کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  583,208
وێنە
  123,508
پەرتووک PDF
  22,049
فایلی پەیوەندیدار
  124,958
ڤیدیۆ
  2,191
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,934
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,356
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,660
عربي - Arabic 
43,635
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,455
فارسی - Farsi 
15,586
English - English 
8,502
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,024
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,805
شوێنەکان 
17,030
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,507
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
899
وێنە و پێناس 
9,457
کارە هونەرییەکان 
1,496
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,929
نەخشەکان 
251
ناوی کوردی 
2,816
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,188
شوێنەوار و کۆنینە 
739
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,038
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,633
کورتەباس 
22,097
شەهیدان 
11,889
کۆمەڵکوژی 
11,361
بەڵگەنامەکان 
8,710
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
236
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,062
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,635
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
891
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
19
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,269
PDF 
34,621
MP4 
3,821
IMG 
232,780
∑   تێکڕا 
272,491
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
Nûredîn Zaza
پۆل: ژیاننامە
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
بەهۆی کوردیپێدیاوە دەزانیت؛ کێ، کێیە! کوێ، کوێیە! چی، چییە!
بەشکردن
Copy Link2
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nûredîn Zaza
Nûredîn Zaza
Nûredîn Zaza (jdb. 15ê sibata 1919 an li Madenê, Împeratoriya Osmanî – m. 7 ê çiriya pêşîn 1988 li Lozanê, Swîsre), ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrenêr û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.
Nûredîn Zaza kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurdperwer de rabûbû. Bavê wî Ûsiv Efendî û birayê wî yê mezin Ehmed Nafiz Beg, hevalbendên Şêx Seîd bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijî dewleta tirk ya nijadperest. Pismamê wî Osman Efendî di wê şoreşê de jiyana xwe ji dest dabû.
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd û bûyerên xirab li Bakurê Kurdistanê, desthilata tirk, Dr. Nafiz kiribû bin çavan de û derfet lê teng kiribû û emrê sergûna Izmîrê jê re derxistibû. Vêce ew mecbûr bûbû ku çarekekê ji xwe re bibînê. Di sala 1930î de, ew û bira yê xwe yê piçûk Nûredîn binxet dibin Sûriyê ku di bin mandata Firansayê de bû. Dr Ehmed Nafiz, kesatiyeke hekîm, tekûz û mêrxas bû. Hatina wî ya Kurdistana Sûriyê bû hêzeke nû ji Xoybûnê re. Ew roleke girîng tê de dileyîze û di salên çilan de serokatiya wê dike. Di warê bijîşkiyê de Dr Nafiz bi kar û xebateke mezin li herêma Cizîra Sûrî dirabe. Wê çaxê, êş û nexweşîyên weke êşa zirav, melariya, tîfo, sorik û xûrî belav bûn û mezin û piçûk bi wan êşan diçûn. Dr Nafiz êşên cih nas kirin û li ser destên wî yên pîroz bi dihên hezran nexweş saxbûn. Ji lewra, baweriya xelkê bi bijîşkiya Dr Nafiz zêde bû û nav û dengên wî ne tenê li herêma Cizîrê, lê belê di Sûrî tevî de belav bûbû.
Nûredîn vêce, li Kurdistana Sûrî di bin sih û perwedeya Dr Nafiz de mezin dibe. Ew ne tenê bira ye jê re, lê belê ew dibe bav û mamoste û rêber jî. Herwesa, Nûredînê piçûk, di nav civata welatparêz û girgirekên kurdan de mezin dibe. Di salên sihan de, gelek şoreşger û rewşenbîrên kurdan ji ber zilm û zora rêjîma Ataturk ya nijadperest binxet bûbûn Sûriyê. Ji wan Memdûh Selîm, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Qedrî Beg û Ekrem Cemîl Paşa, Hemze Begê Miqsî, Haco Axa, Evdirrehman Axayê Eliyê Ûnis, Dr Nûrî Dêrsimî, endeziyar Arif Ebas û hin dîtir. Wê teisîra wan camêran di warê netewe-perweriyê de li Nûredîn hebe. Bi wext re, wê Nûredînê dagirtî bi rihê şoreşvaniyê bide ser şopa wan û barê kurdîtiyê giran bigire xwe û doza mafên gelê xwe yê kurd bike.

Çalakî û xebatên Nûredîn Zaza:
1.Ew kuştar û qetlîamên mezin, ku dewleta tirk dijê kurdan li Bakur û nexasim li Dêrsimê pêk tanî, Nûredîn di dil de têşîne. Vêce ew raporekê derbarî wan bûyerên xirab û hov dinivîse û dide pêşiya 2.hevalên xwe ji xwendekarên dibistana fransawî li Şamê û çendek ji xwendekarê tara kurdan û diçin radestî balyozxaneyên dewletên biyanî dikin.
3.Di sala 1937an de, dîse jî bi serokatiya Nûredîn, civateke xwendekaran bi navê Hêvî li Şamê tê damezrandin. Civata Hêvî, rihê netewî di nav xwendekarên kurd de geş dike û pirsa gelê xwe bi rê ya 4.balyozxaneyên derve ku li Şamê heyî, digihîne Lîga Neteweyan.
5.Di paşiya sala 1937an de, Nûredîn Zaza û çend hevalên xwe, tîmeke fûtbolê bi navê Kurdistan li Şamê çêdikin. Tîma Kurdistan pir xweş dileyize û pêlewaniya Sûrî distîne.
6.Nûredînê 20 salî, çalak û jêhatiyê di warê rojnamegeriyê de. Di nivîsên xwe de, ew tekez dike ser fêrkirina zimanê kurdî û di kovarên Hawar û Ronahî de berhemên wî hene. Mîr Celadet Bedirxan, çîrokên wî yên kurt bilind dinirxîne û wî weke Çexovê kurdan bi nav dike[çavkanî hewce ye].
7.Bûyera kû di sala 1942an de bi Nûredîn re di tirênê de qewimî bû (xwe ji tirênê avêtibû) û helwesta wî ya cesûr bi herdû mamosteyên tirk û cendermeyan re, didin xuyanîn bê çiqas ew mirovekî zane mêrxas bû.
8.Nûredîn, her û her amade ye ku tiştekî ji miletê xwe yê kurd re bike. Gava jê re dibêjin: em dikarin te bigihînin nik seydayê Barzanî û komela Hêwa, ew yekser qebûl dike, û dev ji mal û mewdanên xwe digere û diçe. Lê mixabin, wan li ser sînorê Sûrî bi Iraqê re digirin û salekê Nûredîn di girtîgehên Mûsil û Emara û Bexdayê de girtî dimîne.
9.Li Bêrûdê, sala 1945an, dema ku Nûredîn Zaza xwendina xwe li zanîngiha fransawî dike, ew şûna Mîr Kamîran Bedirxan di Radyowa Libnanê - beşê kurdî de digire û bi karekî mezin di behiskirina pirsa kurdî û ragihandina xeber û nûçeyan ji her çar parçeyên Kurdistanê dirabe. Piştî ku hikûmeta Libnanê beşê kurdî di Radyowê de digire, Nûredîn dibistanekê şevane diveke ji bo kurdên Libnanê fêrbike zimanê kurdî.
10.Di sal 1947an de, Nûredîn Zaza derenca Lîsans di zanîstên siyasî de ji Zanîngiha Fransawî li Bêrûdê distînê û berê xwe dide Swîsreyê da xwendina xwe ya bilind bidomînê.
11.Li Swisreyê, qonaxeke nû û girîng di jiyana Nûredîn Zaza de dest pê dike. Ew çiwe wir xwendina xwe timam bike, lê pirsa miletê wî yê kurd di bîrê de ye. Wî li ser xwe ferz didît ku her xizmetê jê re bikê. Sekin ji Nûredîn re nîn e. Li Zanîngiha Lozanê, ew di ber xwendina xwe re, kurd û Kurdistanê bi xwendekaran dide naskirin. Gava dibîne ku xwendekarên kurd hewceyî rêxistinekê ne ku wan bide hev û bi heve girêde (da bikaribin bi awakî fermî dan û sitandin û têkiliyan bi berpirsiyarên swîsrî û rêxistinên biyanî re pêk bênin), ew komela xwendekarên kurd li Ewropayê sala 1949an didamezrîne û dibe serokê wê û kovarekê bi sernavê Dengê Kurdistan derdixin.
12.Nûredînê zane, degel, û cesûr, illeh deng û pirsa miletê xwe û zilm û zor û te’dariya ku lê tê kirin bigihîne sazî, forûm û kongireyên navnetewî ku li Ewropayê dihatin lidarxistin. Li Budapêştê paytexta Macaristanê, di Festîvala Xortên Cîhanê de, sala 1949an, bi ser hemû astengiyên ku partiyên komunîst yên rojhilata navîn (ya sûrî, tirkî û îranî) li pêşiyê didanîn, wî weke nûnerê kurdan xwe têde ferzkir û qesîdek li ser rêber û lehengê neteweya kurd Mistefa Barzanî li pêşiya 5000 kesî xwend. Piştî çend rojan ji wê Festîvalê, li Sofyayê paytexta Bulgaristanê li kongireya xwendekarên cîhanê, wî weke nûnerê Kurdistanê qebûl dikin. Dr Nûredîn Zaza di bîranînên xwe de dibêje: Ew serkeftineke mezin bû. Vêce ez rehet û bi dilekî xweş vegerehame Swîsrayê.

Li Fransayê jî wilo, gava Neteweyên Yekbûyî, cihê xwe di Sera Şapo de digirt, Nûredîn endamê şandekê bû ku raporekê ser rewşa kurdan bide, bizav û hewildanên xwe dike ku bigihe nûnerên dewletan de guh bidin pirsa kurdî û wê di cìvînê de guft û go bikin û li her derê jî wilo, Nûredîn bêtexsîr e. Raste Nûredîn yek bû, lê wî hamberî 100 çalakvanî kar û xebat dikir.

Nûredîn Zaza û Yekîtiya Xwedekarên Kurd li Ewropayê
Di sala 1956an de, Nûredîn Zaza du karên pir girîng pêk tîne. Yê pêşî, ew doktoriya di zanistên perwedeyiyê de ji zanîngiha Lozanê werdigre. Karê didwan, ew Yekîtiya Xwedekarên Kurd li Ewropayê didamezrîne. Dûv re, ew dide rê û divegere Sûriyê. Di bîranînên xwe de Bîranîn¡, Dr Nûredîn Zaza dinivîse: “di paşiya hezîrana sala 1956an de, ez bi hisret bûm ku ez tiştekî ji kurdan re bikim. Min rabû da rê, di rêya deryayê re Îtalya-Bêrûd, berê xwe da Sûriyê. Li Bêrûtê, piştî 9 salan ji mayîna li xurbetê, bira yê min yê mezin Dr Nafiz û hin dostên me yên dilsoz, hatibûn pêşwaziya min. Çawa ez ji gemiyê peyabûm, min naskir ku Kurdên Sûriyê ji mêj ve li hêviya vegera minin. Vêce gelo ezê bikaribim wan ji bin sitem û te’dariyê xilas bikim û maf û daxwaz û meremên wan di heyif û salên werin de bi cih bênim, yan na?!”.

Nûredîn Zaza û Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê:
Li Sûriyê, Dr Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa miletê kurd xirab e. Ji kinarekî ve, kurd ji nijadperestiya partiya Be's di metirsiyê de ne. Li kinarê dîtir, Partiya Komunîsta Sûriyê, ya qaşo Internasyonalîst, xwe ji neteweya ereban re kiribû parêzer, lê li dijê kurdan derdiket, hinga doza mafên xwe yên neteweyî dikirin û ew bi şovînîzmê tometbar dikirin. Nûredîn Zaza dinivîse: “di rewşeke wesa, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnama gelê Kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît. Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Herwesa, welat-parêzên kevnare, mela, muxtar, û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pîşta min digirtin û di paşiya sala 1957an de, ew xewn pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (PDKS) hate damezrandin”.

PDKS, ji serokatiya xwe re, Nûredîn Zaza dihilbijêre û di demeke kurt de gelek kurd tevlû Partiyê dibin. PDKS, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî û civakî di nav kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav kurdan de. Lê di salên 1958 - 1961ê de (dema yekîtiya Sûrî û Misrê), hikim di destê rêjîma Cemal Evdul Nasir ya dîktatûr de ye. Di wan her sê salan de rewşa siyasî, ewlekarî û aborî li Sûriyê kambax dibe. Berdevkê Nasir li Sûriyê Evdihemîd Elserrac û hêzên parastinê, te’dariyeke xirab li xelkê dikin û nemaze li kurdan û helbet li PDKS, ku hebûna wê weke xetereke mezin li ser yekbûna dewleta erebî dibînin. Vêce rêjîma Nasir, hemû bela û bêtarên xwe yên siyasî û ekonomî dike sukra gelê kurd de û PDKS de. Di çend rojan de, li dora 5000 endamên PDKS û serokê wê Dr Nûredîn Zaza têne girtin. Piştî çendkê, behra mezin ji hevalan têne berdan. Nûredîn Zaza û 31 heval di hepis û zindanên Helebê û Şamê (Mezê) de girtî dimînin. Girtiyên kurd gelekî têne lêxistin û îşkencekirin. Belê, behra mezin ji jiyana Nûredîn Zaza di siyasetê de çû. Lê di heman demê de, ew nivîskar û rewşenbîrekî mezin bû. Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên kurdî Hawar û Ronahî û biyanî de nivîstibûn. Herwesa wî Destana Memê Alan ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû û di sala 1982an de, wî pirtûkek bi navê Ma vie de Kurde (“Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd”) nivîstibû, tê de behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa kurdî û Kurdistanê de kiribû. Herwesa Dr Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Nûredîn Zaza ji kurdan re gotibû: “Gelî Kurdan! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwênin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê”.

Salên dawî yên Nûredîn Zaza li Swîsreyê
Dr Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Swîsrayê dimîne. Li wir, ew di 1972an de bi keçeke swîsrî bi navê Gilberte Favre re dizewice û di 1973an de kurikê wan çêdibe, nav lê dikin Chango Valéry (Şêngo Valéry).
Nûredîn Zaza di 7ê çiriya paşîn a 1988an de, ji ber nexweşiya penceşêrê mir. Ew li goristana Bois-de-Vaux li bajarê Lozanê hat veşartin.

Berhemên wî:
Destana Memê Alan, Bahoz, Uppsala, Swêd, 1973.
Memê Alan, Çapxaney Korî Zanyarî Kurd, Bexda, 1977.
Ma vie de Kurde, Pierre-Marcel Fauvre Publi, SA, Lozan, 1982.
Keskesor, Weşanên Nûdemê, Stockholm, Swêd, 1995.
Bîranîn, Avesta, Stembol-Amed, 2008.
Gulê, Weşanên Lîs, Amed, 2015.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 7,234 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | ku.wikipedia.org
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 21
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی لەدایکبوون: 15-02-1919
ڕۆژی کۆچی دوایی: 07-10-1988 (69 ساڵ)
جۆری کەس: چالاکی سیاسی
زمان - شێوەزار: زازاکی
شوێنی نیشتەنی: هەندەران
لەژیاندا ماوە؟: نەخێر
نەتەوە: کورد
وڵات - هەرێم (لەدایکبوون): باکووری کوردستان
وڵات - هەرێم (کۆچی دوایی): سویسرا
ڕەگەزی کەس: نێر
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( هاوڕێ باخەوان )ەوە لە: 16-09-2014 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 23-02-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 7,234 جار بینراوە
QR Code
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.133 KB 16-09-2014 هاوڕێ باخەوانهـ.ب.
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.484 چرکە!