ser xwe, dê faşîstên Rom te bikujin” dibêje, Riza di 19ê meha Çileyê paşin a 1970an da, sê zarokên xwe, li tev Xanim xwe Refah, dayîk û sê birayê xwe yên biçûk paşve dihêle, berê xwe dide Başûrê cîhan, diçe Awistûralya, di bajarê nav Sydney da cîwar dibe, heqê rûniştandinê distîne, dûra diçe serî li wezereta koçebaran dixîne, dawetname ya zarok û Xanima xwe dişîne, piştî 7 meh ewana diçin, zarok digêhêjin bavê xwe, Xanim jî mêrê xwe.

Belê, Riza li Sydneyê jî vala naskine, di dûwahîya sala 1974an da li tev Mistefa Yalçinê Qibris î “Komala Kedkarên Tirkîyê Li Awistûralya” dadimezrîne, li tev hin çepgirên tirk qasî du salan kar dike, dûra ji ber şovanîzm û nijadperestîya xwedêgiravî hin çepên Tirk, Riza ji wan dûrdikeve, vêca kurdên ku wekî koçebar çûne Sydney wan rêz dike, di roja 29-1979’da, li tev du hevalên xwe Şahîn Bekir û Heqîyê Gêxîyê, “Komela Kurdên Awistralya” dadimezrîne; Şahîn Bekir dibe Serok, ew bi xwe jî dibe Sekretêr, heya dûwahîya sala 1982, di komelê da dixebitê, piştî gelek kar û xebatên nerênî, ên hin hevalan, Riza ji Komelê dûrdikeve, vêca Komel dikeve destê alîgirên PKK’îyan. Piştî ku Komel dikeve destê PKK’îyan, Riza mêla xwe dide ser xwendina pirtûkan. Di sala 1983’yan da diçe Yekîtîya Sovyetan. Ji ber ku Riza Moskova ji xwe ra wekî Kabe ya Îslaman dîtîye û hesibandîye.

Belê, Moskova ji Riza ra dibe wêstgeha yekem, lê li wir cîhana Riza tê xurîn, hildişe. Piştî Moskovayê diçe Azerbeycanê, li wir jî diçe Gurcistan û Ermenistanê, dibe nasê gelek Kurdên Êzîdî, hozan, hunermend û zanyarên wan birayên xwe. Diçe çîyayê Elegazê di konê çadiranda radize, dibe mêvanê xwedîyê naxira pezan, ji wan gelek tiştan fêr dibe. Li Lenîngiradê dibe nase Profesor Qanêtê Kurd yê Dilovan, Ordîxanê Celîl, Zera Ûso. Di gera duwem da diçe Qazakistanê, li wir jî dibe nasê gelek kesên zanyar, Kurd birayên xwe. Ango Riza ji kîjan kesî ra dibe heval, dibe nas û dipeyîve, ji wî tiştekî fer dibê, wî ji xwe ra wekî mamoste dihesibîne û dibîne.

Belê, Riza piştî evqas kar û gerê, di 14yê Nîsana 1984an da qeyrana dil derbas dike, ji mirinê difilite. Piştî qencbûyînê, vêca diçe Melbourne yê li wir Kurdên wî bajarî rêzdike, di dûwahîya hemen salê da li wir tev hevalê xwe Zekî Çakirê Dilovan û Fadil Sûnayê Farqînî “Komala Kurdên Vîktorîya” dadimezrîne, Zekî Çakir dibe Serok. Piştî du sal, ew Komel jî dikeve destê PKK’îyan, êdî ji Riza ra rêya avakirina komelan, kar û barên civakî teng dibe, îcar vêca Riza destpêka nivîsandina pirtûkan dike. 18 car diçe Awropa, çar car diçe Yekîtîya Sovyetan, carek diçe Amêrîka, Kanada û Çînê û carekî jî diçe Sûrîyê, İraq û Îranê. Ango sê patrçeyên Kurdistan. Ji bilî evqas ger, kar û xebatên cur be cur, Riza di gelek konferans, semîner û panelanda beşdar dibe, peyîvdaran guhdar dike, bi xwe jî diaxife, dibe hezkirîyê hin kesan.

Belê, Riza heya vê sala 2020, 24 pirtûk nivîsîye. Ji van piranî helbest in. Ên din 4 roman, 1- Çîrokên Gelî. 1- Berhevok, 2- Bi du zimanan, ango bi tirkî û bi kurdî bîranînên wî, 3 tene jî bi nivîsê wî yên ku di hin rojname û malperên kompîtor, ên kurdî da derketine, ên din jî hemû helbest in. Ji wan jî 5 pirtûk bi 2 zimanan ve hatine çapkirin. Ango 2 pirtûk bi hev ra. Ji bilî evqas gotinan, eger kesek bixwaze li ser tevahîya jîyana Riza Çolpan serwext bibe, ew dikaribe bhîranînê wî yên ku wî bi du zimanan, ango bi kurdî û bi tirkî nivîsîye, bixwîne. A ku bi zara dayîkê ve hatîye nivîsîn, ev e: “Serhatî û Bîranînên Min, Jan û Jîyan” Weşanên Veng, Stenbol, A ku bi tirkî hatîye nivîsîn jî, ev e: “Coğrafyasını Arayan Irmak, Acı ve Yaşam”. Weşanên Doz, Stenbol.

Piştî evqas gotinan, Riza heya vê sala 2020, 2000î zêdetir pitûk, bi sedan kovar, bi hezaran nivîs û bendê nivîskaran xwendîye, ji xwe bi xwe ra bûye mamoste. Ango xwe perwerde kirîye. Riza xudan 4 zarokan e. 2 keç, 2 law. Ji bilî ev, Riza ev e 50 sal e ku li Awistûralya, li bajarê Sydney cîwar bûye; li wir dijî, kalekî 85 salî ye.

Berhem
1- PKK’nın Yanlışları ve Kürd Küçük Burjuva Milliyetçiliği.
2- Türkiyeli Emekçiler Destanı. (Helbest, şiir)
3- Destana Dîroka Kurd û Kurdistan. (Helbest, şiir)
4- Xidê Naxirvan û Tevkuştina Dersimê. (Roman)
5- Nado Kurê Xwe Firot. (Roman)
6- Çîrokên Gelî. (Halk hikâyeleri)
7- Dayîka bedbext Ez im Kurdistan. (Helbest, şiir).
8- Hîroşîma Duwem Helebce. (Helbest, şiir)
9- Hesreta 50 Salî û Kilamek jibo Apo. (Helbest, şüir)
10- Serhatîyên Rustem û Namerdîya Namerdan. (Roman)
11- Destana Evîna Seîd Mistefê û Axcîhanê. (Berhevok)
12- Duyguların dili. Zimanê Pejnan. (Helbest, şiir, bi du zimanan)
13- Bimire Birakujî, Bijî Kurdistan. (Helbest, şiir)
14- Nâzım’a Mektup. Ji Nazim ra Name. (Şiir, Helbest, bi du zimanan)
15- Altmış Yılın Hasreti. Kesera Şêşt Salî. (Helbest, şiir, bi du zimanan)
16- Duyguların Sesi. Dengê Pejnan. (Helbest, şiir, bi du zimanan)
17- Serhatî û Bîranînên Min, Jan û Jîyan. (Anılarının Kürdçesi)
18- Coğrafyasını Arayan Irmak, Acı ve Yaşam. (Anılarının Türkçesi)
19- Bir Ömrün Son Duyguları. Pejnên Jîyanek Dûwahî. (Helbest, şiir bi du zimanan)
20- Avusturalya’da Kürd Sesi.
21- Avusturalya’dan Kürdistan’a Gelen Ses. (Gazete ve kompitörsitelerinde, Kürdçe, ve Türkçe yazılan yazılar) (Nivîsên ku di rojname û malperên kompîtor da, bi du zimanan, bi kurdî û tirkî derketine)
22- İkinci cilt, yine özel yazılar. Derpêça duwem. (Nivîsên taybet)
23- Yine iki dilde yazılan yazılardan. (Dîsa ji hin nivîsên taybet, bi du zimanan)
24- Gurên Devbixwîn, Ên Çar Ling û Ên Du Ling
Belê, Riza Çolpan 24 pirtûk nivîsîye; ku pênc pirtûkên wî bi du zimanan hatine nivîsîn. Eger em wan her yekî dudu bihesibînin, dê hejmara pirtûkên wî bibin 29.Ji bilî evqas gotin û agahîyan, yên ku dixwazin bêtir li ser jîyana Riza Çolpan serwext û agadar bibin, dikaribin, bîranînên wî yên ku bi du zimanan ve hatine nivîsîn bixwînin. Ê ya ku bi kurdî nivîsîye, li jor me nav nivîsîye, “Serhatî û Bîranînên Min, Jan û Jîyan”. Veng Yayınları, İstanbul. Ê ya ku bi zimanê tirkî hatîye nivîsîn, ew jî ev e: “Coğrafyasını Arayan Irmak, Acı ve Yaşam”. Doz Yayınları, İstanbul.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 7,988 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | ku.wikipedia.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 9
زمانی بابەت: Kurmancî
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو
نەتەوە: کورد
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 88%
88%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 05-09-2014 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ڕاپەر عوسمان عوزێری )ەوە لە: 17-06-2022 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 7,988 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.116 KB 05-09-2014 ڕێکخراوی کوردیپێدیاڕ.ک.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.39 چرکە!