Bi sazûmaniya Fona Hunerê ya Cîhanê a şaxa Rûsyayê û Salona Pêşengehê ya Yekitiya Hunermendên St. Petersbûrgê di 5’ê tîrmehê de li bajarê St. Petersbûrgê, li Salona Pêşangehê ya Yekitiya Hunermendan bi boneya ‘Hefteya hunerê ya St. Petersbûrgê’ 7’emîn pêşengeha navneteweyî û pêşbirka hunera hemdem hat lidarxistin.
Tevgera Jinên #Kurd# ên Rûsyayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştevaniya vê bernameyê kirin. Gelek hunermendên kurd jî bi berhemên xwe tev li vê pêşangeyê bûn. Jala Bakir Xidir bi behema xwe ya bi navê ‘Koç’, Azîz Rodî Tahlo ‘Keça Kobanê’ û Alan Roj jî bi berhema ‘Zarokên Şengalê’ tev li pêşbirkê bûn.
Di encama bernamê de merasîma xelatdayînê hat li darxistin.
Di pêşbirka wênesaziya kevneşopî de di ‘sentezên cureyan’ de Jala Bakir Xidir a ji Slêmanî bi berhema xwe ya ‘Koç’ bû 3’yemîn.
Di pêşbirka wênekêşiyê de di beşa ‘Portre û hest’ de Rodî Tahlo yê ji bajarê Qamişlo bi berhema xwe ya ‘Keça ji Kobanê’ 3’yemîn.
Di beşa jûriyê ya Hefteya Hunerê ya St. Petersburgta Alan Roj jî bi berhema ‘Zarokên Şengalê’ bû 2’yemîn.[1]
کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی

بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,020 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!