Navê pirtûkê: Gotînê Peşyên Kurda
Navê nivîskar: Mustafa Borak
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Berfîn
Sala çapê: 1996
[1]
Giringiya gotinên pêşiyan û biwêjan ji aliyê piraniya me ve tê zanîn. Bi taybetî dema ku mijar tê ser çanda kurdî ku bi salan e di bin zextê de ye û ji ber vê yekê ji ya nivîskî bêtir gotina devkî (zargotin) pêş ketiye, tirşiya mesele baştir tê fêmkirin.
Gotin û biwêj ji ronîkirina çand, dîrokî, civakî, aborî, derûnnasî, bawerî, felsefe, mantiq, kevneşopî û adetên civakekê derdikevin holê. Bi gotineke din, gotinên pêşiyan û biwêj wek neynika awayê hilberîna civakan û têkiliyên hilberînê yên ji ser vê awayê hilberînê radibin tevdigerin.