Pirtûkek taybet bi #Kurd#ên dûrxistî bo Xelxalê, ji aliyê dezgeha ragehandin a “Noxbêgan” ve hate çap û belavkirin.
Ligorî rapora gehiştî bi “Kurdistanmedia”yê, pirtûka “Civaka eşayirî ya Kurdên Xelxalê” (Kurmanc) ku ji aliyê Hesen Semedzade ve hatiye nivîsandin, çap û belav bû.
Kitêba navbirî derheq bi dûrxistina Kurdên herêma #Urmiye#, #Xoy# û Selmasê hatiye nivîsandin û nivîskarê vê dibêje ku pirtûka navbirî weke yekemîn berhema xweser e ku derheq bi mijarên têkilîdar bi dîroka civaka Kurdên Xelxalê hatiye belavkirin û tê de çawaniya jiyana madî û me’newiya eşîretên Kurd dixe ber bas.
Navbirî dibêje ku di vê pirtûkê de taybetmendiyên netewî, civakî, çandî û aborî ya wan di du qonaxên derbazbûyî û niha de dixe ber lêkolînê, û di dirêjahiya lêkolînê de jî, hewil hatiye dan ku derheq bi careke din zindîkirina çand û zimanê Kurmancî di vê herêmê de, pêngavek hatibe avêtin.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,036 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!