zarûşad an zaroşad (bi tirkî: arpaçay) navçeyeke ser #Qersê# ye. 39 km dûrî qersê ye. gorî hejmartinên sala 2000´î, nifûsa navendê 5.154 û bi giştî 26.278 e. 47 gund girêdayî zarûşadê ne. firehiya erdê wê 605 km², bilindahî ji rûyê avê 1.675 m ye.
dîroka herêmê wekî ya qersê ye. heya hûrriyan kivşe ye. di sala 1920´î de ketiye bin dagirkeriya komara tirkiyê. navê navçeyê di sala 1927an de kirine arpaçay. herwekî navên cografîk bi giştî kirine tirkî.
aborî li ser berhemên şîr û çandiniyê ye. li herêmê 30 kurd in; terekeme û azerî jî hene.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 4,568 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!