Dîwana - Seydayê Dilmeqes
Navê pirtûkê: Dîwana - Seydayê Dilmeqes
Navê nivîskar: Seydayê Dilmeqes
Cihê çapkirina pirtûkê: Berlin
Navê çapxaneyê: Dilop
Sala çapê: 2009
[1]
Seydayê Dilmeqes di sala 1932an da li Amedê ji dayîk bûye. Navê Seyda mela Remezan e. Bi eslê xwe ji gundê Şêxan ê Çixurê ye. Çixur herêmekê di navbera Bedlîs û Mûşê da ye. Navê bavê wî Emer e. Emer kurê Mihemed e. Emerê bavê Seydayê Dilmeqes, jê ra behsa jiyana malbata xwe kiriye. Bûyerên di dema şerê osmanî - rus, xizaniya salên xelayê, êş û nexweşiyên koçberiyê jê ra gotiye. Seyda bi van vegotinên bavê xwe û ji roja ku xwe fêhm dike jî, bi bûyerên ku bi çavên xwe dibine, mezin dibe.
Jiyana wî di nav êş, koçbarî û mişextiyê da derbas dibe. Ji dilê xwe nişter dibe. Wek şanenav navê Dilmeqes hildibijêre.
Bûyeran dişopîne, peyivan berhev dike. Heta heftê û pênc salan deng jê dernayê, nanivise. Piştê ku xanima wî diçe ser dilovaniya xwe dest bi gotinê dike, dinivîse û deriyên girtî yên dilê xwe vedike. Bindestiya welêt, êş û elemên xelkî, welathezî mijarên sereke ne di dîwana wî da. Evin, lêgerîn, derd û kûl, hezkirin û nefret, hemû hestên însanî diherikin di helbestên wî da.
Û ev Diwan ji herikîna wan hestan pêk hatiye.
🔗 خوێندنەوە / داونلۆدکردنی پەڕتووکی: Dîwana - Seydayê Dilmeqes
📥 ژمارەی داونلۆد:
54 جار
⚠️ داوا لە نووسەر، وەرگێڕ و دەزگای پەخشەکان دەکەین ئەگەر پێیان باش نییە ئەم پەڕتووکە لێرەوە داونلۆدبکرێت! ئەوا پێمانی رابگەیەنن.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!