Ordîya Mêşên Hunguv
Navê pirtûkê: Ordîya Mêşên Hunguv
Navê nivîskar: Bekîr Yildiz
Navê wergêr: Şerefnaz
Wergera ji ziman: tirkî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm
Navê çapxaneyê: Çanda kurdî
Sala çapê: 1990
[1]
Ez li welatê Nemrût hatimê cîhanê. Dema ez biçûk bûm, mezinên min, efsaneya Nemrûd digotin. Piştre ez mezin bûm. Heya demeke nêzîk jî min bawer dikir, ku Nemrûdê zordar, berî sed salan jiya ye û miriye. Lê, îro têdigihêjim ku zordarî ji ser rûyê erdê ranebûye. Bi ser de jî hîn pirtir bûye û li walatê ku ne tenê Nemrûdek jiya ye, bi hezaran Nemrûd jiya ne mafir hûn zarok dê paşarojê çêbikin, tiştên ku ez û nifşa min, em bi mezinayî fêr bûn, divê hûn biçûkayî fêr bibin. Nemrûd li gelê xwe gelek zor kirîye. Ez ne tenê vê yekê dibêjim, dixwazim bibêjim tevî ku Nemrûd pir xurt bû jî, mêşeke hungiv a qop, ew kuşt. Min ev karê dijwar û giran mîna di efsanê de hatiye gotin bi kerametan ve girêneda. Ji ber sedsala me ne a kerametan e. Mirov dikare bi xebat û zanîna xwe, ji kerametan pirtir tiştan bike. Lê divê mirov mercên serketinê ên bingehîn bizanibe. Di sedsala me de mercê serketinê ê pêşî pêkanîna yekîtîyê ye. Deng ji destê bi tenê dernayê. Zarokno, de werin, em bi hev re vê çîrokê bixwînin û ji bo pêkanîna rojên bê Nemrûd biramin.
🔗 خوێندنەوە / داونلۆدکردنی پەڕتووکی: Ordîya Mêşên Hunguv
📥 ژمارەی داونلۆد:
80 جار
⚠️ داوا لە نووسەر، وەرگێڕ و دەزگای پەخشەکان دەکەین ئەگەر پێیان باش نییە ئەم پەڕتووکە لێرەوە داونلۆدبکرێت! ئەوا پێمانی رابگەیەنن.
⚠️ ئەم بابەتە بەزمانی (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی
بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
⚠️ Ev babet bi zimana (🏳️ Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!